Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê pirsî

Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça derbarê koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê ku ji ber dorpêçkirina Tirkiyeyê nikarin vegerên cih û warên xwe de, 5 pirs ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kir.

Navenda Nûçeyan Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo derbarê koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê de pêşniyazname da Meclîsa Tirkiyeyê. Koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê ji sala 2018’an vir ve ji Efrînê hatine derxistin û ji wê demê ve Efrîn di bin dorpêça Tirkiyeyê de ye. Tevî komîte ava bûne jî welatî nikarin vegerin gund û warên xwe. Ji ber ku leşkerên Tirk li wan deveran in, welatî ji ber ewlehiyê nikarin vegerin gundê xwe. Parlamenter Ceylan Akça Cupolo derbarê mijarê de 5 pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan kir.

Ceylan Akça di pêşniyarpirsê de ji Hakan Fîdan ev pirs kirin:

* Gelo heta meha Nîsana 2026’an li Sûriyeyê çend cih û baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê hene?

* Gelo hûn derbarê îdiayên li gundên nêzî baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê ne vegera welatiyan tê astengkirin, çi difikirin?

* Gelo bi çi hincetê  leşkerî vegera koçberên gundê Cilbirê ya Efrînê tê astengkirin?

* Gelo ji bo mal û milkê Kurdên Efrînê ku dest dabûn ser, dîsa radestî welatiyan bê kirin, bi hikûmeta Sûriyeyê re we koordînasyonek ava kiriye an na? Ger ku we ava kiribe çarçoveya wê koordînasyonê çi ye? Heta niha çend mal û milkên welatiyan hatine radestkirin?

* Gelo ji bo bicihanîna hiqûqa mulkiyetê hûn difikirin ku gaveke dîplomatîk bavêjin an na?