Besê Hozat: Newroz referandûma banga dîrokî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê referandûma banga dîrokî ye û bertek nîşanî sekna desthilatê da. Besê Hozat destnîşan kir ku divê ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn û sererastkirinên qanûnî bên kirin.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê bû. Besê Hozat banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dengvedanên wê, şewqa wê ya ku da qadên Newrozê, peyamên di Newrozan de hatin dayîn nirxand. Besê Hozat Newroza Abdullah Ocalan û gelan pîroz kir û wiha got: “Newroza 2025'an bi rastî jî Newroza herî bi heybet a hemû serdeman bû. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kurdistanê, gelan, dostan Newroz pîroz kirin, daketin qadan. Bi milyonan mirovan, deryayeke ji mirovan, okyanûseke ji mirovan ava kirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li derveyî welat Newroz bi coşeke gelekî mezin hat pîrozkirin. Newroza îsal coş û kelecaneke mezin da me hemûyan.”

‘Newroz referandûma banga dîrokî ye’

Besê Hozat destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk coş û kelecana Newroza 2025’an mezin kiriye û wiha got: “Hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin, silava Rêber Apo, wergirtina nêrînên Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk coş û kelecan mezin kir. Di Newrozê de bi xurtî xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me hate derketin û bi milyonan mirovan bang silav kirin. Careke din bi xurtî hat destnîşankirin ku 'Rêber Apo îradeya me ye'. Di Newrozê de hate gotin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Weke referandûmek ji bo banga Rêber Apo bû. Referandûma Banga Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin. Bi milyonan mirovan li her derê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn ziman.”

‘Baweriya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de hat nîşandan’

Besê Hozat da zanîn ku bi milyonan li qadên Newrozê azadiya Abdullah Ocalan qêriyane û wiha got: “Newroz ji xwe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Newroza 'Azadî ji Rêber Apo re, Aştî û Civaka Demokratîk' bû. Lewma Newroz hêjayî nav û wateya xwe bi rengekî gelekî bi coş, bi heybet ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate pîrozkirin û xwedî li vê bangê hate derketin. Bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Biryardariya xwe nîşan dan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîneke gelekî xurt bimeşînin. Lewma dilsozî, hezkirin, hurmet û baweriya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de di vê Newrozê de hate nîşandan. Gelê me jî, dostên me jî di vê Newrozê de hezkirin, hurmet û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi rengê herî xurt nîşan dan. Ev yek gelekî girîng bû. Bêguman Newroza Amedê ji bo Bakurê Kurdistanê bû asta herî bilind. Bi rastî jî zêdeyî milyonek mirov li hev kom bûn. Veguherî mîna deryayeke ji mirovan. Gelekî bi heybet bû. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li Newroza Amedê û hemû Newrozan xist. Cudahiyeke bi vî rengî ya Newroza îsal hebû. Ya rast divê mirov hemû Newrozan bi vî rengî pîroz bikin. Li hemû navçe, bajar, li her deverê, li hemû herêman, li bajarên Tirkiyeyê, li her devera ku Kurd lê ne, li metropolan gelekî bi heybet û bi coş Newroz hate pîrozkirin. Ev yek bi xurtî hate pîrozkirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê, li derveyî welêt jî rewş bi vî rengî bû. Ya rast divê mirov vê yekê timî bikin. Gelekî girîng e û Amed bû asta herî bilind a vê yekê. Mînak Newroza Wanê jî gelekî bi heybet bû. Êlih, Sêrt jî bi heman rengî bû. Amed bû asta herî bilind. Di hemûyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga aştî û civaka demokratîk mohra xwe lê xist.”

Sekna desthilatê

Besê Hozat anî ziman ku Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd 50 sal in bênavber têdikoşe, ev 26 sal in jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de vê têkoşînê dimeşîne. Besê Hozat destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya bi rêya hiqûqî û siyaseta demokratîk îradeyeke gelekî xurt nîşan da û bang kir. Besê Hozat wiha dom kir: “Ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê, bindestan û jinan bangeke gelekî girîng e. Helwesta Rêber Apo, keda wî gelekî hêja ye. Lê belê dewlet ne cidî tevdigere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn. Bi rengekî ne samîmî nêzîk bûn. Heta roja îro jî ev Wezîrê Edaletê yê ne cidî Yilmaz Tûnç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.”

‘Mafê Hêviyê nehat pêkanîn’

Besê Hozat îfade kir ku piştî banga dîrokî hate kirin diviyabû ‘Mafê Hêviyê’ yekser bi cîh bihata anîn, lê belê ev nehatiye kirin û got: “Ji bo Mafê Hêviyê bi cîh bê anîn, pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebû. Şert û pêwîst bû ku li meclîsê komîsyon bê avakirin, sererastkirinên hiqûqî qanûnî bêne kirin, guhertinên qanûnî bêne kirin. Lê belê ev nehat kirin. Di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nehat kirin. Tecrîd li Îmraliyê dewam dike. Normal bi bangê re diviyabû tecrîd bi temamî ji holê hatibûya rakirin. Bi pêkanîna Mafê Hêviyê re diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata. Rêber Apo piştî bangê diviyabû têkilî bi tevgera xwe, rêveberiya PKK'ê re danîbûya. Diviya bû timî di nava têkiliyê de bûya. Diviyabû bi vî rengî bûya ku bi hev re dema lidarketina kongreyê diyar bikira, rojev bi hev re destnîşan bikira. Ji bo Rêber Apo kongreya PKK'ê bi xwe bi rê ve bibe, tevlî kongreya PKK'ê bibe. Rêber Apo rêberê damezrêner ê PKK'ê ye. Ew bi xwe jî vê dibêjin, Bahçelî jî, AKP'yî jî vê dibêjin. Eger lîderê damezrîner ê PKK'ê be, eger ew rêber e ku PKK damezrandiye, hingî di fesihkirina PKK'ê de jî wê ev rêberê damezrîner bi rola xwe rabe. Wê yekser di nav de be. Wê vê kongreyê yekser bi rê ve bibe. Niha, ev yek pêk nehat.”

Besê Hozat destnîşan kir ku piştî bangê bi Rêber Apo re ti têkilî nehatiye danîn û got: “Serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê têne redkirin. Malbat, parêzer ji bo hevdîtinê timî serlêdanan dikin, lê belê tê redkirin, nayê qebûlkirin. Normal diviyabû bi rêk û pêk bi PKK'ê re di nava têkiliyê de bûya. Weke min got, komkirina kongreyê, diyarkirina dema kombûnê, destnîşankirina rojevê, rêvebirina kongreyê; ev pêvajo hemû diviyabû Rêber Apo li gel rêveberiya PKK'ê bimeşanda. Diviyabû yekser bimeşanda. Li gel vê yekê diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên ku dixwaze têkiliyê dîne. Rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, saziyên civaka sivîl, heyetên cuda, hiqûqnas; derdorên cuda yên ku dixwazin Rêber Apo bibînin, diviyabû karîbûna pê re hevdîtin bikira. Diviyabû her kesê dixwest karîbûya biçûya gel Rêber Apo, hevdîtin pê re bikira. Diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên dixwazin re têkilî danîbûya. Statuya Îmraliyê diviyabû bi temamî bihata guhertin. Diviyabû ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê bi temamî ji holê bihata rakirin. Bihata parçekirin û ji hev bihata xistin. Diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata. Mebesta me ji şert û mercên kar û jiyana azad ev e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Diviyabû Rêber Apo rêxistina xwe jî di nav de bi hemû derdorên dixwazin wî bibînin re karîbûya di nava têkiliyê de bûya. Ev yek diviyabû bihata kirin. Ev hat kirin? Nehat kirin.”

‘Ji derveyî Rêber Apo kes nikare kongreyê kom bike’

Besê Hozat anî ziman ku tevî demê li ser Banga Dîrokî re derbas bûye tecrîd dewam dike, hîn jî guhertinek tuneye û ev tişt gotin: “Têkilî pê re nîne, agahî jê nîne, agahiya me nîne. Ev dê çawa bibe? Rêveberiya PKK'ê daxuyanî da. Heta ku Rêber Apo nebe, heta ku Rêber Apo yekser nekeve dewrê PKK nikare kongreya xwe bicivîne, nikare biryarê bide, nikare xwe fesih bike, gerîla nikare dest ji çekan berde. Ev zelal e. Ti aliyekî vê yê bê nîqaşkirin nîne. Tenê Rêber Apo dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Hevalan gotin. Teqez bi wî rengî ye. Rêveberê pêvajoya aştî û civaka demokratîk Rêber Apo ye. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Pêvajoya veguherîna demokratîk û jinûve avabûnê ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, tê birêvebirin. Ji bilî wî, kes nikare wê îradeyê, hêzê û înîsiyatîfê nîşan bide. Ev zelal e. Heta ku di vê mijarê de gavek neyê avêtin ev kongre nikare bicive, nikare biryareke bi wî rengî werbigire. Ji bo biryareke bi wî rengî nikare bicive. Yekane kesê ku vê bike Rêber Apo ye. Damezrînerê PKK'ê ye. Yê ku dawî li vê pêvajoyê bîne, dawî li pêvajoya têkoşîna çekdarî bîne Rêber Apo bi xwe ye. Ev zelal e.”

 ‘Gelo ew mewzuat ayeta Quranê ye?’

Besê Hozat daxuyaniya Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunc ya ‘Mafê Hêviyê di mewzuatê de tune’ bi bîr xist û wiha got: “Gelo ew mewzûat ayeta Quranê ye? Tu pêvajoyeke evqas cidî didî destpêkirin, bêguman tu yê mewzûatê biguherînî. Eger tu cidî bî, ji dil bî, wê demê tu dê mewzûatê biguherînî. Guhertina wê mewzûatê jî karê 2-3 rojan e. Me lêkolîn kir. Ji yên ku pê dizanin hinekî lêkolîn kir, agahî dan me. Ger bixwazin wê di nava çend rojan de wê mewzûatê biguherînin, guhertinên qanûnî bikin. Mafê Hêviyê di nava 3-4 rojan de dikare bi cîh bê anîn. 3-4 qanûn e, ew dikarin bêne guhertin, Mafê Hêviyê bi cih bê anîn. Lê belê naxwaze. Ne karekî ku neyê kirin e. Mewzûat dikare bê guhertin. Dikarin mewzûatê biguherînin. Rêber Apo dikare peyama bi dîmen jî bide. Me çima di peyama bi dîmen de israr kir? Ji ber ku ew ezmûnek bû. Testkirina desthilatdarî û dewletê bû. Me xwest test bikin ka çiqas cidî ye. Eger cidîbûna wê li ber peyama bi dîmen ranebûna, wê nebûna asteng. Wê pêvajoyeke ewqas dîrokê bê destpêkirin, pêvajoyeke cidî bê meşandin, pirsgirêka 100 salî bê çareserkirin, lê xwe ji peyameke bi dîmen vegire. Ev çawa dibe? Ev yek cidiyet û samîmiyeta te radixe pêş çavan. Ya rast, di wir de maskeya wan ket xwarê. Bi astengkirina peyama bi dîmen re maskeya li ber rûyê wan kete xwarê, rûyê wan ê rast hate dîtin. Piştre jî ji xwe dewama wê nehat, vaye hûn dibînin. Niha li ser çi diaxive, dibêje; 'Mafê Hêviyê di mewzûatê de nîne'. Mewzûatê biguherîne! Eger tu cidî be tu yê wê mewzûatê biguherîne. Tu yê guhertina qanûnî bike, mafê hêviyê di nava 3-4 rojan de bi cih bîne.”

‘Divê garantiya hiqûqî hebe’

Besê Hozat hişyarî kir ku heta garantiya qanûnî û hiqûqî ya vê pêvajoyê nebe, ev pêvajo nikare bi pêş ve biçe û wiha dom kir: “ Eger bi vî rengî dewam bike, sibe, dusibe wê temamiya wê heyeta ji 7 kesan a çû Îmraliyê bê girtin. Ti garantiya wê nîne. Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de. Garantiya wê nîne. Ji ber ku garantiya qanûnî hiqûqî nîne. Her tişt li derveyî hiqûqê tê kirin. Weke ku îllegal tê kirin. Garantiyeke vê pêvajoyê nîne. Lewma teqez divê garantiyeke hiqûqî û qanûnî hebe. Di vê mijarê de divê qanûn bêne amadekirin. Sererastkirinên hiqûqî divê bêne kirin û li meclîsê qanûn bê qebûlkirin. Rêberê me hîn di destpêka pêvajoyê de got. Got, 'Bila li meclîsê partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê bi hev re komîsyoneke hevpar ava bikin. Ev komîsyon jî guhertinên qanûnî bike. Bila garantiya hiqûqî û qanûnî ya vê pêvajoyê ava bibe, zemîna wê ava bibe'. Ti ji van nehate kirin. Berevajî vê yekê ji bo ev zemîn ava nebe bi her awayî êrîş têne kirin. Ev ê çawa bimeşe? Eger pirsgirêka Kurd li şûna têkoşîna çekdarî wê bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk bê çareserkirin, eger wê li ser vê zemînê çareser bibe, wê demê divê zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk hebe. Divê rewşa vê, zemîna vê bê avakirin. Ev nebe wê PKK çawa dest ji çekan berde? Pêwîstiya bingehÎn a çekdanîna PKK'ê avakirinan aliyê hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekan berde, nikare xwe fesih bike Ev gelekî zelal e. Naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî bi temamî tê vê wateyê.”

‘Divê gav bên avêtin’

Banga Aştî û Civaka Demokratîk, banga ku Rêberê me kir di heman demê de mutabaqateke hevpar e. Mutabaqateke hevpar e ku bi heyeta dewletê re hatiye amadekirin. Mînak, kes zêde balê nakişîne ser vê rastiyê, lê belê ez weke şexs vê yekê gelekî girîng dibînim. Dewletê jî naveroka vê bangê qebûl kiriye. Lewma konsensuseke hevpar ava bûye. Naveroka vê bangê çi ye, wateya wê çi ye? Ev bang banga ji bo komara demokratîk e. Ev bang banga ji bo lihevkirina demokratîk e. Ev bang banga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi aliyên hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Ji ber ku mutabaqateke hevpar e. Eger dewletê ev qebûl nekiribûya, gelo ev bang wê karîbûya bihata kirin? Pêkan bû? Wê destûra vê yekê bida? Madem, ey dewlet, desthilatdarî tu proje, perspektîf û polîtîkaya komara demokratîk qebûl dikî, lihevkirina demokratîk qebûl dikî, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk qebûl dikî; wê demê tu yê gav biavêjî, tuyê gavê şênber biavêjî. Tu yê zemîna hiqûqî qanûnî ya vê yekê biafirînî. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk tuyê li meclîsê zemînê vê yekê ava bikî. Meclîs wê bi xurtî bixebite. Rêber Apo hema piştî bangê tavilê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Wê bi rêxistina xwe, bi her kesî re têkiliyê dîne. Tu yê cidî bî, samîmî bî û van êrîşan rawestînî. Na, bi israr dibêjin, 'Ev bang bê şert e, bê merc e, Ocalan bi vî rengî gotibû!' Wê demê weke dewlet û desthilatdariyê te tiştek ji wê bangê fêhm nekiriye! Divê rûnên û çil carî wê bangê bixwînin. Divê fêhm bikin bê tê çi wateyê.”

 Bangên desthilatê

Besê Hozat bal kişand ser desthilata ku gav naavêje û bangên ji bo PKK’ê kiriye. Besê Hozat bertek nîşanî sekna; ‘Bang hate kirin, bila yekser dema kongreyê diyar bikin, kongreyê bicivînin, xwe fesih bikin, çekan dînin' da û got: “Nabe bi vî rengî. Ji wan heye ku yên li hemberî wan fêhm nake. Dek û dolabên ku vê dewletê sed sal in li ser Kurdan gerandiye, ma kêm e? Komplo, lîstik, fen û fûtên li Kurdan kirine, ma hindik in? Ma Kurd bi van nizanin? Hişek heye, bîrek heye! Hişmendiyeke kûr heye, bûyerên qewimîne hene, tecrûbe hene. Kî wê bikeve van xefikan? Eger tu di vê de israr bike, wê demê em ê bibêjin, tu fen û fûtan dike, tu dek û dolaban digerîne, ya ku tu dike komplogerî ye, tu li pey lîstikan e, tu taktîka siyasî dike. Tu manewraya siyasî dike. Nêteke te ya ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên siyaseta demokratîk û hiqûqê nîne.

Derdê te ew e ku tu Kurdan, têkoşîna wan a 50 salî bi hemû nirxên xwe, bi nirxên azadî demokrasiyê ji holê rake, tasfiye bike. Polîtîkaya qirkirinê dewam bike. Israra ji bo vê ye. Tu bi rêya taktîkê dixwaze vê bike. Wê demê em ê bi vî rengî bibêjin û bi vî rengî binirxînin.

Fikar û guman ji xwe hene. Ji destpêkê ve hebûn. Lê belê Rêber Apo bi rastiya vê dewletê zane û têkoşîneke gelekî xurt dimeşîne. Dixwaze pêvajoyeke bi kêrî civaka Tirkiyeyê, jinan, gelê Kurd û gelan bê bimeşîne û bi ser bixîne. Di vê mijarê de bêguman divê têkoşîn bê meşandin. Bi taybetî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê ji aliyê me ve gelekî bi xurtî bê meşandin. Divê em ji vê pêvajoyê vê encamê werbigirin. Divê em guh bidin banga Rêber Apo, yanî bi perspektîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk vê pêngavê teqez bigihînin serketinê û têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin.”

‘Tevî agirbestê êrîş didomin’

Besê Hozat da zanîn ku piştî banga dîrokî ya Rêber Ocalan tevê 1’ê Adarê PKK’ê agirbest ragihand êrîş bê navber didomin û got: “Bi çekên giran êrîşên pir dijwar hene. Her wiha careke din di vê pêvajoyê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Bombeyên fosfor hatin bikar anîn. Hemû çekên qedexekirî bi berdewamî bikaranîn. Sûcên şer domandin. Bi taybetî ev êrîş hemû piştî 1’ê Adarê bênavber û bi awayekî dijwar dewam kir. Di vê çarçoveyê de li dijî van êrîşan, agirbesta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye ragihandin jî, di rastiyê de wateya wê namîne.Ji xwe Yaşar Guler daxuyanî da. Diyar kirin ku ew agirbestê qebûl nakin û gotin, “Ev agirbest ji ku derket? Em li dijî wan şer nakin, çima ji bo me agirbestê radigihînin û ji me agirbestê dixwazin?” Hinek derdoran gelek car anîn ziman. Diyar kirin ku eger PKK’ê agirbest ragihandibe divê dewlet jî agirbestê ragihîne. Divê herdu alî agirbestê ragihînin ku pêvajo pêş bikeve. Ev jî dibe nêzîkatiya niyetek baş. Bawerî jî pîvanek e, di warê samîmiyet û cidiyetê da nîşaneke girîng e. Daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê derdorên cuda ve hatin dayîn. Bi awayekî bersiv da wan jî. Li gorî Yaşar Guler û dewlet û desthilatdariya Tirk şer nameşînin. Ew li dijî terorê têdikoşin. Li gorî wan ev ne şer e, têkoşîn e. Ji ber vê yekê, ji ber ku şer nîne, agirbest nabe. Mantiqê wan wisa dixebite, nêrîna wan wisa dixebite. Niha ev 41 sal in şerekî dijwar heye, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û di vî şerî de hemû çavkaniyên aboriyê yên Tirkiyeyê hilweşiyane. 4 trilyon dolar çûye ji bo vî şerî. Aborî têk çûye, dewlet hilweşiyaye, civak têk çûye. Di vî şerî de Tirkiyeyeke hilweşiyayî heye. Hê jî dibêje ev ne şer e. Her roj 10 an jî 20 balafirên şer radibin û bombeyan dibarînin. ÎHA û SÎHA’yên wan her tim li hewayê digerin. Tank û topên wan bênavber bombeyan diavêjin. Çeka kîmyewî fosforê bi kar tîne. Her cure çekan bikar tîne û ji vê re nabêje şer. Wê demê ev çiye? Yanî dema du dewlet li dijî hev şer bikin ewqas teknîk di şer de tên bikaranîn, ewqas wendahî çêdibe û di vê astê de dewletek hildiweşe.”

Zextên ser muxalefetê

Besê Hozat êrîş û zextên AKP’ê li ser Baroya Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nirxand û got: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji aliyekê ve ketine taya canê xwe. Ketine taya desthilatdariya xwe. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û li ser piyan bigire, bi awayekî bêperwe êrîşî hemû komên muxalîf dike. Bi rastî jî bêperwa êrîş dike. Ne hiqûq heye, ne ehlaq û ne jî wijdan heye. Tu nirxek nas nake. Li ser navê mirovatiyê ti rêgez nas nake. Di nava êrîşeke ewqas dijwar de ye. Jixwe bi salan e li Kurdistanê şerekî qirkirinê dimeşîne. Şerekî qirker û faşîzma ku bi dehan salan e didome heye. Û me her tim vê yekê got. Eger li Kurdistanê faşîzm hebe, wê li Tirkiyeyê demokrasî nebe. Eger li Kurdistanê şerekî qirkirinê bê kirin, wê li Tirkiyeyê hiqûq, demokrasî û edalet nebe. Ev yek wê bandorê li Tirkiyê jî bike û belav bibe. Û di vê mijarê de me her tim bang li civaka Tirkiyê, li muxalefeta Tirkiyê û li gelek aliyên demokratîk kir ku berê jî bi me re di nav vê têkoşînê de bûn. Û di vê mijarê de em mafdar derketin. Niha faşîzm û zexta li Kurdistanê li her derê Tirkiyeyê belav bûye. Berovajî vê jî rast e. Mînak li Kurdistanê hê jî zilm, tundî û faşîzm didome. Îcar dema ku ev zilm û faşîzm li Tirkiyeyê berdewam dike, gelo demokrasî û aştî li Kurdistanê pêkan e? Pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikare bipêş bikeve? Tiştek wisa pêkan e? Teqez nabe! Ne li Kurdistanê û ne jî li Tirkiyeyê bipêş nakeve.”