Bertekên li dijî biryara Kobanê: Em ê weke 2014’an careke din bi ser bikevin

Jinên Kobanê bertekên tund nîşanî cezayê giran ê ku ji ber piştgirî dane Berxwedana Kobanê li siyasetmedarên Kurd û parêzvanên mafan hatibûn birîn dan û gotin: “Me berxwedana 2014’a çawa bi serxist, em ê careke din bi ser bixin.”

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dîroka 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê berxwedana dîrokî raber kir, gelê Bakurê Kurdistanê bi serhildanê bersiv da. Bi hinceta çalakiyên ku ji bo Kobanê di rojên 6,8 Cotmeha 2014’an de hat lidarxistin, hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 girti, 108 kes ji Doza Kûmpasê ya Kobanê hatin darizandin, biryara danişînî di 16’ê Gulanê de hat dîtin. Bertekên li dijî biryara danişînê, cezayên giran ên li siyasetmedar û parêzvanên mafan hatine birîn berdewam dikin.

‘Dewleta Tirk êrişên nû pêk tîne’

Gelê Kobanê berteka yekem li dijî biryarê nîşan da. Jinên Kobanê ku berxwedana Kobanê bi bîrxistin, cezayên giran ên hatî dayîn şermezar kirin. Bang li saziyên navnetewî kirin ku li dijî dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Ji jinên Kobanê Adla Muhammed biryar şermezar kir û da zanîn ku siyasetmedarên ceza li wan hatiye birîn erkeke mirovî pêk anîne û got:

“Weke gelê Kurd, dema DAIŞ’ê êrişî herêma me kir me gelek êş kişand, mirov ji cihên wan kirin û zarok qetil kirin. Bi sedan mirovên ku bi çavên xwe dîtine zarok hatine qetilkirin hene û ez ji yek ji malbatên ku di êrişên DAIŞ’ê ku hevjînê min revandî gelek bandor bûme me. Ê ku çek daye DAIŞ’ê êrişî gelê Kurd bike Tirkiye ye. Dewleta Tirk li cihê ku hesabê sûcê kiriye bide, ji ber têkçûna çeteyan hezim nekiriye êrişên nû pêktîne.” 

‘Wê gelê Kurd dest ji têkoşînê bernede’

Adle Muhammed îşaret bi wê yekê kir ku cîhan û rêxistinên navneteweyî cezayê ku bê maf dane siyasetmedarên Kurd dîtine, li dijî êrişên li ser gelê Kurd bêdeng in û wiha got: “Ji ber vê yekê divê hemû cîhan û bi teybetî Tirkiye bizanibe gelê Kurd wê tu caran dest ji têkoşîna xwe bernede û wê nekaribin îradeya me bişkînin. Baweriya me bi şervan û zarokên me heye, Me berxwedana 2014’a çawa bi ser xist, em ê her dem bi ser bixin.”

 ‘Wê nikaribin berxwedana me bişkînin’

Zarka Bozan a ji Kobanê da zanîn ku êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê berxwedana wan neşkînin û wiha got:

“Dewleta Tirk ku bêyî teredut bike li hemberî me komkujî pêk anî, tiştên dike dermirovî ne. Em dizanin ku armanca êrişên dewleta Tirk li ser Rojava û çiyayên Kurdistanê ew e gelê Kurd û îradeya azad ji holê rake. Em weke dayikên şehîdan dibêjin, dewleta Tirk û çeteyên wê çi dikin bila bikin wê nikaribin me ji holê rakin û planên ku li dijî me dikin em ê her dem vala derbixin. Dewleta Tirk û çeteyên wê, çi ji me gelê Kurd dixwazin? Îro bi hincetên bê bingeh siyasetmedarên me, parêzerên me û hemû kesên ku dibêjin ‘em Kurd in û parastina doza xwe dikin’ digrin. Ji bîr kirine ku dozeke gelê Kurd heye û fikrên rêbertiya me di dilê me de cihê xwe girtine. Me komployên li dijî rêbertiya xwe vala derxist. Êriş û girtinên dewleta Tirk hêza me lawaz nakin, berovajî wê ji bo dadgirkeriya Tirk a ku hewl dide me tune bike em ê têbikoşin û dijmin têk bibin biryardariya me berxwedan û têkoşînê zêde dike.”