Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Oparasyona Stenbolê sabotaja dijî pêvajoyê ye
Cîgira Serokên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku operasyonên binçavkirinê yên li Stenbolê di demek ku behsa aştiyê tê kirin de, ne tesaduf e û çi dibe bila bila bibe ewê xwedî li îradeya gel derkevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de zêdeyî 100 kes di 19’ê Adarê de hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku di heman demê de dest danîne ser şirketa Ekrem Îmamoglu ya înşeatê jî. Lêpirsîna derbarê îdeayên “nelirêtî” û “alîkariya rêxistinê” de berdewam e.
Operasyona binçavkirinê li welat bû sedemê bertekên mezin. Tiştên ku qewimîn, weke darbe hat nirxandin. Têkildarî mijarê me li gel Cîgira Serokên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît hevdîtin çêkir. GulîstanKiliç Koçyîgît da zanîn ku di demeke ku behsa aştiyê tê kirin de operasyon ne tesaduf e û destnîşan kir ku wê li dijî bê hiqûqiyê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.
‘Darbeyek li dijî îradeyê ye’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît tiştên hatine jiyîn wek ‘darbeyek siyasî’ binav kir û da zanîn ku operasyon ne hiqûqî ye. Gulîstananî ziman ku desthilata AKP’ê xwe li ser bêhiqûqiyê xwedî dike û wiha got: “Em bi rejîmek ku hewl dide bi qeyûm, xesp û bê hiqûqiyê xwe li ser lingan bigre re rûbirû ne.”
Gulîstan da zanîn ku armanca operasyona li dijî Ekrem Îmamoglu, astengkirina namzetiya wî ya Serokomariyê ye û wiha got: “Ev bi awayek bêhiqûqî desteserkirina namzetiyê rakîbê xwe yê siyasî ye, ne tiştek din e. Ev darbeyek li dijî îradeya 16 milyon Stenbolî û gelê Tirkiyeyê ye. Ev operasyonek mezin ku sindoqê tine dihesibîne, mafê gel yê bijartin û hilbijartinê tine dihesibîne û nûnertiyê tine dihesibîne ye.”
‘Sabotajek li dijî pêvajoyê ye’
Gulîstan Kiliç destnîşan kir ku di vê dema behsa aştiyê tê kirin de operasyonek wiha, sabotaja pêvajoyê ye û wiha got: “Em vê mijarê tenê li ser Şaredariya Stenbolê nanirxînin. Di heman demê de bi banga birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê ya banga Aştî û Civaka Demokratîk ku civak evqas xwedî lê derketî, hêviyê aştiyê zêde bûyî, di zemînek ku behsa derfetên çareseriyê tê kirin de ne tesaduf e. Ger ez bêjim ev sabotajek li dijî pêvajoyê ye, di wê baweriyê de me ku ewê ne xelet be.”
‘Dawiya xwe amade dikin’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku weke Partî mîna demên berê, ewê îro jî li dijî her cûreyê darbeyan serî rakin û ewê xwedî li îradeya gel derkevin. Gulîstan ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em ê parastina îradeya gelê xwe bidomînin. Ev aqlê darbekar wê her li vî welatî têk biçe. Ên ku darbe dikin, divê bizanin ku di dawî de dawiya xwe amade dikin. Ev bê hiqûqî û rêbazên ne rewa tu wateya xwe li ba gel tineye. Li gor me jî wisane. Di aliyê civakê de jî ev wisane.”
‘Ev hewldana anîna tarîtiyê ye’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ev hewldana desthilatê ewê Tirkiye ber bi cîhekî tarîtir ve bibe û wiha got: “Ev ji bo gelê Tirkiyeyê dê bibe sedema maliyetek mezin a zêde ya ji bo demokrasiya Tirkiyeyê. Divê hemû kes bibîne û bizane. Bi vê wateyê divê demildest di serî de birêz Ekrem Îmamoglu, hemû kesên hatine binçavkirin werin berdan. Bi taybetî nîşandana lihevkirina bajêr a wek sûc, wek xebatek îlegal, em qebûl nakin.”