Bi çavê jinan doza anîna zarokan
Dayîk û yên ku hesreta dayîkbûnê bi wan re maye, doza anîna zarokan nirxandin û gotin zarokanîn divê bibe bijarteyek hevpar.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di demeke ku li her derê cîhanê şer gur dibe, jin û zarok bi çekên ku mêr çêdikin tên kuştin, lê hîn zarokanîn li Rojhilata Navîn didome. Zarokanîn ne bijarteyek e, bi qasî ku dibe amûr. Li welat beriya ku dayîk û bav bifikirin û bipirsin: “em çima zarok çêdikin?” zarokek tînin dinyayê.
Kamereya ajansa NûJINHA’ê berê xwe da jinên koçber ên li gundan dijîn, mamosteyên dayîk û nêrînên wan girtin.
Bi çavê koçberek zarokanîn…
Xewla Ebdilezîz Mihemed, dayîka 9 zarokan e û di odeyek dibistanê de dijî. Xewla ji gundê Erîşa ye lê bi sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ev 6 sal in koçber e. Xewla got ku zarokên vî nifşî di hawirdorek ne ewle de çêbûne û mezin dibin û wiha berdewam kir: “Zarok êdî wekî zarokan bi hev re danûstandin nakin. Lîstok û tevgerên wan bi şer û koçberiyê guherîn. Zarokên ku zaroktiya xwe nejiyan û temenê xwe di nav şer û koçberiyê de dîtin û pê re mezin bûn, windahiyên mezin dan. Kengî zarokan fêm dikir ku ferqa di navbera balafirên keşfê û yên şer ji hev çi ye, cûreyên çekan çi ne. Yên ku şer ji zarokatiyê de jiyan, niha ketine deprasyonê.”
Di koçberiyê de 2 zarokên din tîne dinê
Xewla di rêwîtiya koçberiyê de du zarokên din jî tîne dinê, lê dibêje ku ewê êdî hew zarokan bîne. Dibêje “Ger me zanîba wê veger dereng bimîne, me zarokên nû nedianîn dinyayê. Em nikarin pêwîstiyên zarokan bicih bînin, ji ber ku rewşa aborî jî pirsgirêk e.”
Bidestxistina mafê perwerdê
Xewla da zanîn ku zarokên koçber ji mafê xwe yê perwerdê bêpar dimînin û got ku divê zarokên wan lê bixwînin, ew û zarokên xwe tê de koçber in. Xewla balkişand ser mafê zarokan ê perwerdê û wiha got: “Zanist ronahî ye û nezanî tarîtî yê. Ya herî girîng, bidestxistina mafê perwerdê ye.”
Jina ku ev 46 sal in li benda dayîkbûnê ye…
Fatima Hesen di 18 saliya xwe de dizewice, 23 salan zewicandî dimîne, piştre hevjînê wê di encama qezayek tirafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Ev 23 sal in ku Fatima bi tenê dijî. Fatima heta niha nebûye dayîk, ji ber ku pirsgirêkên wê yên tenduristî hene. Fatima ji bo ku hevjînê wê bibe bav, li hemberî zewaca duyemîn a hevjînê xwe bêdeng tê hiştin. Ji hevjîna duyemîn keçek çêdibe. Fatima keça hewiya xwe ji 9 mehî ve xwedî dike, mezin dike û dizewicîne û niha jî temenê wê 23 sal in. Fatima dibêje ku: “Jiyana hevjîniyê ji bo çi ye ger zarok nebin? Mirin û nebûna zarokan wekî hev in. Tenêtî zor e. Ji bo ku bibim dayîk, li gelek bijîşkên Şam û Helebê geriyam û min dermanên xwezayî bikar anî, lê nebû qismetê min.”
Civak biryar dide mêr bicîh tîne!
Cewahir Eboş ev 5 sal in zewicî ye û li Çiyayê Kizwanan dijî. Hîn jî kevneşopiyên civakî û adetên wê li ser civakê serwer e, ji ber ku ew jî beşek ji civaka Rojhilata Navîn e. Cewahir destnîşan kir ku civak dibîne ku jinek di sala yekem a zewaca xwe de zarokan nayne, tavilê di şûna bijîşkan de biryar dide ku ev jin heta dawiya emrê xwe, dê nebe dayîk. Cewahir mixabiniya xwe bi van gotinan anî ziman: “Malbata mêr biryar didin ku hevjîna xwe berde an jî bi jinek din re bizewice. Ji ber 5 sal in zarokên me çênebûne, ev bandor li derûniya min kiriye. Civak her bi pirsyarî tevdigere û ji jinan hesab dipirse dibêje çima zarokên wê çênabin.”
Kengî berdanê tercîh dike?
Cewahir dibîne ku ger mêrek du hevjîn anîn, wê wekhevî nebe û parvekirina jiyana hevjîniyê bi jinek din re gavek neyênî be. Cewahir berdana xwe baştir dibîne ji zewaca duyemîn a hevjînê xwe. Lewra civak dixwaze jinek bi jineke din bişkîne û kêmasî û nexweşiyên mêr bi zewacek duyemîn a binketî re, veşêre. Cewahir bibîr dixe ku malbata mêr, ger ku zarokên wê tunebin, wê ji malbata xwe nahesibîne. Cewahir balkişand ser jinên ku zarokên wan çênabin lewma ji mafê mîrate tên bêparkirin û wiha got: “Malbatek zext li zarokek keç ku bavê wê jê re mîrate hiştibû, kir. Gotin; ger mîras nede malbata bavê xwe, wê keçê bi darê zorê bi pismamê wê re bidin zewicandin. Keçik li vir ji bo ku nezewice û jiyana xwe bidomîne, neçar dimîne dest ji mîratê berde.”
Ji mîrateya bav jî ya aliyê mêr jî bêpar tê hiştin
Li gorî Cewahir keç ji mafê mîras bêpar tê hiştin û wiha sedemên wê bibîr xist: “Ev hemû jî ji hişmendiyek paşketî tê û li Çiyayê Kizwanan keç mafê xwe yê di mîrateyê de nagrin. Keç li mala dayîk û bavên xwe ji mîrateyê tê bêparkirin, bi hinceta ku keça xelkê ye. Li mala hevjînê xwe jî tê bêparkirin. Gava ku mêr jî dimre ji mêr û mîrateyê herdûyan jî bêpar dimîne. Divê jin ji bo mafên xwe têbikoşe, dest jê bernede.”
‘Ji zaroktiyê de divê perwerdeyek demokratîk bigrin’
Cewahir ji bo mêran dibêje ku divê fedekariya jinan jibîr nekin û wiha didomîne: “Pêwîst e bav û hevjîn rêzê ji keç û hevjînê xwe re bigrin. Bi awayekî wekhev bê cûdakarî mafan li wan parve bikin. Ji zaroktî de pêwîst e zarok ji malbata xwe perwerdeyek demokratîk bigrin.” Cewahir xwest ku gotinên herî zêde ji nav civak û malbatê tê bihîstin “Jin jin e û mêr mêr e” biguhere û wiha domand: “Ev bêedaletî û newekhevî bi salên dirêj e hişmendiya baviksalarî li ser civakê kûr dike. Ji lewra girîng e ku nifşên îro li ser fikrên demokratîk û jiyanek pêşketî û zana çavên xwe vekin. Pêwîst e em ji xwe û niha destpê bikin, ev erk û têkoşîn ji me jî tê xwestin. Em hewl bidin hişmendiya xwe biguherin, em di serdemeke nûjen de dijîn. Ev ji bo kesên nû dizewicin jî tê xwestin ku em zarokên xwe li ser hevjiyanek azad mezin bikin.”
Ji bo ku hîs neke ew hejmarek zêde ye
Cewahir destnîşan kir ku têgihîştina malbatê ya li ser zarokanînê divê ne li ser bingeha dagirtina valatiyê be û wiha got: “Ji lewra zarokên xwe fêrî pêk ve jiyanê bikin, bila bi hev re bijîn beriya ku dakevin nav civakê. Ji bo ku zarok hîs neke ew hejmarek zêde ye di vê gerdûna mezin de. Ji hevjînên ku nahêlin keçên wan xwendina xwe dewam bikin re bêjin, bila keçên we bidin xwendin û bibin bijîşkên ku hûn dixwazin hevjînên xwe bişînin cem wan.”
Bi nêrîna mamosteyek
Hêvîdar Mihemed Elî, 30 salî ye û dayîka keçek û 2 kuran e. Hem dayîk hem jî mamosteya nifşên nû ye. Hêvîdar wiha dibêje: “Erka me ye ku em mafên zarokên ku çêdikin, bidin wan. Pêwîst e em li gorî bar bin, mafê wan yê perwerdehî û tenduristiyê bidin. Hawirdorek bi ewle ji zarokên zaroktiya xwe bijîn re tunebe, nabe.” Hêvîdar da zanîn ku zarokên îro bi teknolojiyê re pir mijûl û bandor dibin, bûyeran bi çav dibînin û wiha domand: “Lê zarokên berê tenê ji devê pîr û kalan serpêhatî dibhîstin û xeyal dikirin. Ya/ê bikeve dîlanê divê xwe bihejîne, wate; yên ku zarokan bînin dinyayê, divê hemû pêwîstiyên wan bicih bînin. Divê ku bav û dayîk bi hev re alîkar bin, erkê xwedîkirina zarokan dualî ye. Windakirina tenduristiya jinê jî, bedêla anîna her zarokek e. Lewra bang li jinan dikim, bila jiyana xwe bijîn. Hebûna wê jî heye. Pêwîst e zarokanîn bibe hilbijartinek dem û salê, bizanibin hûn kengî û çima zarok çêdikin.”
Bi çavê dayîkek: Keçek bi qasî 10-15 mêran e
Emîna Mihemed a 62 salî ji Çiyayê Kizwanan e. Emîna dibêje ku piştî kurek û 5 keç anîn, di anîna keça pêncan de giriyaye û gotiye ew birayekî ji kurê xwe re dixwaze. Li gorî Emîna civak bi giştî wisa ne li zêdebûna zarokan digerin û dixwazin û wiha dibêje: “Lê di nêrîna min de keç ji lawan baştir in, her keçek bi qasî 10-15 mêran e li cem min.”
Emîna tewanbariya civakê ji jina ku kuran nayîne re bibîr dixe û dibêje ku “Ew jin her bi çavekî ku ev dayîka keçikan e lê dinhêrin. Gerek mêr rêzê ji hevjîna xwe re bigre û jiyanê bi hev re parve bikin. Yên berê zêdetirî 10 zarokan dianîn, niha kêm bûye. Jin nexwaze jî neçar dibe ku zarokan bîne, ya zextê lê dike nêrîna civakê û zextên mêr e.”