Ji bo parastina cihên dîrokî yên li Sûriyeyê banga parastinê
Nebûna çavdêriyê û veberhênanên bêkontrol, gef li cihên dîrokî yên li Palmyra û Homsê dixwe. Xebatên vekolandinê yên bi guman, derbarê ziyanên cidî yên li mîrateya çandî ya Sûriyeyê de dibin sedema fikaran.
Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li "Herêma Sor" a arkeolojîk a Palmîra (Tadmurê) karên vekolandin û wêrankirinê pêk hatine û li jêrzemîna aydê serdema Bîzansê ya Koşka dîrokî ya Zehrawî ya li Homsê jî vekolandinek neyasayî hatiye kirin. Van bûyeran der barê çavdêriya li ser karên nûjenkirin û veberhênanê de û asta pabendbûna bi rêziknameyên parastina mîrateya çandî ya Sûriyeyê de dibe sedema nîşaneyên pirs.
Li Palmîrê vekolandina cihê arkeolojîk û ziyanên li ser berhemên dîrokî
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji bo çêkirina rêyekê makîneyên giran anîne "Herêma Sor" a arkeolojîk a Palmîra û yek bûye sedema wêrankirina beşek ji vê cihê. Herwiha ji bo sazkirina stûnên ronahiyê, li ser kevirên arkeolojîk bingehên betonî hatine rijandin. Tevî ku tê gotin ev kar ziyan gihandiye dîwarên dîrokî û avahiyên derdorê, nebûna çavdêriyê û kêmasiya tedbîrên parastina berhemên dîrokî bûne sedema rexneyan.
Vekolandina cihê goristana dîrokî ya Koşka Zehravî ya li Humsê
Di dema vekolandinên neyasayî yên li jêrzemîna aydê serdema Bîzansê ya Koşka Zehravî ya li Humsê de, bermayiyên ku tê bawerkirin hestiyên mirovan in, kevirên goran ên şikestî û perçeyên seramîk hatin dîtin. Agahiyên der barê veguherandina vê koşkê ya ji bo restorantekê piştî pêvajoya nûjenkirinê, bûn sedema fikaran ku gelo pispor çavdêriya van karan dikin an na. Îdiayên der barê sînordarkirina gihîştina gel a ji bo Koşkên Mufîd el-Emîn û Şuayb de, daxwazên ji bo parastina avahiyên dîrokî, çavdêriya pêvajoyên nûjenkirinê û şefafiyeta di çalakiyên veberhênanê de zêdetir kirine.
Banga parastina mîrateya arkeolojîk a welat
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, daxwaza rawestandina wêrankirina cihê arkeolojîk ê li Palmîrayê kir û banga lêkolînkirina berpirsiyaran kir û xwest ku der barê kolandinên neyasayî yên li Koşka Zehravî de lêkolîneke serbixwe were destpêkirin, bermayiyên dîrokî di bin çavdêriya pisporan de werin parastin û ew saziyên ku destûr dane wan karan, werin eşkerekirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji bo projeyên nûjenkirin û veberhênanê yên têkildarî avahiyên dîrokî yên li Hums û Palmîrayê banga çavdêriya arkeolojîk a serbixwe kir. SHOR’ê, diyar kir ku parastina mîrateya çandî him erka yasayî û him jî ya exlaqî ye û daxwaz kir ku kesên zirarê didin berhemên dîrokî, werin cezakirin.