Tora Bijîşkên Sûdanê: Zêdetirî 100 hezar kesên koçber li Nîla Şîn di xeterê de ne

Bi zêdebûna pevçûnan û berfirehbûna koçberiyê li Sûdanê, Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî da ku bi nêzbûna demsala payîzê re karesateke mezin gefê li zêdetirî 100 hezar kesên penaber li eyaleta Nîla Şîn dixwe.

Navenda Nûçeyan – Di nava pevçûnên dijwar û xirabûna şert û mercên tenduristî û jiyanê de, bi milyonan Sûdanî bi encamên berdewam ên pevçûnê re rûbirû ne. Pevçûnên ku berdewam dikin, dibin sedema hilweşîna berfireh a xizmetên bingehîn û koçberiya li nava welat û derveyî welat ku heta niha nehatiye dîtin .

Rewşa mirovî ya koçberan bi nêzbûna payîzê re xirabtir dibe

Bi nêzîkbûna demsala barana giran, ku li herêmê wek "El-Xareef" (payîz) tê zanîn, Tora Bijîşkên Sûdanî îro hişyarî da ku karesatek mirovî ya potansiyel gefê li zêdetirî 100 hezar mirovên koçber li eyaleta Nîla Şîn dixwe. Torê rave kir ku rewşa mirovî li Damazin, paytexta dewletê ku bi qasî 10 stargehên ku vê hejmara mezin a mirovên koçber dihewîne, bi tundî û bi awayekî tirsnak xirab dibe.

Metirsiyên belavbûna nexweşiyên şewbê

Torê destnîşan kir ku zarok ji sedî 40 nifûsa giştî ya koçberan pêk tînin, jin û kal û pîr jî ji sedî 60 in. Hemû ji bo ku ji şerên dijwar birevin, ji deverên Kurmuk û Qeysanê reviyane û di şert û mercên dijwar de dijîn. Torê hişyarî da ku her diçe gefa mezinbûna krîzê zêde dibe bi metirsiya elavbûna nexweşiyên şewbê re rûbirûne ji ber binesaziya tenduristiyê ya qels û nebûna mudaxeleyên lezgîn.

Banga alîkariyê hat kirin

Torê ji rêxistinên navneteweyî û ajansên mirovî xwest demildest mudaxele bikin da ku xwarin, derman û ava paqij peyda bikin û xizmetên tenduristiyê xurt bikin. Di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan, bi taybetî komên herî xeternak kir.

Ji ber pevçûnan bi hezaran kes penaber bûne

Dane nîşan didin ku eyaleta Nîla Şîn bi hefteyan e ku di navbera artêşa Sûdanê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) ya ku bi wan re hevalbend e, pevçûnên dijwar diqewimin. Ev bûye sedema koçberbûna bi hezaran niştecihên ji çend deveran, di heman demê de artêşa Sûdanê beşên mezin ên eyaleta Nîla Şîn kontrol dike.

Nakokiya li Sûdanê di Nîsana 2023’an de dest pê kir. Ji saetên pêşîn ên pevçûnan ve, bajarên mezin, bi taybetî Xartûm veguherî qadên şer ên vekirî. Şer bi lez belavî bajarên din bû welat xist nava yek ji krîzên herî tund ên ku bi dehan salan çareser nebe.

Di encama şer de bi hezaran sivîl hatin kuştin

Pevçûnan di hemû astan de encamên karesatê bi xwe re anî. Xizmetên bingehîn li deverên berfireh hilweşiyan, saziyên hikûmetê dev ji kar berdan û binesaziya girîng hat wêrankirin. Şer her wiha bû sedema mirina bi deh hezaran sivîlan, her çendî ji ber zehmetiya gihîştina herêmên pevçûnê amarên rast tunebin jî.

Ji ber pevçûnan pêlek koçberiyê ya mezin çêbûye ku nêzî 13 milyon kes neçar mane ji malên xwe derkevin, hem li Sûdanê û hem jî li derveyî welêt û welat kiriye yek ji mezintirîn navendên koçberiyê yên cîhanê.

Domandina şer krîzê xirabtir dike

Her ku şer berdewam dike û pêdiviyên xwarin û tibî kêm dibin, krîz xirabtir dibe û gihîştiye astên xeternak ên birçîbûnê ku rêxistinên navneteweyî weke yek ji xirabtirîn rewşên li cîhanê bi nav kirine. Bi berdewamiya şer û bêdawîbûna wê, bi milyonan Sûdanî bi rewşeke nemirovî ya pir tevlihev re rûbirû ne, bêyî ku nîşanên bidawîbûna pevçûnê di demek nêzîk de hebin.