Li Yemenê 51 sivîl bûn hedefa êrîşan
Li bajarê Taîz ê Yemenê, di êrîşên Hûsiyan ên li dijî deverên niştecihbûnê de, di hefteyek de 6 jê jin 9 sivîl mirin, 12 jin û 12 zarok jî din av de 42 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Li Yemenê, zêdebûna êrîşên Hûsiyan li dijî deverên niştecihbûnê bi fuze, top û balafirên bêmirov (ÎHA)’yan, gefê li jiyana sivîlan dixwe. Di êrîşan de gelek sivîl mirin, kûrbûna krîza mirovî û zêdebûna pevçûnan fikarên ku hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê dibe bên astengkirin zêde dike.
Ofîsa Karûbarên Dorpêçkirinê ya Taîzê bîlançoya êrîşên Hûsiyan ên di navbera 14-20’ê Cotmehê de li dijî taxên bajar û gundan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, di operasyona hefteyek de 9 sivîl mirin, 42 kes jî birîndar bûne-.
6 kesên mirine jin in
Li gorî daneyên ji aliyê ofîsê ve hatine parvekirin, ji 9 sivîlên ku di êrîşan de mirine, şeş ji wan jin, sê ji wan jî mêr in. Di navbera 42 birîndaran de, 12 zarok, 12 jin û 18 mêr hebûn. Bi vî awayî, hejmara sivîlên ku di hefteyek de rasterast ji êrîşan bi bandor bûne gihîşt 51’ê.
Ofîs hedefgirtina rasterast a herêmên ku sivîl lê dijîn weke polîtîkayeke êrîşa sîstematîk nirxand û diyar kir ku tişta ku qewimiye nîşaneya şênber a êrîşên li dijî gelê bajêr e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piraniya kesên mirine, di êrîşên top û fuzeyan ên ku mal û taxên niştecihbûnê hedef girtin de mirine, yên din jî ji ber guleyên sekvanî, balafirên bêmirov û mayînan pêk mirine.
Ji bo parastina sivîlan banga lezgîn
Hat diyarkirin ku bîlançoya dawî ya li Taîzê hatiye ragihandin, asta xetera ku sivîlên li bajêr dijîn nîşan dide û hat zanîn ku berdewamiya êrîşan rasterast gefê li jiyana mirovan dixwe, rewşa mirovî xirabtir dike.
Ofîsa Karûbarên Dorpêçkirinê bang li rayedar, rêxistinên mirovî û komên mafên mirovan kir ku ji bo parastina sivîlan tedbîrên lezgîn bigrin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê êrîşên Hûsiyan bên rawestandin da ku pêşî li hedefgirtina sivîlên din bê girtin û êrîşan weke êrîşên ‘makîneya kuştinê ya Hûsiyan’ bi nav kir.