Jin dê çawa bi îrade û aqilê xwe rê li xefikan bigrin?

Di serdema dîjîtal ku gelek bûyer di kêliyan de diqewimin û gihîştina her tiştî hêsan bûye de; bûyer û xefikên li dijî jinan zêde dibin. Li dijî vê yekê divê ku jin bi îrade û aqilê xwe xwedî helwest bin rê nedin xapandin û xefikan.

ŞIYA KOYE

Koye – Di demên dawî de di nava civakê de diyardeyek bi xeter û li dijî nirxên mirovî derketiye holê. Hinek mêr hestên paqij û hezkirinê yên jinan ji bo têrkirina daxwazên xwe yên zayendî weke amûrek bi kar tînin. Wan nêçîrvanên derûnî, xwe li pişt nîşandana eleqeyê vedişêrin, bi daxwazên zewacê û avakirina jiyana hevpar jinan dixin xefikan. Piştî ku digihîjin armancên xwe wan jinan di nava êş, girtin û tirsa civakê de bi tenê dihêlin. Ev cure nêzikatî, ne tenê pergala malbatê xirab dikin, di heman demê de hesta mirovan a baweriyê û safbûna mirovahiyê jî tune dikin. Ji ber vê divê ev pirsgirêk di asta perwerde û hiqûqê de bi awayekî cidî were destgirtin.

‘Di gelek rewşan de bi daxwazên sexte yên zewacê dixapin’

Naz Xeyredîn têkildarî vê mijarê wiha got: “Ji ber ku bi salan e ez bi jinan re dixebitim û bi wan re di nava têkiliyan de me, di ferqa tundiya ku li dijî jinan tê kirin de me. Yek ji awayên herî diyar ên vê tundiyê ew e ku jin ji aliyê mêran ve tên xapandin e. Gelek caran hinek mêr, hewl didin xwe nêzî jinên ciwan û jinên zewicî bikin. Ev jî ji bo armancên diyar in, an qezenca madî yan jî ji bo têrkirina daxwazên xwe û derbaskirina demê ne. Di gelek rewşan de, bi daxwazên sexte yên zewacê têkilî çêdibin. Bi taybetî hinek kesên ji derveyî welat dijîn, ji bo destûra rûniştina xwe bigrin û kar û barên xwe hêsan bikin vê weke amûrek bi kar tînin, piştre dev ji wan berdidin. Ev nêzikatî, jinan bi pirsgirkên kûr re rûbirû dihêle û birînên ku zor baş bibin di jiyana wan de vedike. Her çendî bandorên wê ne fizîkî bin jî encamên wê yên psîkolojîk di asta herî jor de hilweşîner û bi xeter in.”

‘Civak jinan sûcdar dike’

Naz Xeyredîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di nava civaka me de ev diyarde veşartî dimîne û gelek caran wekî awayê tundiyê nayê dîtin. Mirov, bi giştî jin di destpêkê de dibêje bi rizaya xwe ketine nava vê têkiliyê. Ji ber vê divê jin hişyar bin û dema di nava mala xwe de kêmaniyên hestiyarî yan jî pirsgirêkekê dijîn, berê xwe nedin riyên xelet. Divê beriya ziyanê bibînin bi baldarî bifikirin û tevbigerin.”

‘Gelek caran bi kuştin û xwekuştinê bi encam dibe’

Naz Xeyredîn têkildarî bûyerên têkiliyên zayendî wiha got: “Di civaka me de ev rewş êdî wekî ‘çi bûye êdî bûye’ tê dîtin û di vir de felaket ji bo jinan kûrtir dibe. Ji ber civak merhemetê nîşanî van kesan nede û di nava hinek mabatan de têgihîştin zehmetee. Heta di hinek rewşan de bi kuştina jinê bi encam dibe. Hinek caran kes bi xwe jî xwe li ber sûcdariyên derdorê û zextan ranagire û beriya hevrûbûna malbata xwe, ziyanê dide xwe û dawî li jiyana xwe tîne. Ev berteka herî xirab a li hemberî van pirsgirêkan e. Her çendî di hinek rewşan de aliyên eleqedar hewl bidin pirsgirêkê çareser bikin jî lê bi ser nakevin, ji ber ku hemû tişt di kontrola malbatê de ye û mixabin di van mijaran de gelek tund nêz dibin. Her wiha nêzikatiya olî jî van cureyên têkiliyan qedexe dike û ev jî mijarê dibe asteke din. Gelek deman em hewl didin destekê bidin, lê belê başkirina birînên kûr ên di dinyaya hundirîn a van kesan de çêbûne gelek zore.”

‘Bedewî û statu faktoreke din a xapandina jinan e’

Hîndekara zanîngehê Hebîbe Nadir der barê vê mijarê de wiha got: “Ev cureyê tundiyê ku jin rast tên, gelek caran bi bedewiya jinê, rewşa wê ya madî û cihê wê yê civakê ve girêdayî ye. Ji ber şertên aboriya xirab û bêkariya di nava ciwanan de, hinek mêr ji bo derketina ji vê rewşê berê xwe didin xapandina jinên ciwan. Li zanîngehê her roj em rastî van bûyeran tên. Hinek ciwan hewl didin aliyên lawaz ên keçên ciwan bibînin û bi vê riyê wan bixapînin. Weke mamosteyek her dem di mijara xweparastinê de ez xwendekaran hişyar dikim. Di hinek rewşan de malbat bi bandor in, xwedîkirina zarokan zor bûye û ciwan li cihê girîngî bidin xwe, hema bibêje hemû demên jiyana xwe li ser medyaya dîjîtal derbas dikin. Dema rojek bê înternet bimînin ne aram dibin û gelek pirsgirêkan derdixin.”

‘Her roj em bûyerên tundiya dijî jinan dibihîsin’

Bêgerd Lawe ku zanîngeha Koye temam kiriye wiha dibêje: “Bêguman her roj em tundiya li dijî jinan ji aliyê mêr ve dibihîsin. Yek ji tundiyê jî jin û keçên ku bi navê zewacê yan jî bi riyên din, ji bo armancên xwe dixapînin. Banga min ji bo jinên ciwan ev e; bila ji van kesan bawer nekin û hişyar bin. Divê jin xwe bi pêş bixin û serkeftina xwe ji bo xwe bikin hedef, destûr nedin kes wan bixapîne.”

‘Divê jin zêdetir hişyar bin’

Xwendekara zanîngeha Koye Mîna Ehmed der barê vê mijarê de wiha got: “Mixabin xapandina jinan di roja me ya îro de zêde bûye. Ji ber wê divê jin hişyar bin divê em xwe bi pêş bixin û neyên xapandin. Nirxê jinan gelek pîroz e divê ji ber tiştên demkî pêşeroja xwe nexin xeterê. Divê em kesayeta xwe neynin asta van mirovan, berevajî ji bo pêşeroja xwe ya ronî divê em wan nas bikin û bibin xwedî agahî û hişyar bin.”

‘Ev diyarde îro gelek zêde bûye’

Parêzer Xende Azad Salih asta hiqûqî û civakî ya vê mijarê nirxand û got: “Ev diyarde berê jî hebû lê mixabin îro zêde bûye. Sedemên vê yekê yên bingehîn, rehetiya civakê, bandora medyaya dijîtal û bi qasî pêwîst e girîngnedana mijarên cidî ye. Weke parêzer her dem em rastî van cure bûyeran tên, gelek caran kesên rastî êrîşan tên ji ber zexta malbat, derdor û civakê ditirsin, bi fikara ku dê rûmeta xwe winda bike gilî nake. Bûyerên xapandinê gelek caran bi daxwazên zewacê û bi armanca destkeftiyên madî tê kirin. Di hinek rewşan de jin, weke amûr tên bikaranîn. Li gorî madeya 395’an Zagona Ceza ya Iraqê, kesê ku bi daxwaza zewacê bi jinek re têkiliya zayendî dayne û piştre ji soza xwe vegere, cezayê 5 sal ê girtîgehê digre. Li gorî madeya 393’an jî ger riza hebe jî êrîşa zayendî girantir tê cezakirin. Ger temenê kes biçûk be û kiryar xizmê wê be, an jî mamoste, erkdarê olî yan jî peywirek wê hebe ceza girantir dibe. Di rewşên tundî, nexweşî, ducanîbûn an jî mirinê de ceza digihîje asta herî jor. Ger li ser medyaya dîjîtal û amûrên têkiliyê bixapîne, ji 6 mehan destpê dike heta 5 sal cezayê girtîgehê û cezayê pere tê pêkanîn.”

‘Kesên rastî gefan ten gelek caran bêdeng dimînin’

Xende Azad Salih diyar kir ku kesên rastî gefan tên gelek caran ji ber zextên civakê, gotinên civakê û kêmaniya baweriyê gilî nakin, mînaka bûyerên berê li ser xebitiye nîşan da û got: “Jinek ciwan ku bi daxwaza zewacê hatibû xapandin û rastî êrîşê hatibû, ya din jî jinek zewicîbû rastî hewldana derexlaqî û kedxwariyê hatibû. Herdu jinan jî tevî tirsa zêde gilî kirin û pêvajoya zagonî dan destpêkirin.”

‘Divê jin serî li riyên hiqûqî bidin’

Xende Azad Salih di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê her jin ji kesê ku nas neke û bawer neke dûr bikeve. Divê sînorên xwe biparêzin û medyaya dîjîtal bi baldarî bi kar bînin. Ger rastî rewşeke neyînî werin divê serî li riyên bi zirar ên weke xwekuştinê nedin. Di rewşek wisa de divê ji kesek pê bawer re bibêjin û serî li riyên hiqûqî bidin. Bihêzbûna mekanîzmayên gilîkirinê û pêkanîna cezayan dê di kêmkirina van cûre bûyeran de rolên girîng bilîzin.”