Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min di rêya heqîqetê de canê xwe feda kir

Dayika rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe Bîlgîn got, “Keça min şopdarê heqîqetê bû. Rêya gelê xwe hilbijart û ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.”

Navenda Nûçeyan – Malbata rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku roja 19’ê Kanûnê (2024) dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin, li ser riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirrînê di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dagirkeran de, li gel hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan hat qetilkirin, serdanên sersaxiyê qebûl dike.

Îro jî gelek kes çûn serdana malbata Bîlgîn a li navçeya Midyat a Mêrdinê û sersaxî xwest.

Dayika Cîhan Bîlgîn Katibe Bilgîn ku sersaxî qebûl kirin, li ser keça xwe axivî.

Dayika Bilgîn wiha got: “Xwedê heqê Cîhana min û heval û hogirên wê li erdê nehêle. Hêvî xwedê ye. Cîhana min bi xîret bû, heqîqet dişopand, edalet xwendibû.

Cîhana min her tişt dizanî, her tişt dikarî, her meslek bi destê wê diket. Lê hes ji vê rê kir, hes ji riya miletê xwe kir, canê xwe ji miletê xwe re da.”