Zext û şîdeta li ser aktivîstên li Rojhilatê Belûcistanê didomin
Li Belûcistanê zextên li ser çalakgerên Belûcî didomin. Serokê Komîteya Piştevaniya Belûcî (BYC) Samî Dîn Belûc û berpirsa organîzasyona komîteyê Lala Vahab Belûc, li Karaçî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ew birin cîhekî nediyar.

Navenda Nûçeyan – Li Karaçiyê di dema xwepêşandanek de aktivîstên Belûcî Samî Dîn Belûc û Lala Vahab Belûc, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Çalakî ji ber girtina bijîjk Mehrang Belûc zextên li ser gelên Belûc hatibû lidarxistin. Polîsan, di dema çalakiya li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Karaçiyê gelek çalakgeran binçav kirin.
Ji ber zêdebûna zextên li dijî endamên Komîteya Piştevaniya Belûcî û çalakgeran, li Rojhilatê Belûcistanê, bi taybetî li Kuettayê çalakî berdewam dikin.
Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin
Li kolana Bururî û Kamberanî ya Kuettayê hêzên ewlekariyê bi tundî êrîşî çalakgeran kirin, gelek kes birîndar bûn, bi dehan kes jî hatin binçavkirin.
Li gorî saziyên medyaya Belûcî, polîs ji bo çalakiyên rêxistinên Belûcî asteng bikin, riya daketina Kulûba Rojnamegeran girtin. Piştî îsrara çalakgeran, bi taybetî jî jinan û beşdariya zêde ya xizmên wendayan, hêzên ewlekariyê bi dijwarî êrîş kirin û gelek kes girtin binçavan.
Samî Dîn Belûc û Lala Vahab Belûc, li dijî zext û polîtîkayên wendakirina mirovan a ku Pakistan li eyaleta Belûcistanê dike, bi têkoşîna xwe tên nasîn. Ji ber ku wan birine cîhekî nediyar, fikarên derbarê rewşa wan a tendûristiyê û aqubeta wan de zêde bûne.
‘Girtina mirovan li dijî pîvanên mafên mirovan e’
Di rojên dawî de, girtina bijîşk Mehrang Belûc û gelek çalakgerên din a ji aliyê hêzên ewlehiya Pakistanê ve, li tevahiya Belûcistanê bû sedema çalakiyên şermezarkirinê. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî, bi belavokek ku weşand, fikara xwe ya ji ber girtin û binçavkirina bi kêfî û binpêkirina mafan anî ziman. Amnesty xwest bijîşk Mehrang Belûc û girtiyên Belûc werin berdan. Rêxistinê diyar kir ku ji ber ku çalakgeran tenê çalakiyên aştiyane li dar xistine, girtina wan li dijî pîvanên mafên mirovan e û divê rayedarên Pakistanê derbarê van kesan de dest ji sûcdariyên bê bingeh berdin.
Herî dawî jî hêzên ewlekariya Pakistanê, li ser riya Kamberanî ya li Kuettayê û Xaçeriya Şahbaz Xanê êrîşî çalakgeran kirin. Di dema pevçûnan de gelek kes bi giranî birîndar bûn, lê tevî hemû zextan jî çalakger bi biryardarî xwepêşandanên xwe didomînin û dixwazin ji ber êrîşên li ser azadiya ramanê, zextên dewletê û wendakirina mirovan a bi darê zorê hesab were xwestin.
Girtina mirovan li Pakistanê perçeyek zexta li dijî berxwedana sivîl a Belûciyan e. Aktivîsên mafên mirovan û saziyên navneteweyî, bang li hikûmeta Pakistanê kirin ku dawî li zextên xwe bîne.
‘Divê hesab ji rayadarên Pakistanê were xwestin’
Li ser aqubeta Samî Dîn Belûc her diçe fikar zêde dibin. Têkildarî mijarê rêxistina mafên mirovan Front Line Defenders daxuyaniyek da û xwest girtiyên Belûcî werin berdan. Samî Dîn Belûc di sala 2024’an de "Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan ên di Bin Xeterê de” girtibû. Ji ber xebatên xwe yên bi malbatên kesên di binçav de bi zorê hatine wendakirin, ji aliyê hêzên ewlehiya Pakistanê ve her dem zextê didît.
Front Line Defenders, her wiha zext û tundiya li ser çalakgerên aştîxwaz li Karaçî û Belûcistanê şermezar kir û bang kir ku li dijî rayedarên Pakistanê ji ber şîdeta ku kirine lêpirsîn were vekirin. Rêxistinê, xwest sûcdariya li dijî Samî Dîn Belûc girtiyên din bi dawî bibe serbest werin berdan, malbat û parêzer bikaribin bi wan re hevdîtinê bikin.