Wê dayik û bavê Gulistan Doku îfade bidin
Navenda Nûçeyan – Dayik û bavê Gulistan Doku ya ku hatiye kuştin, di çarçoveya dozê de dê weke ‘mexdûr’ îfade bidin.
Pêşketinên lêpirsîna Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'î de hat windakirin, berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsînê de 12 kes, tevî waliyê wê demê Tuncay Sonel, hatine girtin.
Îro wê îfadeya xwe bidin
Her wiha, di çarçoveya lêpirsînê de, Serdozgeriya Komarê ya Erziromê dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku û bavê wê, Halît Doku, wekî ‘mexdûr’ di dosyaya dozê de tomar kiriye. Bedriye Doku û Halît Doku dê wekî mexdûr li Dadgeha Amedê îfade bidin.