Mamosteyên Lubnanê daxwaza mafê xwe kirin
Komeleya Mamosteyên bi Peyman li ber wezareta perwerdê ya Beyrûd çalakî li darxistin. Bi hezaran mamostayên bi peyman ku piranî ji jinan pêk tê daxwaz kirin ku ji bo pirsgirêkên wan ên bi salan e dijîn çareseriyek bê dîtin.

SUZANNE ABU SAÎD
Beyrûd – Hemarek zêde ya mamosteyên bi peyman ku piranî ji jinan pêk tê û girêdayî Wezareta Perwerdeya Netewî ye duh di 24’ê Adarê de bi banga Komeleya Mamosteyên Bi Peyman ji bo bi destxistina mafên xwe bi sernavê ‘Hêrsa dûşemê’ çalakiya rûniştinê lidarxistin. Tê texmînkirin ku hejmara mamosteyên bi peyman di dibistanên dewletê de ji sedî 80’ê ji jinan pêk tê û hemû barê perwerdê li ser milê wan e.
Seroka Komeleya Mamosteyên bi peyman Nasrîn Şahîn diyarkir ku divê ji bo mamostayên bi peyman edalet were pêkanîn. Nasrîn Şahîn anî ziman ku ji bo bi destxistina mafan û pêkanîna edaletê û rizgarkirina dibistanên dewletê û çareserî were dîtin divê bi riya zextê daxwaz bên kirin û got: “Qada perwerdê nêzî ji sedî 80-90 ji jinan pêk tê. Ji ber vê divê çalakiyê de zêdebûna hejmara jinan normal e. Gelek bê mafî li jinan tê kirin. Mixabin di qada perwerdeyê de jin salê tenê dû yan jî sê caran mûçe digirin. Armanca me ew e ku her mamosteyek mafê xwe bi dest bixe.”
‘Em daxwaza mafê xwe dikin’
Mamosteya bi peyman Myrna Qamar jî got: “Di vê dema ku me xwe ji perwerdê re amade kir de me hêvî dikir ku em ê beramberî keda xwe bigrin. Lê belê mûçeyê em digrin gelek kêm e û ev bê edaletî ye. Divê ji vê yekê re çareseriyek were dîtin.”
Rahan Qassem a ku ji sala 2007’an heta niha mamostetiyê dike wiha got: “Ji ber mamostatî pîşeyek bi rûmet e em didomînin. Hemû hêviya me ew e ku ji vê krîzê derbikevin û mafê xwe bi dest bixin.”
Mamosteya bi peyman Ruqaiya Hanbalat jî got: “Bi salan e me pêşketinek nedît. Di aliyê mûçeyên civakî, ewlehî, perwerde û mûçeyên saetî de em paş dikevin. Bi salan e tiştek baş nebû, êşên ku em dikşînin heman e.”
Di encama çalakiya rûniştinê de Wezîra Perwerdeyê, ji mamosteyan Rima Karamî, Nasrîn Şahîn û komek mamosteyan qebul kir û heyetê diyar kirin ku ew mafên xwe dixwazin.
Nasrîn Şahîn di daxuyaniya çapemeniyê de ev tişt got: “Ji bo çareseriyê Wezareta perwerdê tiştek nekir. Ji ber wê me çalakiya rûniştinê kir. Îro em hatine vê derê ji bo çareserkirina pirsgirêkê mamostayên bi peyman li Lubnanê çareser bikin. Bila ev pirsgirêk were çaresekirin. Me mafê mamosteyên bi peyman anî rojevê. Ev erkê me ye divê mafê mamostayên bi peyman were dayîn û ji bo vê jî em ê zextê bikin.”