Ji ber agir nêzî 20 konên Êzidiyan şewitî
Îro siharê agir bi qampa penaberên Êzidî ya Bacid Kendal ya girêdayî Zaxo ket û ji ber şewatê nêzî 20 kon şewitîne.
Navenda Nûçeyan- Îro danê siharê agir bi qampa Bacid Kendal ya ser bi Zaxoyê ket, di qampê de penaberên Êzidî jiyan dikin û ji ber şewatê nêzî 20 kon şewitîne. Li gora zanyariyan di saet 9’ê siharê de agir bi konên qampê ketiye û heta niha sedemê şewatê nayê zanîn û tu zanyariyên jiyan ji destdayînê nehatiye tomarkirin.
Hêjayî bi bîr xistinêye heta niha jî bi hezaran penaberên Êzidî di wargehên penaberên Herêma Kurdistanê de jiyan dikin, gelek caran agir bi qampên Êzidiyan yên girêdayî Dihokê ketine, gelek ji sedemên agir bi têlên kehrebeyê ve girê didin û heta niha bi awayek fermî tu lêkolîn der barê sedemê agirpêketinan de nehatiye kirin û bi raya giştî re nehatiye parvekirin.