Zêdetirî 100 kes li peravên Sûriyeyê hatin revandin
Li gor çavkaniyên herêmî, di nav 48 seatan de herî kêm 100 kesên ku piraniya wan jin in, li herêmên peravê yên Sûriyeyê hatine revandin.

Navenda Nûçeyan - Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê leşkerên Heyet Tehrîr El-Şam ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê" êriş tên kirin. Di êrişan de bi hezaran kesên di nav de jin û zarokên ji pêkhateyên Elewiyan hene, hatine qetilkirin û komkujî li ser wan pêk hatine. Her wiha bi sedan kes jî hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e.
Di 48 seatan de ji 100’î zêdetir kes hatin revandin
Li gor çavkaniyên herêmî yên têkildar, di nav 48 seatan de zêdetirî 100 kes li herêmên peravê hatine revandin. Ev bûyer li bajarên Hema û Humisê jî pêk tên. Kesên ku tên revandin jî, ji pêkhateyên Elewî ne. Her wiha di çend hefteyên borî de herêmên peravê bûn şahidê darvekirina li meydanê ya bi hinceta ‘Bermahiyên rêjîma berê.’
Di 25 komkujiyan de 2 hezar û 246 kes hatin kuştin
Li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka êrîşên li ser herêmên peravê heta niha zêdeyî hezar û 500 kes bi navê bermahiyên rêjîma berê hatine kuştin, ku piraniya wan Elewî ne. Her wiha 25 komkujî piştî diyarkirina navê 2 hezar û 246 kesên ku Elewî ne û piraniya wan jin û zarok in, hatin belge kirin. Di heman demê de 42 kes jî ji pêkhateyên cuda ji ber li kêleka pêkhateyên Elewî sekinîn, hatin kuştin. Hejmara bûyerên revandinên ne zagonî jî, zêdetirî 10 hezar kes in.
Bi hezaran kes koçber bûne
Di encama van êrîşan û komkujiyan de li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi hezaran kes neçar man serî li koçberiyê bidin. Ew berê xwe didin hinek herêmên Sûriyeyê yên din, an jî berê xwe didin herêmên bakurê Lubnanê.