Berdevka HDP'ê Ebru Gunay: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya rojeva Tirkiyeyê nirxand de bal kişand ser têkoşînê.
Enqere - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û rojeva Tirkiyeyê nirxand. Ebru Gunay der barê qeyrana aborî ya li welat, butçeya zêde û amadekariyên kongreyê de nirxandinan kir.
Ebru Gunay anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne hene û di serê van pirsgirêkan de ya herî mezin tê pirsgirêka Kurd e.
“Pirsgirêka kurd pirsgirêka sed salî ye. Pirsgirêka kurd li ber saziya siyasetê li benda çareseriyê ye. Bi desteserkirina îradeya hilbijartî ya gelê kurd, bi qeyûman an jî bi dosyayên parêzbendiyê yên di Meclisê de derbas bûn, we nikarîbû vê pirsgirêkê çareser bikin û hûnê nekin jî. Çareseriya vê pirsgirêka ku pir eşkere ye ku bi zext û zorê nayê çareserkirin, çawa li hemû cîhanê çareserî bi siyaseta demokratik û muzakereyan pêk tê li welatê me jî çareserî siyaseta demokratîk û muzakere ye. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk pêkan e.”
“HDP her ku çû mezin bû û mezinbûna HDP’ê berdewam dike”
Ebru Gunay bal kişand ser rakirina parêzbendiyên parlamenterên kurd ên ji dîrokê heta niha û îktidaran bi rakirina parêzbendiya nikaribû îradeya gelê kurd teslîm bigire û pêşî li îradeyê bigire û tevî vê yekê jî îro jî îktidara AKP-MHP’ê di rakirina parêzbendiyê de israr dike. Ebru Gunay da zanîn ku her çiqas di sala 2016’an de parêzbendiya parlamenterên HDP’ê hat rakirin û çend ji wan hatin girtin jî, qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd hat kirin jî lê dîsa HDP her ku çû mezin bû û mezinbûna HDP’ê berdewam dike.
“Rakirina parêzbendiya ya Saliha Aydenîz darbeya li îradeya gel e”
Ebru Gunay bal kişand hedefgirtina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz û wiha got: “ Salîha Aydenîz îradeya gelê Amedê ye ku bi dengê gel hatiye hilbijartin. Rakirina parêzbendiya ya Saliha Aydenîz darbeya li îradeya gel e. Û zexta li ser îradeya Kurdan û HDP'ê, bêdengiya li hemberî vê faşîzmê, encameke rûbirûnebûna li rastiya pirsgirêka Kurd e. Yên ku rû bi rûyê vê rastiyê nebin wê winda bikin. Eger hûn dixwazin vê rastiyê fêhm bikin, bala xwe bidin ser Srî Lankayê ku we ji xwe re kiribûn mînak. Dema ku hewl da plana têkbirinê bimeşîn, ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve bi xwe têk diçe. Gel dest danî ser qesran. Wezîrê dewletê yê ku zilm li gelê Tamîlê kir, neçar ma ku ji welêt bireve. Lewma jî çareserî ne bi zext, girtin, şer û êrişê ye. Dest ji vê siyasetê berdin. Bi vê siyasetê, bi zext, girtin û şer hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin."
“Muxalefet û îqtîdar hevkariyê dikin”
Ebru Gunay di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Em careke din dibînin ku dema mijar dibe HDP’ê hikûmet û muxalefet çawa hevdariyê dikin. Kesên ku behsa rêgazan dikin, dema mijar dibe Olcay Kilavuz ê MHP'î Olcay, rêgezên xwe ji bîr dikin.Yên ku behsa rûmeta polîsên Tirk dikin, dema mijar dibe polîsên ku kurê wekîlê AKP'ê rêz kirine, rûmetê ji bîr dikin.”
Ebru Gunay diyar kir ku ew ê tu carî dest ji têkoşîn kirine bernedin.