Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bîbir anîn

Denîz Poyraz a 17’ê Hezîrana 2021’an di encama êrişa avahiya HDP ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li heman cih û seata hatibû qetilkirin, hat bibîr anîn.

Îzmîr - Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, di 1'emîn salvegera qetilkirina xwe li avahiya partiyê hat bibîr anîn.

Di salonê pankartên bi nivîsa “Li ser sifra rojê, li ser rêya Denîzan” hat daliqandin û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berz kirin.

Di bîranînê de Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay aixfî û wiha got: “Ev der sêyemîn bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye û li dijî partiya mezin a sêyemîn komkujiyeke bêperwar pêk hat. Êrîşeke wiha heta niha nehat dîtin, gelek êrîş pêk hatin. Armanca wî tunekirina siyaseta demokratîk bû. Em dizanin ku tunekirina îradeya gel e û jiyana desthilatdariyên faşîst diparêze. Denîz wê rojê li vir tenê bû. Kesê kûjer destê xwe hêjand û bi vê rehetiyê het avahiyê. Dema em hatin vir me dît, partiyek ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û li hemberî wê kona wî hebû. Ev der hertim tê şopandin.”

“Em xwedî li Denîza xwe jî derdikevin”

Serpîl Kemalbay diyar kir ku gel bi têkoşînê re bersiva pêwîst daye kesên qetlîaman pêk tînin.

“Dixwazin kesek xwedî li partiya me dernekevin. Em xwedî li Denîza xwe jî derdikevin, xwedî li HDP’ê jî derdikevin û gavekî piçûk jî paş ve navêjin. Em têkoşînê xurtir bidomînin. Bi îlhama ku em ji Denîzê digirin û bi giredanbûna me ya bi xeyalên wê, emê têkoşîna xwe bidomînin. Dixwazin HDP’ê bigrin, lê li Amedê partiya wan ji aliyê gel ve hat girtin. Ji bo bi dawîkirinavan polîtîqayên qirêj, çi ji destê gelê me tê wê bike û dê wan bişîne sergoreya dîrokê.”

Bîranîn piştî deqeyek rêzgirtin bi dawî bû.