Maryam Sadat Yahyavî li ber girtîgeha ku jê azad bû çalakî lidar xist

Parazvana mafên mirovan Maryam Sadat Yahyavî, piştî ku salek girtî ma hat berdan. Maryam li ber Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî pankarta ku navê wan li ser nivîsandî ye vekir û dirûşma “Ji darvekirinê re na” qêriya.

Navenda Nûçeyan – Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, zextên xwe yên li ser jinan zêde kir. Îran gefên darvekirinê li jinan dike û girtina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji van jinan jî parazvana mafên mirovan Maryam Sadat Yahyavî ye.

Maryam, bi qasî salek di Girtîgeha Evînê de hat hiştin û paşê hat berdan. Maryam li ber Girtîgeha Evînê, ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên ku cezayê darvekirinê xwarine, çalakî lidar xist.

Maryam pankartek ku li serê navên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye nivîsandin vekir û slogana “Ji darvekirinê re na” qêriya. Maryam Sadat Yahyavî banga ‘cezayên darvekirinê yên ku we li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî û hemû girtiyên din ji ber sûcên bêbingeh birîn, betal bikin” li Îranê kir.