Di makezagona nû de mafê jinan: Jin bi fikar in
Parêzer Şirûq Ebû Zêdan tekez kir ku benda 21'ê ya Destûra Nû careke din li ser rola jinan a di nava malbat û civakê de rawestiyaye ku ev zagon dibe sedema bihêzkirina statuya jinan. Gelo ev destûr wê mafên jinan misoger bike?

LEMÎS NASÊR
Dîmeşq (Şam) – Îlankirina Destûra Nû ya rêveberiya demkî li Sûriyeyê, gelek fikaran bi xwe re anî. Bi taybetî fikar û nîqaşên derbarê zagonên girêdayî mafên jinan de. Benda 21’an ya destûrê diyar dike ku dewlet wê mafên jinan, rûmet û rola wan a di civak û malbatê de biparêze. Her wiha wê parastina mafên wan ên hînbûnê jî bike. Benda duyem a ji heman xalê jî balê dikşîne ser misogerbûna mafên jinan a di warê siyasî, aborîde. Her wiha parastina wan ji hemû cureyên tundî û zilmê dike. Lê gelo ev bend ji bo jinan wekheviya rastîn misoger dike?
'Destûr rê li ber sînordarkirina mafên jinan vedike'
Parêzer û çalakvan Şirûq Ebû Zêdan diyar kir ku têgeha "Statuya civakî" ya jinan ku di benda 21'an de hatiye gotin, nehatiye diyarkirin û wiha got: “Ev ji bo çand û civakek din tê guhertin û li şûna ku rê li ber azadiya jinan veke, dibe sînor li pêşiya wan. Di heman demê de ji ber tunebûna mekanîzmayên pêkanînê ji bo van xalan jî, gelek fikar û metirsiyan bi xwe re ava dike. Ev bend balê dikşîne ser pêşxistina rola jinan a di malbat û civakê de. Ev yek jî statuya jinan xurt dike."
'Destûr hatiye erêkirin lê mekanîzmayên pêkanînê tunene'
Şirûq Ebû Zêdan derbarê destûra nû ya ku hatiye ragihandin de wiha got: "Destûra nû balê dikşîne ser prensîbên azadî, rûmet û hemwelatîbûnê. Benda 10. jî tekez dike ku hemwelatî, di warê mafên xwe de wekhev in û ji ber cudabûna mezheb û olên xwe, ewê rastî tu cudakariyek jî neyên. Tevî van zagonan jî, mekanîzmayên pêkanînê kêm dimînin. Heya niha tu zagon li ser rûyê erdê pêk nehatine. Li gorî xala 12’an a benda duyem jî gelo dewlet dê li ser hinek xalên ku bi şerîeta Îslamê re bi nakok in, guh bide nerazîbûnan? Bi taybetî gelo wê guh bide Peymana Rakirina Hemû Cudahiyên li Dijî Jinan (CEDAW)?”
Destûrê gelek nakokî bi xwe re ava kir
Şirûq destnîşan kir ku xuya ye di îlankirina makezagona pêvajoya demkî de gelek nakokiyên derbarê mafên jinan de hene û wiha got: “Ji aliyekî ve bal kişand ser wekhevî û hemwelatîbûnê, ji aliyê din ve jî mekanîzmayên pêkanînê ji bo bidestxistina wan prensîban nahatine danîn. Pirsgirêka bingehîn ew e ku çawa van nivîsan wergerînin siyaset û zagonên ku wekheviya rastîn misoger dikin û dadmendiyê ji bo jinan li Sûriyeyê peyda dikin.”