Di şerê li Xezayê de tecrubeya wêjeyî ya nivîskarek
Nivîskar Reşa Ferhat, bal kişand ku nivîsandin, li cihê ku dagirkerî hebe, perçeyek ji têkoşîna jinan e û di heman demê de yek ji riyên berxwedanê yên gelên hatine çewisandin û bi keder in û got: “Her hevok êşa vê tecrubeyê vedibêje.”
REFÎF ESLEM
Xeza– Şerê ku sa û sê meh in di navbera hêzên Îsraîlê û Hemasê de didome, li ser tecrubeya wêjeyî ya jinên Filistînê bandorên mezin çêkir. Tecrubeyên zor ên weke koçberî, birçîbûn û hewldana parastinê ya malbatan, jiyan û vê yekê sîrayetê nivîsên wan kir. Ev tecrube ji bo ku ji cîhanê re werin xwendin, rijiyan ser kaxizan û yek bi yek bûn çîrok.
Nivîskar Reşa Ferhat diyar kir ku her çendî şerê li Xezayê rawestiyabe jî tiştên jiyane wê ji kûrve bi bandor kiriye û van bûyerên di berhema xwe ya bi “Tenê li Xezayê” de belge kiriye. Vê berhema ku di nava mehek de hatiye nivîsandin, bi êşên tecrubeyên şexsî yên wan deman dagirtî ye.
Reşa Ferhat, got ku tevî ne pêkan e mirov hemû hûrguliyên şer vebêje jî bi wê re hestek çêbûye ku hêza nivîsê pê re zêde bûye. Li gorî wê nivîsandin; perçeyek ji têkoşîna jinên nivîskar ên axa wan di bin dagirkeriyê de ye û riya vegotina çewisandin û xemgîniya gelan e.
‘Nivîsandin perçeyek vegotina derûniyê ye’
Reşa Ferhat, diyar kir ku dema koleksiyona xwe ya çîrokan nivîsandiye, hesta herî mezin a çewisandinê bûye. Reşa wiha dibêje: “Min xwe bêçare hîs dikir, dixwest tiştek bikim lê nikaribûm bikim. Di wê rewşê de min berê xwe da pênûsa xwe ya ku tu carî min di nîvê rê de nehiştiye. Min nivîsandinê de demên ku rewşa min a derûnî nebaş bû de, weke rêbaza terapiyê dît lê bi demê re min fam kir ku tiştê ez dikim, ji bo parastina gel û welatê min peywirek e.”
Reşa Ferhan diyar dike ku çîroka yekem a nivîsandiye, di nava koleksiyonê de ya herî zor e lewre vê çîrokê, serpêhatiya koçberiya bi zorê ya 13’ê Cotmeha 2023’an vedibêje. Di wê dîrokê de mala xwe terikandibû, çûbû bakurê Zîvala Xezayê dûre jî neçar mabû biçe Misirê. Reşa Ferhat diyar dike ku her dema vê çîrokê dixwîne, xemgîniya ku dema ji axa xwe derketiye û ber bi pêşerojek nediyar ve çûye tê bîra wê.
‘Çîrok ne tabloyên jiyanê trajedî bûn’
Reşa Ferhat, got ku 26 çîrokên ku nivîsandine ne tabloyên jiyanê, trajediyê nîşan dane û got: “Ev trajedî carna li ser jinek carna jî li ser mêrek bûn. Di nivîsên xwe de zêdetir li ser aliyên xerîb kûr bûm. Her çendî min nedixwest dest ji nivîsê berdim jî çîrokan min anîbûn xalek ku êdî westiyabûm. Loma çûm weşanxaneyek min xwest vî barê bi êş ji pişta xwe daynim.”
Reşa Ferhat diyar dike ku koleksiyona çîrokan ji 200 rûpelan zêdetir bûye êdî nenivîsandiye ji ber ku diviyabû di formatên kurteçîrokan de bûya lê ji ber ku divê tiştên gelê Filistînê jiya ji bîr nebin, nikaribûye tenê di çend rûpelan de vebêje loma nivîsandinê berdewam kiriye û xwestiya tiştên hatine jiyîn di bîra cîhanê de bihêle.
Rastî ji xeyalê derbas bû’
Reşa Ferhat, dibêje ku wê xwestiye trajediyên hatine jiyîn, bi şêwazek rasteqîn vebêje û diyar dike ku wê dema dayikek hestiyên kurê xwe berhev kiriye, kefen lê pêçaye û zêmar gotiye, çîroka wê nivîsandiye û wiha didomîne: “Çîrokên wiha bêyî ku pêdivî bi bûyerên şer hebe, bi trajediya xwe dikarin derkevin holê. Zêdetirî van çîrokan min ji nava serpêhatiyan girt û nivîsand. Her çendî ev çîrok ji bo xwendevan weke xeyal xuya bikin jî bûyerên rastîn ên ji xeyalan derbas bûne ne.”
‘Pêşbaziya bi demê re’
Reşa Ferhat, got ku di dema nivîsandinê de wê hîs kiriye, bi demê re di pêşbaziyê de ye, hewl daye her çîrokê binivîvîne û wergerîne. Her wiha dide zanîn ku wê hinek çîrokan wergerandiye, hinekan jî bi hevalên xwe re parve kiriye û dibêje: “Di dema nivîsandinê de min xwe dişiband leşkerek di nava şer de. Ji ber ku nivîs bûbû çeka min. Ji ber wê ez ê êrîşên qirkirinê yên li ser Xezayê çêbûn, heta sax bim binivîsînim.
‘Zoriyên di pêvajoya nivîsandinê de’
Reşa Ferhat got ku tevî li Zîvala Xezayê bûm jî; ji ber ji bajarê Xezayê dûr bûm, şebekeyên telefon û înternetê birandîbûn min zoriyan kişand. Reşa Ferhat wiha bi dawî dike: “Ji ber vê yekê, min hest û ramanên xwe di lênûsek de nîşe girt û dûre dest bi nivîsandinê kir. Tevî ku min xwest ez bi weşanxaneyek Filistînê ya li Xezayê re bixebitim jî ji ber dorpêçê nikaribûm têkilî daynim.”