‘Hişmendiya ku dixwest hemû destkeftiyên gelê Rojava ji holê rake didome’
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan, balkişand ser êrîşên dawî yên li Rojava ku dixwaze hemû destkeftiyên gelê Rojava û civaka Sûriyeyê ji holê rake.
Mexmûr – Di 13’ê Cotmehê de di encama xwepêşandanek hin kesên taxa Xiwêran û Neşwayê yê li parêzgeha Hesekê de, heqaret û bêrêzî li sembolên Kurdî û destdirêjî li wêneyên nemiran hat kirin. Her wiha di 16’ê Cotmehê de jî li Helebê destdirêjî li Goristana Şêxmeqsûd hatibû kirin. Ev êrîşên li dijî nirx û sembolên Kurdî, wêne û goristanên şehîdan, rastî bertekên tund ên gelê Kurd tê.
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, derbarê êrîş û planên li dijî Rojavayê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.
‘Êrîşî nirxên pîroz ên gelê Kurd dikin’
Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina xwe de êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşê, bi taybetî li bajerê Hesekê, Helebê û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî: “Di aliyekî de em rastiya pergala desthilatdar a ku çawa bi erîşkirina li ser nirxên civakî û pîroziyên civakî hewl dide hebûna xwe bide berdewamkirin û bi tirsandina civakê tekbirina destkeftiyên civakê, bandoriya xwe li ser civakê bide çêkirin re rûbirû ne. Niha eşkereye ku li bajarên li Rojavayê Kurdistanê erîşekî ji aliyê hişmendiya desthilatdariya mer ve li ser destkeftiyên gelê Kurd tên kirin. Êrîşî nirxên pîroz ên gelê Kurd dikin. Li ser goristanên ku wekî sembola berxwedanê û têkoşîna gelan a li hemberî desthilatdariyê û qirejiyê, kesên ku herî pîroz ên civakê ne, êrîş tên kirin. Em dibînin ku pergala desthilatdar dixwaze bi awayî xwe bide jiyankirin û bi vê dixwaze li ser civakê serweriya xwe ava bike. Lê nirxên ku bi keda civakê, bi xwînê û ji bo parastina civakê hatine avakirin, her tim ji bo civakê tiştên herî pîroz in û ji bo parastina van nirxan jî têdikoşîn.”
‘Hişmendiya ku dixwest hemû destkeftiyên gelê Rojava ji holê rake, hêj didome’
Leyla Arzû Îlhan, da zanîn ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê, bi destê hikûmeta demkî ya Şamê tên kirin û wiha pê de çû: “Lê ev êrîşên tên kirin, hem gelê Kurd û hem jî gelê Rojava qebûl nakin. Divê em bibînin ku şoreşa Rojava bû şoreşa jinê, civakê û nirxên civakê. Hişmendiya qirêj li Hesekê êrîşî sembolên gelê Kurd kir. Bi êrîşên hikûmeta demkî ya li ser Rojavayê Kurdistanê re me dît ku erîşê li dijî keziyek, hemû gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat anî gel hev û ev yekbûnê planên hêzên hegemon vala derxist.”
Leyla Arzû Îlhan, balkişand ser hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Rêber Apo li dijî êrîşên li ser gelê Rojavayê ya di destpêka sala 2026’an de, bi armanca parastina nirxên mirovahiyê ket nava hewldanekî û bi hişmendiya entegrasyona demokratîk vî şerê qirêj ê bi destê desthilatdaran hatiye avakirin, ji holê rakir. Bi bangawaziya Rêber Apo û xwedî derketina gel a li pêvajoya entegrasyonê re, planên wan pêk nehatin. Lê ev planên qirêj hê jî bi temamî ji holê nehatine rakirin. Mirov dibîne ev hişmendiya ku dixwest hemû destkeftiyên gelê Rojava û civaka Sûriyeyê ji holê rake, îro carek din dixwaze li bajarên wekî Hesekê û Heleb ên ku bi dehan pêkhate jiyan dikin, siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin.”
‘Serneketina van hêzên desthilatdar wê bi tekoşîn û hevgirtina me mîsoger bibe’
Leyla Arzû Îlhan, di berdewama axaftina xwe de banga xwedî derketina li nirx û sembolên gelê Kurd kir û got: “Em wek jin êrîşên li ser sembol û nirxên Kurdistanê û hewildana êrîşên di kesayeta jinên Kurd de li ser civaka Kurd û hemû pêkhateyên demokratîk ên dixwazin bi hev re jiyan bikin, şermezar dikin. Em banga xwedî derketina nirx û sembolên xwe dikin û nehêlin hêzên ku dixwazin di nava civakê de dijmaniyê ava bikin, biserbikevin. Serneketina van hêzên desthilatdar wê bi tekoşîna me û bi hevgirtina me ya li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê mîsoger bibe.”
‘Wê têkoşîna jinan û gelan nirxên xwe yên pîroz û destkeftiyên xwe biparêze’
Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku li Sûriyeyê herêmên ku mirov dikarin jiyanekî bi ewle bidomînin, li herêmên Rojavayê Kurdistanê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê hêzên desthilatdar dixwazin ev herema ku ji bo jiyanê guncaw e vegerînin herêmek di nava kaos û qeyranekî de jiyan bikin. Lê em bi hêvî ne ku têkoşîna jinan û têkoşîna gelan a salan li hember çeteyên mîna DAIŞ’ê têkoşiyane, di roja me ya îro de bikaribe li hemberê feraseta bermahiyên DAIŞ’ê û feraseta ku xwe li ser tûnekirina pirrengiya civakê dide avakirin, têbikoşin û nirxên xwe yên pîroz û destkeftiyên xwe biparêzin.”