5 kesên beşdarî Newroza li Sine bûn hatin binçavkirin
Çalakvanên Kurd Şeno Muhammedî û hevjîna wî Sahip Ariwan Şakerî, Şîrvan Heyderî, Îdrîs Heyderî û Şîrvan Hatemî yên li bajarê Sine dijîn, piştî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên Kurd ên ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tên binçavkirin. Herî dawî çalakvanê Kurd Şeno Mihemedî û hevjîna wî Sahîp Arîwan Şakerî yên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dijîn, di 23’ê Adarê de ji aliyê polîsên Îranê ve di serdegirtina mala wan de hatibûn binçavkirin. Heya niha agahî nehatine girtin ku Şeno Muhammedî û hevjîna wî Sahip Ariwan Şakerî birine ku derê.
Di heman rojê de hat zanîn ku welatiyên Kurd Şîrvan Heyderî, Îdrîs Heyderî û Şîrvan Hatamî jî bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin.