Rojenmevanên Şengalê: Em ê kameraya Cîhan û Nazim li erdê nehêlin
Endamên ragihandina azad a Şengalê hevreyên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe jidest dabûn, bibîr anîn û bi gotina “Em ê kameraya Cîhan û Nazim li erdê nehêlin” soza şopandina rêya wan dan.
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirînê de, di encama êrîşa SIHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe jidest dan. Rojnemevanên jin yên Şengalê li nêrînên xwe yên der barê êrîşê de anîn ziman. Rojnemevanan diyar kirin ku ew her dem şopdarên rastiyê ne û heqîqet çend bedêlan jî bixwaze, ewê heta dawiyê ji bo ragihandina heqîqetê têbikoşin.
‘Dengê heqîqet û rastiyê têk naçe’
Bêrîvan Çiya ku pêşkêşvana Çira TV’yê ye, bal kişand ser hedef girtina rojnemevanan û diyar kir ku êrîş û qetilkirin, ewê nebin sedem ku ji rastiyê dûrkevin. Bêrîvan wiha got: “Di serî de em berxwedana Gelê Rojava silav dikin û şopînerên wê berxwedan û rastiyê em silav dikin. Em hemû rojnemevanan silav dikin. Di sala 2024’an de bi giştî êrîşên pir cûda li ser rojnemevanan hebûn. Li Rojava, Şengal, Silêmaniyê û bakurê Kurdistanê rojnemevan hatin şehîdkirin û binçavkirin. Bi taybetî jî rojnemevanên jin pir hatin hedefgirtin. Yên ku rastiya civakê û berxwedaniya wê radigihînin rojnemevan in, yên ku qirêjî û rastiya desthilatdaran jî radigihînin rojnemevan in. Îsal li Şengalê jî ereba ku hevalên me yên rojnemevan di nav de bûn, hate hedef girtin û hevalekî me şehîd bû. Li Silêmaniyê bi heman şêwazî du hevalên me yên Rojnemevan ku li ser xeta azadiyê û riya heqîqetê dimeşiyan, bûn hedef.”
‘Dengê rastiyê ewê her dem bilind be’
Bêrîvan Çiya diyar kir ku pênûs û kameraya rojnemevanên şehîd wê li erdê nemîne û ewê her dem rastiyê ragihînin. Bêrîvan wiha got: “Bi qetilkirina rojnemevanan wê qirêjiya dijminan neyê veşartin. Emê heta dawiyê tekoşîna wê bikin ku rastiyê ragihînin. Hevalên me Cîhan û Nazim bi balafirên dewleta Tirk hatin hedefgirtin û gihîştin asta şehadetê. Di serî de em sersaxiyê ji malbat û rêhevalên wan re dixwazin. Em jî wek keçên Êzidî û rojnemevanên jin, soza xwe nû dikin û em dibêjin tu kes nikare dengê rastiyê qut bike. Şehadeta her hevalekî me ku çêdibe me dêşîne, lê belê kamera û pênûsa hevalên xwe em radikin û dibêjin tu kes nikare rojnemevanên jin ji dengê rastiyê dur bixe. Rojnemevantî bi armanc hatiye destpê kirin. Me sozek daye ku qirêjiya dijminan ku li ser civakê sepandiye em derxin holê û bi raya giştî bidin hisandin. Malbatên rêhevalên me yên Şehîd bila bizanibin ku zarokên wan zarokên wê civaka ku bûn dengê wê bûn, zarokên gelek û netewekî ne, bila rihê şehîdên me şa be û em soza xwe ji wan re dûbare dikin.”
‘Em ê li dijî êrîşan her dem bihêz bin’
Endama Ragihandina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Emîra Zozan jî bal kişand ser êrîşên li ser rojnemevanan û wiha got: “Di serî de em şehîdên riya azadiyê bibîr tînin. Wek tê dîtin êrîşên berfireh li dijî ragihandina azad têne meşandin. Ji ber ku ragihandina azad deng û rengê rastiyê ye. Li çar perçên Kurdistanê êrîş dibin ser rojnemevanan. Wek ragihandina jinê ya Şengalê emê li dijî van êrîşan her dem bibin bersiv. Şerekî taybet li ser jin û civakê tê meşandin, bi riya ragihandinê û sosyal medyayê. Ya ku rastiyê ragihîne û li dijî şerê taybet serî rake, ragihandina jina azad e. Ji bo wê jî dewleta Tirk êrîşî ragihandina azad dike.”
‘Her dem emê heqîqetê ragihînin’
Emîra Zozan di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina riya heqîqetê dûbare kir. Emîra wiha got: “Dagirkeriya Tirk 24 setan li dijî civakên azadîxwaz êrîşan dike. balafirên wan ji ser Şengal, Mexmûr û Rojava naçin. Civakê qetil dikin. Lê çiqas rêhevalên me şehîd bibin û em windahiyan jî bidin, emê li ser xeta azadiyê dengê heqîqetê ragihînin. Bila kameraya me li ser milê me be û em şehîd bibin, baştir e ku em bê rûmet jiyan bikin. Bila hevalên me yên Şehîd rihet razên, emê rê nedin ku kamera û pênûsa wan li erdê bimîne, her dem emê rastiyê ragihînin û xeta wan a pîroz bişopînin. Li rojavayê Kurdistanê berxwedaniyek mezin hat meşandin, ji bo şopandina wê berxwedanê hevalên me yên rojnemevan 24 setan bê navber kedek mezin dan. Em ji malbatên hevalê xwe yên şehîd re sersaxiyê dixwazin û em soza xwe jî dûbare dikin ku emê kameraya wan li erdê nehêlin.”