Li Cîbûtîyê keştî binav bû 109 koçber mirin û 116 jî winda ne

Keştiya bi 350 koçberî ku ji Cîbûtîyê diçû Yemenê binav bû. Di karesatê de di nav de jin û zarok herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dan û lêgerîna li zêdetirî 116 kesên winda berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî binavbûna keştiyekê ku nêzîkî 350 kes tê de bûn, herî kêm 109 koçber, di nav de 15 zarok û 42 jin, mirine û zêdetirî 116 kes jî winda ne.

Li gorî agahiyên kesên ku sax mane, keştî di şeva 8-9'ê Cotmehê de, li nêzîkî bajarokê Guhere li bakurê Obockê, ji Cîbûtîyê ber bi Yemenê ve diçû û noqî avê bû.

Di nav cenazeyên ku hatine dîtin de yên 52 mêr, 42 jin û 15 zarok (9 keç û 6 kur) hebûn. Zêdetirî 80 kes ku hemû welatiyên Etiyopyayê bûn, sax man.

Hewlên alîkarî û lêgerînê didomin

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê niha li Navenda Bersivdayîna Koçberan a li Obockê lênêrîna 64 kesên saxmayî dike, li wir ji wan re stargeh, xwarin, lênêrîna bijîşkî û psîkolojîk û alîkarî di têkiliyê de bi malbatên wan re peyda dike. Di heman demê de rayedarên fermî yên li Cîbûtiyê ji bilî dabînkirina dermankirinê ji bo birîndaran û misogerkirina merasîmên definkirina rast ji bo miriyan, hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin da ku windayan bibînin.

Ji ber xizanî û rewşê her sal sivîl koçber dibin

Her sal peravên Cîbûtî û Tengava Bab el-Mandab şahidê derbasbûna bi deh hezaran koçberan ji Qiloçê Afrîkayê ne, ku ji ber xizanî, aloziyên ewlehiyê û encamên guherîna avhewayê, tevî xetereyên bilind û şert û mercên nearam ên li Rojhilata Navîn, wekî xalek transît ber bi Dewletên Kendavê ve diçin. Daneyên ji Matrîksa Şopandina Koçberiyê nîşan didin ku ji 10'ê Îlonê vir ve zêdetirî 20 hezar kes ji Etiyopyayê gihîştine Cîbûtî.