‘Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze gel bitirsîne’
Jinên bajarê Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze gel bitirsîne û gotin: “Li hemberî êrişan îradeya me xurt e, em tu carî dev ji axa xwe bernadin û em ê her dem li ser axa xwe bin.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250209-ajans-kalip-jpg888f62-image.jpg)
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê - Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Dewleta Tirk her ku diçe sivîlan zêdetir dike hedef. Bi balafirên bêmirov sivîlan hedef digre û hewl dide mirovan ji cîh û warên wan derxe.
Jinên ku di saziyan de dixebitin der barê êrîşan de helwesta xwe anîn ziman. Bêrîvan Mihemed a di Ofîsa Parastina Zarokan de dixebite diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e tola DAIŞ’ê ji Kobanê hilde û wiha got: "Jixwe 10 sal di ser berxwedana Kobanê re derbas bûn. Ev berxwedan ji tevahî dinyayê re bû mînak, bû deng ji cîhanê bi giştî re. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku tu zagonê nas nakin û tu pîvanên ehlaqî bi wan re tunebû, dîrok hat nivîsandin. Di sala 2014`an de DAIŞ di Kobanê de têk çû bi hemû derfetên xwe yên mal û can û leşkerî li hember Kobanê şer kir. Lê dîsa jî têk çû. Ji ber ku ev dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê ji Kobanê bigre. Ji bo vê her roj gel di komkujî û êrîşan re derbas dibe. Weke em hemû jî dizanin ku gelê me yê berê xwe didin Bendava Tişrînê ji bo parastina av, ax û bendava xwe, rastî komkujiyan tên. Dixwaze sivîlan bike hedefa êrîşên xwe da ku gelê Kurd tune bike, tirsê di nav wan de çêke."
‘Dixwazin gel bitirsînin’
Bêrîvan Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîş û komkujiyan dixwaze gel bitirsîne û wiha berdewam kir: "Armanca dewleta Tirk ew e ku gel bitirsîne. Bi balafirên xwe top û çekên xwe êrîşî gel dike û dixwaze tune bike. Lê em dibêjin em gelê Kurd tu carî dev ji axa xwe bernadin û em ê her dem li ser axa xwe bin, îradeya me xurt e tu carî têk naçe û lawaz nabe. Me soz daye em ê xwe bi rê ve bibin û bi sîstema ku Rêber Apo ji me re diyar kiriye, emê xwe bi rê ve bibin."
‘Dîsa jî şervanên me hêza xwe nîşan dane’
Xunav Bozan a ji Rêveberiya Ofîsa Parastina Zarokan e, diyar kir ku ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dewleta Tirk êrîşên xwe ranewestandiye, dixwaze şoreşê têk bibe û wiha berdewam kir: "Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dewleta Tirk kêliyek jî êrîşên xwe li ser gel ranewestandiye. Jixwe li ber çavan e, her dem êrîşî gel dike. Çi ji aliyê sivîl û leşker û zarokan ve êrîşî wan dike. Ne zagonên şer dizane ne jî rawestandinê dizane. Ji bo vê jî her roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan li ser sivîlan pêk tîne, wan qetil dike. Bi piranî sivîl in û di nav wan de zarok jî hene."
‘Li Sirînê zarokên li bazarê hatin qetilkirin’
Xunav Bozan diyar kir ku ev komkujiyên ku li ser gel tên kirin li ber çavên hemû dinyayê çêdibin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li bajarê Sirînê li navenda Sûka Sirînê zarokên ku li bazarê şînahî difrotin û pê debara xwe dikirin, bûn hedefa balafirên dewleta Tirk. Gelek kesên ku zarok jî di nav wan de hebûn, hatin qetilkirin. Li Eyn Îsayê jî malbatek ku li hev civiyabû, dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer wan hedef girt û di encamê de 10 kes hatin qetilkirin. Her wiha li hinek deverên din jî komkujî li ser sivîlan çêbûn, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Aşmê yê girêdayî bajarê Kobanê jî malbatên ku hatibûn ba hev, bişev rastî êrîşa dewleta Tirk hatin. 7 kesên ku zarok jî di nav wan de hebûn, jiyana xwe ji dest dan. Gelo dewletên navnetewî yên ku mafên zarokan diparêzin, nizanin ku mafên zarokên Kurdan jî heye ku mîna hemû zarokên din bijîn û li ser axa xwe bi ewlehî û bi aramî bijîn.”