Jinên li Bendava Tişrînê nobedarî dikin: Em ji hêza xwe bawer in
Jinên Kobanê ku ev çar car in berê xwe didin Bendava Tişrînê, destnîşan kirin ku êrîşên dagirkeriyê tu car berxwedan û îsrara wan lawaz nake û gotin: “Em di parastina ax, av û enerjiya xwe de bibiryar in.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250210-20250209-almadt-jpgdf0b4f-image-jpgc3cf85-image.jpg)
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8'ê kanûna 2024'an de dest bi êrîşên li ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozakê kirin. Li hember van êrîşan Hêzên Sûriye Demokratîk QSD û Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê berxwedanek dîrokî bi armanca parastina bendavê û gelê herêmê, meşandin. Ev êrîş heya vê kêliyê jî didomin. Domandina êrîşan wê xeterên mezin bide bi hezaran kesên li herêmê û bendav wê ber bi hilweşandinê ve here.
Ji bo parastina av ax û enerjiya xwe nobedar in
Tevî bêdengiya navnetewî jî, gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê, bi berxwedanî û têkoşînê bersiva êrîşên dagirkeriyê dan. Bi rêya çalakiya nobedê ya ku li Bendava Tişrînê ji 8'ê Çileya îsal ve destpêkirine, hewl didin ku av, ax û enerjiya xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin. Ji roja destpêkê ya çalakiya nobetan û heya niha dewleta Tirk a dagirker konvoya gel dike hedefa êrîşên xwe. Di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.
Jinên bi biryar nirxên xwe diparêzin
Di 6'ê Sibatê de, şêniyên bajarê Kobanê ya kantona Firatê cara çaremîn berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku parastina bendava xwe bikin. Jinên ku beşdarî çalakiya nobedê bûne diyar kirin ku wê tu car dev ji berxwedana xwe bernedin û di parastina bendava xwe de bi îsrar in. Jinan destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin.
'Bendav hilweşe dê felaketên jîngehî çêbin'
Zozan Xelîl behsa armanca hebûna wan a li bendava Tişrînê kir û da zanîn ku ev cara çaremîn e tên nobetê. Zozan ev der wek ‘bendava têkoşîn, berxwedan û şehîdan’ binav kir û wiha got: “Armanca me ji vê yekê ew e ku parastina ax, av û elektrîka xwe ji êrîşan bikin. Hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan bendavê û tevî êrîşan û hedefgirtina sivîlan, gel tu car netirsiya û gav paşve neavêt. Bi hilweşandina bendavê re, ewê felaketên mirovî û jîngehî li ser herêmê çêbin. Tevî hedefgirtina sivîlan û pêkanîna komkujiyan a li ser wan jî, em dîsa berê xwe didin bendavê û ji wir ala berxwedanê bilind dikin. Em di berxwedan û têkoşîna xwe de ji bo parastina bendavê de bi îsrar in. Berxwedana me ranaweste heya ku êrîşên hovane li ser bendavê ranewestin. Ev êrîş tu car îsrar û biryara me ya di tekoşînê de lawaz nake.”
'Em bi hêza xwe bawer in'
Sewsen Ebes ku yek ji beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê ye jî da zanîn ku beşdarî vê çalakî û berxwedanê bûye da ku bikaribe parastina bendava xwe bike û wiha got: “Em bi saya hêzên xwe îro li bendavê berxwedanek dîrokî dimeşînin. Em ê li hember hemû êrîşên dagirkeriyê rabin. Tevî ku me li vir birîndar û pakrewan jî dan, dîsa jî berxwedana me lawaz nabe. Ev jî îsrar û biryara me xurtir dike. Gel, bi rihê şerê gelê şoreşgerî, berxwedan û têkoşîna xwe li hember êrîşan didomînin. Her wiha destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin. Ev berxwedanî di dîrokê de tên nivîsandin. Em bêdengiya navnetewî ya li hember êrîşên dagirkeriyê ku li Bendava Tişrînê sivîlan dike hedef, şermezar dikin. Em destek ji tu kesî naxwazin, emê desteka hêzên xwe, bikin û axa xwe biparêzin. Em bi hêza xwe bawer in ku ewê axa xwe nedin destê dagirkeran. Li bendava şehîdan berxwedan û efsaneyên dîrokî tên nivîsandin."