Di 9 mehan de nêzî 205 milyon zarok ji bûyerên avhewayê bandor bûn

Save the Children, ragihand ku ji sala 2022’an vir ve li çar aliyên cîhanê nêzî 911 milyon zarok rastî karesatên avhewayê hatine. Li gorî raporê, di 9 mehên sala 2026’an de 205 milyon zarok ji ber rewşên neyînî yên avhewayê bi bandor bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî analîza nû ya Save the Children, hejmara salane ya zarokên ku ji karesatên giran ên avhewayê bi bandor bûne, li gorî pênc salên dawî bi qasî ji sedî 50 zêde bûye.

Di navbera Çileya 2022 û Îlona 2026’an de, her sal bi rêjeya 330 milyon zarok ji germahiya dijwar, ziwabûn, bahozên tropîkal û barana zêde bi bandor bûne. Ev hejmar di navbera salên 2017-2021’ê de bi rêjeya salane 222 milyon zarok bi bandor bûne.

Tenê di 9 mehên sala 2026’an de, nêzî 205 milyon zarok rastî bûyerên giran ên avhewayê hatine.

Ji sala 2022’an vir ve, li çar aliyên cîhanê nêzî 911 milyon zarok ango ji sê zarokan yek, ji ber karesatên bi giraniya cuda yên têkildarî avhewayê bi bandor bûne. Ev hejmar li gorî 5 salên berê ji sedî 17 zêdetir e.

Li Ewropaya Rojava ji du zarokan yek bi nexweşiyê ketiye

Li gorî analîzê, Ewropaya Rojava di sala 2026’an de herêma ku herî zêde ji bûyerên giran ên avhewayê bi bandor bûye ye. Li herêmê, ji du zarokan yek rastî bûyerên giran ên hewayê tê, di heman demê de pêlên germê yên li pey hev dê bibin sedema havîna herî germ.

Li Pasîfîk û Rojhilatê Asyayê, hejmara giştî ya zarokên bi bandor dibin zêdetir e. Ji sala 2017’an vir ve, li herêmê salane bi rêjeya 75 milyon zarok, an jî ji her heft zarokan yek, bi bûyerên giran ên avhewayê re rûbirû mane.

Save the Children destnîşan kir ku bûyerên hewayê yên dijwar dibe bibin sedema encamên demdirêj li ser tenduristî, perwerde û rehetiya zarokan. Diyar kir ku qirêjiya hewayê ji ber şewatên daristanan dibe ku nexweşiyên nefesê zêde bike û girtina dibistanan ji ber germahiya zêde xetera devjêberdanê, bi taybetî ji bo zarokên keç, zêde dike.

Banga fînansmana sotemeniya fosîl û avhewayê

Save the Children bang li hikûmet, şîrket û siyasetmedaran kir ku li gorî armanca 1,5 pileyê ya Peymana Parîsê, bikaranîn û piştgirîkirina sotemeniyên fosîl bi dawî bikin.

Rêxistinê her wiha daxwaz kir ku di danûstandinên avhewayê de perwerde were esas girtin û tedbîr bên girtin da ku zarok piştî karesatan bikaribin di şert û mercên ewle de perwerdeya xwe bidomînin.

Her wiha da zanîn ku welatên bi dahata bilind ku di dîrokê de emîsyonên wan ên serayê zêde ne divê li gorî prensîbên mafên zarokan û edaleta avhewayê, fînansmana avhewayê bidin welatên bi dahata kêm.