Di hemûyan de heman êş: Me şer mirin û îşkence dît bila yên din nebînin
Zarokên hinekan hatin şewitandin û xwişk û birayên hinekan jî li dijî îşkenceyan bedana xwe dan ber agir. Dayikên Aştiyê yên bi şer, koçberî, mirin û komkujiyan re her curê êşê kişandin, ji her kesê re dibêjin: “Ev şansê dawî ye bila baş binirxînin.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Bajarê Amedê piştî 12 salan mazûvaniya konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, di 18-19’ê Cotmehê de bi dirûşma “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aştiyeek mayînde ne” 3'yemîn konferansa xwe li ÇandAmedê li dar xist. Bi dehan Dayikên Aştiyê yên ji bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn. Dayikan bi çarikên xwe yên spî ya sembola aştiyê, cihe xwe di konferansê de girtin.
Hemû jî xwedî heman êşan bûn. Hinekan zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiribûn, hinekan hevjîn an jî xwişk û birayên xwe, ê hinekan gundên wan hatibûn şewitandin û hinek jî xizmên wan hatine mehkûmkirin. Ev jinên ku êşên wan dişibin hev, daxwazên xwe yên aştî û azadiyê yên tînin ziman, vê carê ji bo li Amedê biqîrin li hev civiyan. Me ji dayikên ku beşdarî konferansê bûn hêviyên wan ên ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pirsî.
‘Ger jê re dibêjin 'aştî' bila heqê wê bidin’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Ayten Yasli, diyar kir ku aştî du alî ye û vê pirsê dike: "Jê re dibêjin 'aştî'. Ger jê re dibejin 'aştî', bila heqê wê bidin. Birêz Ocalan heqê pêvajoyê da û bangek kir. PKK’ê heqê wê da û çekên xwe danîn. Gelê Kurd heqê wê da û êrenî pêşwaziya pêvajoyê kir. Gelo dewletê çi kir?”
‘Bila me mûjil nekin’
Ayten Yasli bi gotinên; "Kurdan gavek avêtin û paşve gav navêjin lê bila me mijûl nekin”, daxwazên xwe wiha rêz dike: "Em dixwazin bi awayekî azad zimanê xwe yê dayîkê biaxivin. Em dixwazin zarokên me ji girtîgehan berdin. Em dixwazin dayîkên gerîla û leşkeran êdî şînê negirin. Em dixwazin çapemenî jî vê pêvajoyê bi awayekî rast nîşan bide. Bila me kêm nebînin, em her dem li qadan bûn û pir baş dizanin ku me çi bi dest xistine. Em ê heta aştiya rastîn û bi rûmet pêk were, li qadan bin.”
‘Ocalan Rêberê me ye em azadiya wî dixwazin’
Ayten Yasli, dixwaze dewlet gavên samîmî bavêje. Ayten Yasli, diyar kir ku bi sedan girtiyên nexweş li benda dermankirin û tehliyeyê ne û wiha got: "Çima firoşkarên madeyên hişbir li derve ne û siyasetmedar li hundir in? Gelo edalet li ku ye? Em çawa dikarin ji vê re bibêjin aştî? Ez dixwazim dengê xwe bidim bihîstin; Ocalan Rêberê me ye, em azadiya wî dixwazin. Divê komîsyon biçe û hevdîtinê bike. Em naxwazin Ocalan di girtîgehê de bimîne. Em ê şopdarên vê pêvajoyê bin.”
‘Şansê dawiyê, bila baş binirxînin’
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Emîne Erbak, diyar kir ne tenê Kurd divê hemû gel ji bo aştiyek bi rûmet destê xwe bidin yek û wiha dibêje: "Divê dewlet gav bavêje û Abdullah Ocalan azad bibe. Divê girtiyên siyasî bên berdan."
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiya Kaya, diyar kir ku dixwaze konferans bibe konferansa dawî ya bi daxwaza aştiyê pêk tê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin, me bi salan di nava şer û xwînê de zarokên xwe winda kir lê ji bo ku di vê pêvajoyê de xwişk û biratiya rasteqîn pêk were divê edalet hebe. Em bi salan ji ber Kurdbûna xwe hatin qurbankirin. Ji bo azadiyê şansê dawî ye, bila baş binirxînin. Me di vê pêvajoyê de destên xwe xist bin kevir û heta aştî were em ê tiştên pêwist bikin.”
‘Sedema qeyranên civakî’
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Meyaser Korkmaz, bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên ji ber çareseriya pirsgirêka Kurd derdikevin holê. Meyaser Korkmaz got: "Li Rojhilata Navîn qeyranek heye. Derûniya piraniya mirovên li Tirkiyeyê dijîn xira bûye. Pirsgirêkên civakî hene. Di civakê de xirabûnek heye û li her malê ciwanek madeyên hişbir bi kar tîne. Ez li Rihayê dijîm, gelek caran bûm şahida bûyerên xirab. Ciwan fêrî madeyên hişbir bûne û divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ciwan bi madeyên hişbir re mijûl dibin, em nikarin vê pirsgirêkê bêyî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Gelo di bin van şert û mercan de dê malbat çawa di nava aramiyê de bijîn?” Dayîkên Kurd di têkoşîna azadiyê de gelek xizmên xwe winda kirin û êşa hemû dayikên ku beşdarî konferansê bûne dişibe hev.”
‘Ji bo ku zarokên din nemirin...’
Meyaser Korkmaz bi gotinên; "Ruxmê vê êşê jî hê dibêjin aştî” wiha dibêje: "Dayik dibêjin, 'Me ji bo azadiyê çar zarok dan. Bila zarokên dayikên din di vê dozê de şehîd nebin naxwazim yek ji zarokên dayikek din jî ji bo vê dozê şehîd bibe.' Abdullah Ocalan 27 sal in di girtîgehê de ye û hê jê baweriya xwe bi aştiyê diparêze. Ocalan hê jî dibêje aştî. Em li pişt banga Ocalan in. Piştî vê bangê dayîk li malê rûneniştin, her roj ji bo aştiyê li kolanan in û dê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Divê em hemû vê berpirsiyariyê bigrin ser milên xwe’
Dayika Aştiyê Amîne Erguner a ji navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî konferansê bû, da zanîn ku dixwaze konferans bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Dayîkan şer dît, bedanên perçebûyî yên zarokên xwe dîtin, girtîgeh û îşkence ditîn lê ruxmê vê yekê jî gotin aştiyeke bi rûmet. Ocalan berpirsyariya xwe bi cih anî. PKK’ê berpirsyariya xwe bi cih anî, gelo dewlet çi dike? Gelo em çawa baweriya xwe bi dewletê bînin? Meh derbas bûn lê hê jî gavek neavêtiye. Divê em berpirsyariyên vê pêvajoyê nehêlin li ser milên Rêberê xwe, li ser milên gel û dewletê jî berpirsyariyek heye. Divê em hemû vê berpirsyariyê bigrin ser milên xwe.”
‘Em hê jî bi gotina aştiyê di rê de ne’
Amîne Erguner, bi bîr xist ku dayîk ruxmê temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bi hêviya aştiyê di rê de ne û wiha berdewam dike: "Ez ji bo hatina vê derê du rojan di rê de mam. Em hê jî ji bo aştiyê di rê de ne. Em ê ji bo azadiya Ocalan, ji bo azadiya gel têkoşîna xwe bidomînin lê divê em bigihîjin çareserî û encamek.”
‘Dilê min şewitî bila dilê dayikên din neşewite’
Dayîka Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Orhan Tunç Esmer Tunc ku herdu kurên wê di dema qedexeyên derketina derve de li jêrzemîna avahiyek li Cîzîra Botan hatin qetilkirin, di nava dayikên beşdarî konferansê de bû.
Esmer Tunç a di meşê de zehmetiyê dikşîne û gopal bi kar tîne, hebûna xwe ya li Amedê bi van gotinan vegot: "Em mîna dayikên ji çar perçeyên Kurdistanê, ji bo aştiyê li Amedê ne. Em behsa biratiyê dikin lê ew hê jî dijminatiyê dikin. Zarokên min di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Birayê min jî di vê riyê de şehîd bû. Min ji malbata xwe 5 kesan winda kir lê ez hê jî dua dikim ku tu dayikek din negirî. Dilê min şewitî û ez dibêjim bila dilê dayikek din neşewite.”
‘Rojên ku em ê aştî û azadiyê bibînin nêz in’
Esmer Tunç da zanîn ku ji “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bi hêvî ne, bîranînek xwe wiha vegot: "Em li gund dijiyan, leşkeran mala min şewitand. Li malê wêneyekî birayê min û Rêbertî hebû. Me berê xwe da Cîzîrê. Ji ber ku nikaribûm wêne bi xwe re bibim, min di bin dîwarekî gund de veşart. Şeş sal derbas bûn û kurê min Orhan wê demê şeş salî bû. Min orhan girt û ji bo dîtina wêne çûm gund. Wê demê wêneyek jî qedexe bû. Lê niha posterên Ocalan li her derê vedibin. Ji bo Ocalan dirûşemên 'Serok Apo' diqîrin. Ev destkeftî ne, bi îzna Xwedê rojên ku em ê aştî û azadiyê bibînin nêz in. Ez dayîka Orhan û Mehemed im, ez hemû dayîkan silav dikim û silavên xwe ji Rêberê me Ocalan re dişînim."
‘Em azadiyê dixwazin’
Rabîa Kurtay a xwişka Ferhat Kurtay ku ji aliyê Kurdan ve mîna ‘Çaran’ tê nasîn û di sala 1982’an de ji bo şermezarkirina îşkenceyên li Girtîgeha Amede ya di bin rêveberiya Esat Oktay de xwe şewitand jî ji Qoserê beşdarî konferansê bû. Rabîa Kurtay, bi bîr xist ku weke malbat bi salan li ber deriyên girtîgehan rastî gelek îşkenceyan hatine û da zanîn ku aştî pir bi nirx e. Rabia Kurtay bi hêviya serkeftina pêvajoyê wiha dibêje: "Ez tiştên ku me di salên 1980’an de li ber deriyên wan girtîgehan dît, heft roj û heft şevan bibêjim xilas nabe. Em ruxmê hemû tiştan jî dibêjin aştî û azadî.”