Aylîn Cevanbaht a ji Îranê Xelata Taybet a UNICEF’ê wergirt
Enstîtuya Pêşxistina Fikrî ya Zarok û Ciwanan a li Îranê, 280 berhemên hunerî yên ji aliyê zarokên endamên navendên wê yên çandî û hunerî ve hatine amadekirin, pêşkêşî 25’emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Hunerên Jîngehparêzî ya GJQ’yê kir.
Navenda Nûçeyan – Aylîn Cevanbaht a endama Enstîtuya Pêşxistina Fikrî ya Zarok û Ciwanan a li bajarê Axajarî ya girêdayî Eyaleta Xûzistanê ya Îranê, di 25e’mîn Pêşbirka Navneteweyî ya Hunerên Jîngehparêzî ya GJQ’yê de di kategoriya navneteweyî de Xelata Taybet a Fonê Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) wergirt.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de, pêşbirk bi dirûşmeya "Werin em dengê cîhanê guhdar bikin” hate lidarxistin. Bi giştî ji 72 welatan 9 hezar û 907 berhem beşdarî pêşbirkê bûn.
Li gorî encamên hatine ragihandin, 8 endamên Enstîtuya Pêşxistina Rewşenbîrî ya Zarok û Ciwanan a Îranê, di pêşbaziyê de xelat wergirtin. Aylîn Cevanbaht a ji bajarê Axajarî Xelata Taybet a UNICEF’ê wergirt û her wiha 3 zarok û ciwanên din jî di kategoriya navneteweyî de pileya yekem bi dest xistin. Her wiha, 4 beşdaran jî dîplomaya rûmetê wergirtin.
Enstîtuya Pêşxistina Rewşenbîrî ya Zarok û Ciwanan, 280 berhem ên ku ji aliyê zarokên endamên navendên wê yên çandî û hunerî yên cihêreng ve hatine amedekirin, pêşkêşî pêşbaziya îsal kirin.
Armanca Pêşbaziya Hunerî ya Jîngehparêziyê ya Navneteweyî GJQ’yê, bilindkirina hişyariya der barê pirsgirêkên jîngehê ya di nav zarok û ciwanan de ye. Ev pêşbazî ji bo wan derfetekê diafirîne ku bi rêya hunera wênekêşiyê, raman û fikarên xwe yên têkildarî parastina cîhan û jîngehê bînin ziman.