‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şerê derûnî biser ketine’
Şêwirmend û derûnasa Navenda Şehîd Amara Nadiya Misto li ser lêkolîna şerê psîkolojîk ku amade kiriye, dibêje ku şerê psîkolojîk di eslê xwe de şerekî manewî ye û da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vî şerî de bi ser ketine.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Navenda Şehîd Amara ya bajarê Til Temirê li ser armanc û bandorên şerê psîkolojîk ên li ser mirovên ku di qadên şer de dijîn, çawa dikarin li dijî vî şerî xwe biparêzin û derdora xwe zana bikin, piştî girtina nêrînên gel lêkolînek amade kir. Şêwirmend û derûnnasa Navenda Şehîd Amara Nadiya Misto ku lêkolîn amade kiriye, ji ajansa me re axivî.
‘Şerê psîkolojîk şerekî wêranker e’
Nadiya Misto got ku ji bo bizanibin ka rewşa ku civak dijî di kîjan alî de bêtir bi bandor dibe, pêwîstî bi lêkolînê dîtine. Nadiya da zanîn ku bi vê armancê lêkolînê amade kirine û wiha berdewam kir: “Şerê psîkolojîk, şerê raman û demaran e, ku mirov herî zêde zirara wê dibîne. Şerê piskolojîk şerekî wiha ye ku herî zêde dijmin wê bikar tîne, da ku aliyê din di warê derûnî û manewî de têk bibe û wan bike xizmeta ramanên xwe heta ku bighê armancên diyarkirî. Şerê psîkolojîk şerekî ku bi lez tê belavkirin e. Ji ber ku di demên êrîş û şeran de agahiyên neyînî ji agahiyên pozîtîf zêdetir tên bawerkirin. Şerê psîkolojîk şerekî wêranker e, mirovan di warê derûnî de têk dibe, tirsê di nav civakê, heta leşkeran de belav dike, da ku armancên xwe yên leşkerî aborî û darayî pêk bîne."
‘Jihevxistina hevgirtina civakî yek ji taybetmendiyên şerê psîkolojîk e’
Nadiya Misto destnîşan kir ku taybetmendiyên vî şerî ew e ku naxwaze îqna bike, tunekirina hêzên manewî û derûnî yên dijber hedef digre û wiha pê de çû: “Dixwaze baweriya aliyê din bi armanc û prensîbên wî/wê bişkîne, pê bide bawerkirin ku ev prensîb û armanc ne mimkûn e bighê serî. Îstîsmarkirina hinek destkeftî û serketinan a ji aliyê êrîşkar ve, bi mezinkirina wan û nîşandana vê serkeftinê ya ji aliyê dijber ve nehatine bidestxistin da ku baweriya dijber bihejînin. Her wiha şerê piskolojîk jihevxistina hevgirtina civakî armanc dike, baweriya kesan bi hêz û derfetên wan kêm dike û hêviyan dikuje. Ger ku ev şer baş neyê fêmkirin û têgihîştinek çênebe, wê kes di bin de bimîne û xwe wenda bike. Pir girîng e ku ji her agahiyên tên belavkirin neyê bawerkirin, li rastiyên wê bigerin û wiha agahî bi rastiya wê belav bikin, da ku ev şerê ku pêk tê kêm dike.”
‘Li dijî şerê psîkolojîk bawerî, hêz û çeka gihîştina serkeftinê ye’
Nadiya Misto rê û rêbazên parastina ji şerê psîkolojîk jî wiha rêz kirin: “Divê kes ji her agahiyê bawer neke û di belavkirina agahiyên ne rast de jî ku agahiyên bê bingeh û bê belge ne de rol nelîze. Ji ber ku belavkirina agahiyên ne rast, bandorê li raya giştî dike. Bi baweriya zêde û baweriya bi hêza xwe, divê kes li hember şerê psîkolojîk bibe mertal û bikaribe wê têk bibe. Divê em baweriyê bi hêz û rêveberiya xwe bînin ku em bikaribin şerê psîkolojîk û êrîşên din têk bibin. Pir girîng e ku em xwe radestî şerê psîkolojîk nekin, bi hêvî, bawerî û bi hêz bihizirin û karên erênî û bibandor pêk bînin. Bi gotina ku em dikarin vî karî bikin, divê ku em biçin ser karê xwe. Bawerî bi hêza gihîştina serkeftinê ye, ji lewra gava ku em ji derdora xwe re jî piştgir bin, em ê hawirdoreke tijî destekftî û ewle ava bikin. Divê em bi wê hêviyê bijîn ku ev şer û aloziyên ku em tê re derbas dibin, wê biqedin û em ê bi awayekî aştiyane û aramtir bijîn.”
‘Bi baweriya serkeftinê li dijî şerê psîkolojîk têdikoşin’
Nadiya Misto balkişand ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêza wê ya têgihîştina şerê psîkolojîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi bawerî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî fêm kir ku şerê piskolojîk çi ye û çi armanc dike, ji lewra dikarîbû li hember vî şerî biser bikeve. Ji ber bi her êrîşeke leşkerî re şerekî psîkolojîk destpê dike. Êdî gel têgihîştiye şerê piskolojîk û li dijî wê hêviyên serkeftinê di her kêliyê de dirêsînin û xêz dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şerê psîkolojîk rêya serkeftinê xurtir dike. Ji lewra gel li vir bi hêza xwe ya rêveberiyê û hêza xwe ya leşkerî û bi şervanên xwe bawer in û ji wan re palpiştiyê dikin û piştgirên hev in.”