‘Bila her kes li dijî kuştina jinan dengê xwe bilind bike’
Salîha Bozkurt a dayîka Gonul Alkan ku tevî biryara parastinê, ji aliyê hevjînê xwe yê di dema hevberdanê de li ber çavê çar zarokên xwe hat kuştin, ji bo danişîna ku wê di 18’ê Mijdarê de bê dîtin, banga piştevaniyê kir.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li Tirkiyeyê, her roj nêzî sê jin tên kuştin. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di 9 mehên ewil ên sala 2026’an de 213 jin hatin kuştin. Yek ji van jinan jî Gonul Alkan bû. Der barê wê de biryara parastinê hebû, ji tundiyê reviyabû, xwe spartibû mala dayîka xwe. Lê belê Gonul Alkan nehat parastin. Salîha Bozkurt a dayîka Gonul Alkan a 33 salî ya tevî biryara parastinê, ji aliyê hevjînê xwe yê di dema hevberdanê de li ber çavên çar zarokên xwe hat kuştin, dixwaze kiryarê keça wê cezayê herî giran bigre.
Gonul Alkan, di 18’ê Sibata 2026’an de ji aliyê Kemalettîn Alkan ê ku di dema hevberdanê de bû, biryara dûrxistinê der barê wî de hatibû dayîn ve hat kuştin. Kiryarê ku gelek qeydên wî yên sûc hene û ji girtîgehê hatibû berdan, tevî gilî û biryara dûrxistinê jî Gonul Alkan kuşt. Danişîna ewil a dozê ya der barê kujer Kemalettîn Alkan de bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn a hevjîn" bi daxwaza cezayê muebetê ya heta hetayê hatibû vekirin, hat dîtin. Heyeta dadgehê, bi armanca temamkirina kêmasiyên di dosyayê de dozê taloqî 18’ê Mijdara 2026’an kir.
‘Ev hovîtî ye’

Salîha Bozkurt diyar kir keça wê Gonul Alkan 14 sal zewicandî bû wiha axivî: “Di tevahiya 14 salên zewaca xwe de, rastî her cure tundiyê hat. Tu pêdiviyên madî yan jî manewî yên keça min bi cih neanî û tenê tundî û heqaret lê dikir. Keça min êdî vê yekê qebûl nekir û hat gel min lê wî mirovê hov li ber çavên çar zarokên xwe Gonul kuşt. Ev hovîtî ye. Piştî vê hovîtiyê jî der barê keça min de derewan dike û bêbextî lê dike.”
Salîha Bozkurt, da zanîn ku kiryar di rûniştina dozê de îfadeyên derewîn daye û di dadgehê de îdia kiriye ku rastî tundiyê hatiye. Salîha Bozkurt wiha domand: “Kiryar dibêje ku ‘Hevjîna min li min xist.’ Ger hêza me têr kiribûya dê nikaribûya li ber çavên min gelek caran kêrê li keça min bixista. Qeydên wî yên sûc 21 in. Divê dewlet tedbîran bigre, dilê bi hezaran dayîkan dişewite. Bila êdî dewlet kiryaran efû neke. Em wekî dayîk nikarin vê êşê rakin. Li ber çavên min keça min kuşt. Ez nizanim çi bibêjim, weke miriyek im.”
‘Bila ne kiryaran jinan biparêzin’
Salîha Bozkurt, tekez kir ku divê êdî dewlet li dijî kuştina jinan tedbîran bigre û diyar kir ku her roj jinek tê kuştin. Salîha Bozkurt, axaftina xwe wiha domand: “Tevî hemû tiştan jî kiryaran diparêzin. Bila ne kiryaran, jinan biparêzin. Bila cezayên giran bidin wan. Dema ceza bidin wan dê hinek dilê me rehet bibe. Ez ji dema danişîna dawî ya dadgehê û vir ve bi ser xwe ve nehatime. Bi awayekî eşkere derewan dike. Berê min tenê salê carek serdana mala keça xwe dikir, ji ber wê yekê jî keça min rastî tundiya wî dihat.”
Banga piştevaniyê
Salîha Bozkurt, bi bîr xist ku rûniştin dê di 18’ê Mijdarê de danişîn hebe û bang li hemû kesan kir ku li dadgehê piştevaniyê nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Divê hemû kes li dijî kuştina jinan dengê xwe bilind bikim. Bila êdî tu jin neyê kuştin. Bi hezaran jin hatine kuştin. Divê êdî tu dayîk ji ber van hov û kujeran mirina zarokên xwe nebîne. Keça min 33 salî bû hat kuştin û çar zarok bê dayîk man. Ez edaletê dixwazim.”
‘Îfadeyên kiryar bi nakok im’

Parêzer Medîne Turantaylak a yek ji parêzerên dozê ye, diyar kir ku hatiye xwestin kiryar bi cezayê kuştina bi qestî ya hevjîn bê cezakirin û wiha pê de çû: “Em bawer dikin ku kiryar bi planeke pêşwext hevjîna xwe kuşt. Me daxwaz kir ku delîlên têkildarî plana pêşwext ên berê nehatibûn komkirin, werin berhevkirin. Dadgehê daxwazên me qebûl kir û ji bo komkirina delîlan biryara navberê da. Danişîna duyem dê di 18’ê Mijdarê de pêk were."
Medîne Turantaylak, da zanîn ku kiryar li dadgehê îfadeyekî nû ya bi îfadeya wî ya berê re bi nakoke daye û got: "Di dozên kuştina jinan de piraniya kiryarên mêr îfadeyên derewîn didin da ku li ser bingeha 'tehrîkkirina neheq' cezayê wan were kêmkirin. Di vê dozê de jî kiryar der barê tehrîkkirina neheq de îfadeyên bi nakok dan. Ev doz encamên giran ên polîtîkaya bêcezatiyê nîşan dide. Bersûc berê li gorî yasayên cîbicîkirina ceza, ji girtîgehê hatibû berdan û piştî berdanê hevjîna xwe kuşt. Kuştin tevî biryara parastinê ya ku ji bo Gunil hatibû derxistin, pêk hat. Gonul Alkan, beriya bûyerê rastî tundiyê hatibû piştî girtina tedbîra parastinê, xwe spartibû mala malbata xwe. Kiryar tevî tedbîra li gorî Yasaya Hejmar 6284’an hatibû dayîn, çû mala Gonul Alkan û ev kiryar pêk anî. Ji ber ku biryara parastinê ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve bi awayekî bi bandor nehat şopandin û tedbîrên pêwîst nehatin girtin, me jineke din jî winda kir. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin û ji bo ku kiryar cezayê herî giran bigre têbikoşin.”