‘Em ê bi rihê hevgirtinê destkeftiyên xwe biparêzin’

Jinên ku di sala 2014`an de di şerê Kobanê de li hember çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa nîşan dan, anîn ziman ku wê li hember DAIŞ’a nûjên û dewleta Tirk a dagirker jî li berxwe bidin û axa xwe biparêzin.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yê di sala 2014-2015’an de jinên ji bajarê Kobanê jî cihê xwe di nav berxwedaniyê de girtin û heta axa xwe rizgar kirin, li ba şervanan cî girtin. Bi berxwedana jinan û şervanan Kobanê ji dijmin hat rizgarkirin. Li ser êrîş û gefên îro jî jinan gotin ku “Bi ruhê şervanên me, em gihîştin vê rojê ku dewleta Tirk êrîş û gefên xwe li ser Kobanê yekser pêk tine. Lê em jinên Kobanê, çawa ku me Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kir emê nehêlin ku dewleta tirk jî têkeve nava axa me.”

Jinên ku di Şerê Berxwedaniya Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê liberxwe dan, ji ajansa me re axivîn û behsa berxwedaniya jinên Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê kirin. Jinan diyar  kirin ku çawa li  hember çeteyên DAIŞ’ê liberxwe dane ew ê îro jî  li hember van gef û êrîşên dewleta Tirk jî li berxwe bidin.

‘Her çar parçeyên Kurdistanê tevlî şerê Kobanê bûn’

Endama însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan Eyşe Efendî yek ji jinên Kobanê ye ku di nav şerê berxwedaniya Kobanê de cih girtiye. Eyşe li ser berxwedaniya Kobanê got ku di sala 2014`an de şerekî dijwar di hundirê Kobanê de derketiye û wiha berdewam kir: “Her çar parçeyên Kurdistanê tevlî şerê Kobanê bûn. Berxwedaneke ku bi jinên cîhanê re çêbû. Jinên Hêza Parastina  Cewherî liberxwe dan, li kolanên xwe parastina xwe dikin. Berxwedaniya Kobanê bû sîstemek ku ji sedî 70’yê jinan di nav berxwedaniyê de şer kir û liberxwe dan. Jinên ku temenê wan 40-50 salî bû û di nav Hêza Cewherî de cihê xwe girtibûn jî ketin nava berxwedaniya Kobanê û şer kirin.”

‘Em ê bi rihê hevgirtinê destkeftiyên xwe biparêzin’

Ayşe Efendî diyar kir ku ewê destkeftiyên xwe yên ku di sala 2014`an de bidest xistine  ji dijmin biparêzin û wiha berdewam kir: “Wek şervanên ku li serê çiyayan şer dikin û şervanên parastina civakê  ku çawa azadî rast fam kirine. Azadî, azadiya hizrê, ya felsefê ye, ya jinên Kurd e, ya civakê ye, rast girtine û bi destê xwe xistine. Em ê bi rihê hevgirtinê destkeftiyên xwe biparêzin û bi rihê berxwedaniya şehîdên Kobanê û jinên kurd em ê destkeftiyên xwe ji dijmin biparêzin.”

 ‘Îsal, sala Kobanê ya xala man û nemayê ye

Eyşe Efendî derbarê êrîşên dewleta Tirk û gefên wê yên li ser Kobanê de jî anî ziman ku çawa li hember DAIŞ’ê liberxwe dane ewê li hember dijmin, li hember dewleta Tirk jî liber xwe bidin. Eyşe wiha got: “Em ê van êrîş û gefên wê yên li ser Kobanê, vala derxin. Îsal, sala Kobanê ya xala hebûn û nemayê ye. Divê em jî destên bidin hev, ji ber ku armanca dewleta Tirk tunekirina kurdan e. Di vê demê de ji bo ku em zêdetir cihê xwe di nav Sûriyeke Demkoratîk de bigirin, dive em zêdetir li ber xwe bidin. Ji bo jin jî di nav Sûriya nû de bibe xwedî cihek. Daxwaza min e ku em Kurd destê xwe bikin yek, ji bo ku Kobaniya xwe li hember dijmin biparêzin.” 

‘Berxwedana Kobanê ew ê bidome’

Fatmê Bilal a ku jinek ji Kobanê ye jî, di nav şerê Kobanê de cihê xwe girtiye. Fatmê diyar kir ku ev êrîşên Dewleta Tirk li ser Kobanê ewê ji aliyê wan ve bên şikandin û wiha got: “Çawa ku me çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de têk bir û me Berxwedana Kobanê kir berxwedana jinan, em ê van êrîşan û gefan jî vala derxin.” Fatmê Bilal anî ziman ku dema DAIŞ ketiye Kobanê ji malên xwe derketine, yên ku di nav şer de mane l berxwe dane û wiha got: “Li pişta me Kurdan kes tuneye. Ji bo vê jî me liberxwe da. Em ji malên xwe derketin lê me di nav Şerê Kobanê de liberxwe da. Çawa ku li Kobanê me liberxwe da, em ê li ber van êrîşên dewleta Tirk jî liberxwe bidin. Heta ku em li cihê xwe ne, tu kes nikare me ji cih û warê me, heta ji welatê me derxe.”

‘Emê van gef û êrîşan rawestînin’

Fatmê Bilal derbarê gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê de jî wiha got: “Me çawa li Kobanê liberxwe dabe emê li hember Dewleta Tirk jî liberxwe bidin. Em ê van gef û êrîşan rawestînin. Dewleta Tirk dixwaze ku me talan bike, ji cih û warê me derxe, lê bi rihê berxwedaniya Kobanê emê careke din li ber xwe bidin û tu car nehêlin ku dijmin têkeve axa me. Çawa ku em berê ji Kobanê derneketin, emê niha jî heta dawî liber xwe bidin.”