Dayîkên Şemiyê aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn

Dayîkên Şemiyê aqûbeta Vejdîn Avcil ê ku 17 sal piştî windabûna wî perçeyên kincên wî li goristana bêkesan hatin dîtin, pirsîn û gotin: “Kî bû sedema mirina wî, kê gora wî 17 salan ji malbatê veşart, kiryar û berpirsyarên vî sûcî kî ne?”

Stenbol - Mirov/Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di girtîgehê de hatin qetilkirin bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 1003’an de hatin cem hev.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Musa Pîroglû û parêzvanên mafan beşdarî çalakiya Dayîkên Şemiyê bûn.

Aqûbeta Vejdîn Avcil hat pirsîn

Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Vejdîn Avcil ê ku di 12’ê Hezîrana 1994’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û hestiyên wî di goreke komî de hatin dîtin, hat pirsîn. Mirova Şemiyê Îkbal Eren metna daxuyaniyê xwend. Îkbal Eren da zanîn ku her kes xwe ji bo cejnê xwe amede dikin, lê ew hatin qadan û li aqûbeta xizmên xwe pirsîn û wiha got: “Li Tirkiyeyê mekanîzmayên îdarî û dadwerî bi awayekî bi bandor naxebitin. Di 12’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Adakentê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji aliyê leşker û cerdevanên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Dêrikê ve operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de 5 gundî hatin binçavkirin. Di nava 25 rojan de 4 gundî hatin berdan. Hat redkirin ku bavê 5 zarokan Vejdîn Avcil ê 30 salî hatiye binçavkirin. Di lêpirsîna (hêjmar 1994-141) de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê ve derbarê bûyerê de hat kirin de, dosyaya (Roja 21.6.1994) bi biryara nebaşiyê ji Serdozgeriya Komarê ya Ewlekariya Dewletê ya Amedê re hat şandin.”

‘Malbata wî diyar kir ku Vejdîn Avcil hatiye binçavkirin’

Îkbal Eren bûyera qewimî wiha vegot: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê, li ser belgeya ku di 14’ê Tîrmeha 1994’an de ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrikê Musa Çîtîl ve hatiye amadekirin de, biryar da ku ‘Ji bo 4 gumanbarên ku Vejdin jî di nav de qetilkirî hatine girtin, ne hewce ye ku bên darizandin’. Piştre belge hatin îmhakirin. Di belgeya ku ji aliyê Fermandarê Cendirmeyên Navçeya Dêrikê Musa Çîtîl ve hatiye amadekirin de hatiye nivîsandin ku Vejdîn di pevçûnê de mirî hatiye girtin, lê li gorî rapora otopsiyê hatiye nivîsandin ku bi yek guleya li serê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye. Malbata wî bawer dikir ku Vejdîn Avcîl hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de ew birin qada operasyonê, dehf dan eniyên şer û bi zanebûn bû sedema mirina wî.”

‘Li goristana bêkesan perçeyên kincên Vejdîn Avcil hatin dîtin’

Îkbal Eren wiha berdewam kir: “Piştî bûyerê 17 sal şûnde, di gora komî ya ku li Goristana Bêkesan tê vekirin de, perçeyên cilan û hestiyên Vejdîn Avcil hatin dîtin. Di sala 2012’an de der barê Fermandarê wê demê yê Cendirmeya Dêrikê Musa Çîtîl de bi îdiaya ‘Bi binçavkirina 13 sivîlan bi awayekî kêfî û bi awayekî lezgîn înfaz kirine’ Vejdîn Avcil jî di nav de, dozeke giştî hat vekirin û 13 caran cezayê muebeda girankirî ji bo wî hat xwestin. Musa Çîtîl ku bêyî girtî dihat darizandin di 21’ê gulana 2014’an de di rûniştina biryarê de hat berdan.”

Îkbal Eren bertek nîşanî polîtîkayên bêcezakirinê da û got: “Mafê me heye ku em zanibin: Ger ne Musa Çîtîl be, kî bû sedema mirina Vejdîn Avcîl dema ku di bin destê dewletê de bû, bi dizî li Goristana Bêkesan bi qeydên sexte kê veşart û 17 salan kê gora wî ji malbata wî veşart? Berpirs û berpirsiyarên vî sûcî kî ne?”

Piştre nameya kurê Vejdîn Avcil, Yasîn Avcil hat xwendin.