Jinên Êzidî: Banga Abdullah Ocalan ji bo me riya xilaskirina ji qirkirinê ye
Jinên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandiye diyar kirin ku ev bang ji bo civaka Êzidî riya xilaskirina ji qirkirinê ye.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek da û tê de got: "Dîroka gelê me yê Êzidî tijî komkujî, koçberî, zilm û êşên mezin e. Gelê Êzidî yek ji civaka herî kevin a Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe bedelên mezin dane." Ev peyam di demekê de ku gelê Kurd tevahî amadekariyên cejian Newrozê dikin, hat.
Dema ku civaka Êzidî ev peyam pêşwazî kirin, bajarê Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve rastî êrîşan hat, di encamê de 3 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûn. Jinên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev êrîş şermemzar kirin.
‘Em ê ji bo pêkanîna peyama Rêber Apo bixebitin û xwe bi rêxistin bikin’
Hevseroka Mala Êzidî ya kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Tevî hemû kêşe û tecrîda Rêber Apo di zindanê de pê re rûbirû dimîne, wî civaka Êzidî ji bîr nekiriye. Dema ku fermana 74'an dest pê kir şervanên azadiyê ji çiyayên Qendîlê berê xwe dan Şengalê û gel ji fermanan rizgar kirin. Ji bo têkoşîn û qehremaniya şervanan em weke civaka Êzidî ji bo pêkanîna peyama Rêber Apo, li qadan bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Bi saya Rêveberiya Xweser û pergala neteweya demokratîk Êzidî dikaribûn xweseriya xwe îlan bikin û xwe bi rê ve bibin. Bi rêxistinbûnê em ê dawî li qirkirina li ser Êzidiyan bînin."
'Banga Rêber Apo ji bo Êzidiyan serhildanek e'
Leyla Îbrahîm di nava gotinên xwe de bal kişand ser peyam Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî û wiha pê da çû: "Ola Êzidî bingeha neteweya Kurdî ye. Tevî hemû hewldanên qirkirinê jî civaka Êzidî hebûna xwe parast. Ev banga dîroka ya Rêber Apo weke serhildanekê ye ji bo me. Em weke Kurd gelek bedêlên biha ji bo avakirina civakek wekhev û azad didin. Ji bo ku em layîqî pakrewanên xwe bin divê yekitiya xwe xurtir bikin. Li şûna ku artêşa Iraqê parastina Şengalê ji êrîşan bike, ew bi xwe êrîş dike. Li hemberî hemû siyasetan gelê Êzidî xwe bi rêxistin kiriye."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha piştevaniyên xwe ji civaka Êzidî re nîşan dide; “Ez dixwazim piştevaniya xwe ji têkoşîna civaka Êzidî re di hemû şert û mercan de nîşan bidim. Azadiya gelê Êzidî û gelê Rojhaialta Navîn girêdayî hev e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk weke bersiv ji komkujiyên ku bi ser Êzidiyan de pêk hatine."
'Demokrasî riya xilaskirina civaka Êzidî ji qirkirinê ye'
Jina ciwan Sêvan Dawuod jî kêfxweşiya xwe ya ji bo şandina peyama Rêberê Gelê Kurd anî ziman û wiha got: "Rêber Apo bi peyama xwe ji bo civaka Êzidî kêfxweşiya me ji bo Newrozê zêdetir kir. Gelê Êzidî bi qetilkirin û komkujiyan re rûbirû maye. Her wiha çand û nasnameya Êzidiyan hewl didan qir bikin. Gelê Êzidî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo dikaribûn xwe bi rêxistin bikin û saziyên xwe yên sivîl û leşkerî ava bikin. Pêkanîna banga dîrokî ya Rêber Apo tê wateya parastina mafên hemû ol û mezheban. Demokrasî riya xilasbûna civaka Êzidî ji qirkirinê ye."