Di 697’emîn hefteya çalakiya Xizmên Wendayan de serpêhatiya Serhatê 13 salî hat xwendin

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya 697’emîn de serpêhatiya Serhat Kazak ê 13 salî ku di sala 1992’yan de ji ber kefiya kesk, sor û zer li serê xwe pêça bû û hatibû qetilkirin, xwendin.

Amed - Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 697’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu li dar xist. Rêveberên MED-DER û TUAY-DER’ê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. 

Vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya windakirina Serhat Kazak ê 13 salî ku di hezîrana 1992’yan de li navçeya Şemzînana Colemêrgê hatibû qetilkirin. Kazak ê ku ji ber ku kefiya kesk, sor û zer li serê wî pêçandiye, tê qetilkirin û piştî tê qetilkirin cenazeyê wî datînin ber deriyê mala wan. Serpêhatiya Kazak, ji aliyê endamê Komîsyona Windayana ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. 

Ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin

Akdenîz anî zman ku Kazak xwendekarê dibistanê pola 5’an e û ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî wê dikujin cenaze dibin datînin ber deriyê mala wan. Akdenîz ji Serhatê biçûk dixwazin ku kefiya xwe derxe lê Serhat dibêje ku ew ji ber kurd wê kefiya xwe dernexe û wî ewilî winda dikin û paşê jî qetil dikin. Akdenîz destnîşan kir ku şahidên bûyerê jî destnîşan kirine ku Serhat Kazak ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kuştin. Akdenîz anî ziman ku apê Serhat Kazak diyar kiriye ku bi ceyranê îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û şopên îşkenceyê li ser laşe wî hebûne û otopsiya wî nehatiye kirin. Akdenîz da zanîn ku ji wê rojê vir ve dosyeya Kazak wek dosyeya kiryar nediyar di refikan da cihê xwe digire. 

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.