‘Bersiva herî rast li dijî êrîşan hevgirtina gelan e’
Kongra Star a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hewldanên derxistina fitne û dijminatiyê da û diyar kir ku bersiva herî rast li dijî van kiryaran hevgirtina gelan e.
Kobanê – Bûyerên dawî yên li parêzgeha Hesekê fikaran li ser bandora kûrbûna aloziyên siyasî li Sûriyeyê li ser destkeftiyên jinan, nasnameyên etnîkî û çanda jiyana hevbeş zêde dikin. Êrişên li ser sembol û nirxên Kurd ên ku têkoşîna jinan temsîl dikin, hedef girtina wan çawa ku bi xwe re nakokiyên siyasî avadike, lê di heman demê de ji hêla xetera gurkirina nefreta civakî û afirandina dînamîkên pevçûnên nû jî tîne.
Li ser vê bingehê Kongra Star a bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitne û dijminatiyê li parêzgeha Hesekê şermezar kir. Daxuyanî li akademiya Şehîd Şîhan ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star ya Şêranê Nadiya Hiso ve hate dayîn.
‘Armanc di nava pêkhateyan de derxistina tevlîheviyê ye’
Nadiye Hiso diyar kir ku di van çend rojên dawî de li bajarê Hesekê hewildanên derxistina fitne û dijminatiyê tên kirin, dixwazin bi vê yekê careke din alozî û tevleheviyan li ser axa Sûriyeyê pêk bînin û wiha got: “Ev destdirêjiyên li ser herêmên me tên kirin armancên wan ewe ku tevleheviyan di nav pêkhateyên herêmê de derxînin e. Hevgirtina gelan û yekîtiya wan dê bibe bersiva rast li hember her cureyên fitneyê.”
Nadiye Hiso bang li gelên Sûriyeyê kir ku guh nedin hewldanên fitneyê û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bibin yek.