Berxwedana Kobanê: Dinyayê ji terora DAIŞ’ê rizgar kir

Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê ye, gorên şervanên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên bi pere şerên xwînî pêk anîne şer kirin, di nav xwe de distirîne. Lewma jî ev goristan mîna yek ji ciyên pîroz ên ku şahidiya berxwedana Kobanê dikin, tê naskirin.

NURŞAN EBDÎ

Kobanê – Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî destpêkirina şer, rêya sêyemîn ji bo pêşeroja Sûriyê erê kir.  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya  ku destpêkê Rojava, piştre Dêrezor, Reqa, Tebqa û Minbic girt nav xwe û sîstemeke demokratîk a li ser bingeha wekheviya zayendî ava kir.

Di 15’ê Îlona sala 2014’an de IŞİD’ê êrîşî bajarê Kobanê kir. Lê belê li hember van êrîşan şervanên girêdayî Hêzên Parastina Gel û Hêzên Parastina Jinê heta sivîlan jî şer kir. Ev berxwedan, desteka gelên dinyayê girt. Ji ber ku ev têkoşîn bû şerek diyarker ku ne tenê herêmê, hemû dinyayê ji xetera IŞİD’ê rizgar dike.

Ev berxwedan 134 roj berdewam kir û jinan di vê berxwedanê de rola herî girîng lîstin. Şeran bajar di nav wêraniyek mezin de hişt. Lê hîn dever li ser piyan man û wekî şahidên tiştên hatine serê bajêr û gelê bajêr, hatin qebûlkirin. Muzeya Berxwedanê, bîranînên ku ji peyamên şervanan ên bi xwînê li ser dîwaran hatine nivîsandin dihewîne. Her wiha Meydana Azadiyê, Qada Aştiyê û cîhên ji bo bîranîna şervanên Yekîneyên Parastina Jinê tên dîtin, ji sembolên vê berxwedanê ne.

Goristana Şehîd Dîcle: Emaneta lehengên berxwedana Kobanê

Goristana Şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê, ji bo gelê Kobanê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîhekî pîroz e. Di vê goristanê de gorên zêdetirî hezar û 200 şervanên keç û kur hene ku dinyayê ji mezintirîn hêza terorê rizgar kirine. Di vê goristanê de her wiha muzeyek jî heye.

Navê şervana ku koda wê “Dîcle” ye, li goristanê hatiye dayîn. Ev şervan di sala 1968’an de li gundê Kor Alî yê bajarê Kobanê hatiye dinê, di sala 1985’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye, di sala 1989’an de şehîd bûye.

‘Berxwedanek destanî’

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Kobanê Eqlîma Şevket Demîr, wek jinek ku beşdarî berxwedanê bûye, wiha got: “Kobanê, bû qadeke berxwedanek dîrokî ya ku li hember êrîşên hovane yên DAİŞ’ê Kurdan lehengiyên destanî nivîsandin. Ji bo serkeftina vê berxwedanê, şerên xwînî yên ku pê DAİŞ’ê têk birin, meşandin. Îro êrîşên Tirkan li herêma me didomin, sedema wê hewldana pêkanîna armancên ku DAİŞ’ê nekarî bidest bixe ye. Gava ku DAİŞ’ê êrîşî Kobanê kir, hêzên dagirkeriya Tirk destek dan wan. Ev hêzên ku ji Şengalê dest bi êrîşên li hember herêmên me kirin, bi berxwedana Kobanê têk çûn. Kobanê, ji bo tunekirina DAİŞ’ê ya li tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hîmek ava kir.”

Rola pêşeng a Yekîneyên Parastina Jinê

Eqlîma Şevket Demîr li ser rola jinan û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya di berxwedana Kobanê de jî rawestiya û wiha got: “Di vî şerî de YPJ xwedî roleke pêşeng a girîng bû. Ev rol bi çalakiya fedaî ya Bêman Elî li dibistana Serzorî zêdetir derket holê. Têkoşîna Yekîneyên Parastina Jinê ji çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan heta îro didome. Ev berxwedan tevî gefên leşkerên bi pere şer dikin jî didome.”

Eqlîma Şevket Demîr li ser bîranînên xwe yên bi êş ên di berxwedana Kobanê de rawestiya û anî ziman ku bi beşdarbûna xwe ya di nava berxwedanê de serbilind e.  Eqlîma wiha got: “Ez bi şehîdan re bûm; Ez di nav bîranînên wan de dijîm. Ez bi dirûtina kefenan, şûştina laşan û birina cîhê razana dawîn re mijûl dibûm. Ev bîranînên dijwar bûn ku em ê di tevahiya jiyana xwe de tu car ji bîr nekin.”

Eqlîma bîranînek xwe jî bi van gotinan parve kir: “Ji YPJ şervanek bi navê Şehîd Azda birîndar bû hat ber destê me. Bi giyanê xwe yê kêfxweş hêvî dida herkesî. Em bi wê re pir keniyan. Lê piştî ku birîna wê hat dermankirin, dîsa ji nû ve çû nav şer. Piştî çend saetan cenazeyê wê ji me re anîn. Şehadeta şervanan bandorê li me dike. Lê belê ev rewş berxwedan û têkoşîna me xurttir dike. Em îro li vir bin, ev bi saya fêdakariya wan e. Em ji bo pêkanîna xeyalên wan şer dikin û liberxwe didin.”