Yekîtiya Jinên Ciwan: Em rê nadin dagirker derbasî Kobanê bibin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê bi daxuyaniyekê tevlî sefeberiya ku hatiye îlankirin bûn û tekez kirin ku ewê rê nedin dewleta Tirk derbasî Kobanê bibe û wê li dijî êrişan parastina xaka xwe bikin.

Kobanê- li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jî li ser bajarê Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê bi daxuyaniyekê tevlî sefeberiya ku li herêmê hatiye îlankirin bûn.

Daxuyanî li ber navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê ji aliyê Îslim Beko ve hat xwendin.  

Daxuyanî wiha ye:

"Em weke Jinên Ciwan ên Bajarê Kobanê seferberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat îlankirin tevlê dibin. Em dibêjin em ê li hember van êrîşan li ber xwe bidin, çawa ku me çeteyên DAIŞ’ê  li Kobanê têk bir em ê dewleta dagirker jî li Kobanê têk bibin .Dawiya dewleta dagirker wê li Kobanê têk çûn e. Me DAIŞ di Kobanê de bin xist û tune kir emê Dewleta aagirker jî tune bikin. Emê tu carî nehêlin ku kes pêla axa me bike ev ax, axa me ye axa ku bi şehîdên me hatiye avakirin.  Me bi hezaran şehîd dane em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Heta dilopek xwîn di laşê me de heye em vê axê bernadin.

Çi êrîşên ku li ser me tên kirin em ê helwes û bersiva xwe her tim dibin. Em weke jinên ciwan tu carî nahêlin ku dewleta Tirk a têkeve axa me ev ax bi şehîdan hat avakirin .Em weke jinên ciwan di her alî de dibêjin amade ne ji bo şer û parastina welatê xwe di her  aliyê de bikin. Jinên Ciwan her tim li berxwe bidin û heta dawiyê dê axa xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dûrşmeya "Jin Jîyan azadî " û " Bijî Berxwedana QSD" bi dawî bû.