Jinên Dêrazorê: Dewleta Tirk sûcên şer didomîne

Jinên bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya li gundê Berxbotanê yê Kobanê pêk hat şermezar kirin, xwestin kujer werin cezakirin û gotin ku dewleta Tirk sûcên şer didomîne."

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Di şeva 17'ê Adarê de li gundê Berxbotanê yê girêdayî bajarê Kobanê kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk ve bi balafirek bê mirov a bi çek malek hat hedefgirtin. Di encamê de komkujiyek pêk hat, dê û bav di nav de 8 zarokên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû. Ev komkujî ne yekem car e pêk tê, yek ji binpêkirinên hovane yên dagirkeriyê ye sivîlan li herêmê dike armanc. Bêdengiya navneteweyî jî rê li ber pêkanîna van komkujiyan vedike.

Jinên Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiyên dagirkeriya dewleta Tirk de ji ajansa me re axivîn.

'Komkujiya Kobanê yek ji sûcên şer e'

Êtîdal El-Xalid tekez kir ku komkujiya li Kobanê pêk hatiye dikeve nava sûcên şer û wiha got: "Bêdengiya civaka navneteweyî ji van sûc û kiryaran re tê wateya erêkirina wan ji vê yekê re. Divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û van sûcan rawestînin. Di heman demê de pêwîst e lîkolînek navneteweyî der barê van komkujiyan de bê vekirin û kujer bên darizandin. Bêdengî wê rê li pêşiya kiryar û komkujiyan veke."

'Zarokên bê guneh hedef digre'

Nediya Muhemed diyar kir ku komkujiyên ku zarok dibin armanc rastiya dagirkeriyê nîşan didin û wiha axivî: "Êrîş û komkujiyên ku zarokan dikin armanc rastî û hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk nîşan didin. Ev komkujî sûcê şer e û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê her dem pêk tîne."

'Divê dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyeyê derkeve'

Henan El-Ehmed jî dest nîşankir ku ev komkujî ne cara yekem pêk tê, yek ji êrîşên hovane yên dagirkeriyê ye, sivîlan li herêmê dike armanc û got: “Em ji rêveberiya demkî ya Şamê dixwazin li hemberî van sûcan berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di heman demê de divê dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê derxe. Banga me ji komîteya lêpirsînê ya navneteweyî re ew e ku ne tenê bi daxuyaniyan van komkujiyan şermezar bikin divê bi awayekî cidî kujer bên cezakirin."