Navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn dan cadeya ku lê hatibûn qetilkirin
Bi tevlîbûna gelek rojnamevan û çalakvanan wêneyê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê hatibûn qetilkirin hatin danîn û navê wan li wê cadeyê hate kirin.
Silêmanî – Bi tevlîbûna gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê wêneyên Şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê şehîd bûbûn hate danîn û ji bo ku tim bên bîranîn navê ‘Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn’ li cadeyê hat kirin.
Kampanya Çetir li vir daxuyaniyek da û çalakvanên tevlî çalakiyê bûn jî nêrînên xwe ji Rojnewsê re anîn ziman.
Çalakavan Herêm Ebûbekir diyar kir ku wan îro xwest rêya esasî ya Helebce-Silêmanî- Seyîdsadiq bi nave du şehîdên jin ên rojnamevan biguherînin û got: “Ev ne şehîdên me yên destpêkê ne. Çiqasî dijmin ji dengê azad bitirse, ji bo wê ewqasî êriş dibe ser rojnamevan û kesên çalakvan. Ev yek jî bêhêzî û desthilata wan nîşan dide.”
Ebûbekir diyar kir ku çiqas dijmin rojnamevan û çalakvanan bikin hedef û şehîd bikin, ewê wan bikin sembolên xwe û got: “Navê wan şehîdan li cihên lê şehîd bûne dikin û wefadariya xwe ji bo wan nîşan didin.”
Daxuyaniya Kampanya Çetir ji aliyê Rojnamevan Hawrê Karwan ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew çiqasî rojnamevanan bikin hedef û şehîd bikin wê navê wan li rê û kolanan bikin heta heta bimînin weke sembol.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hikûmet bi rêya kuştin û zextê ya li ser rojnamevanan mafê gihandina agahiyan a civakê binpê dike û ev hate gotin: “Di roja îro de ji ber berjewendiyan şerê tê kirin li Rojhilata Navîn bûye navenda cengê. Herî zêde ev şer li Kurdistanê ye û herî zêde mafê Kurdan heye ku agahiyên rast bigire. Ji bo wê hemû hewldan tê danîn ku rojnamevanan bêdeng bikin ku rastiyan ne ragihînin. Li her derê cîhanê rojnamevan tên kuştin ji bo rastî di tarîtiyê de bimîne.”
Herî dawî ev hate gotin: “Kuştina rojnamevanan sûce û êrişeke li ser mafê mirovane. Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji ber rastiyên sûcên şer kifş kirin bûn hedefa dagirkeran. Dîsa di dewam peyamê de bal kişand ser êrişa li Çarqûrne ya ku rojnamevan Azîz Koyluogu şehîd bû û ev hate gotin: “Şehîdkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû bû deqek din a reş li ser rûyê desthilat û hikûmetê. Ev yek nîşan dide ku dagirker û dardestên wan çiqas ji rastiyan ditirsin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an di encama êrişeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagiker ya li Seyîdsadiq a Silêmaniyê karwanê rojnamevanan bû hedef û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û gelek rojnamevan birîndar bûn.