Şervanên Aşûrî: Êrişên dewleta tirk hemû gelên heremê dike armanc
Şervanên Meclisa Parastina Xabûrê ya Aşûrî der barê êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî navçeya Til Temirê û gundewarên wê de axivîn û gotin ku ew ê rê nedin komkujiyeke nû dubare bibe.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn hemûyan para xwe ji êrîş û polîtîkayên qirkirinê girtine. Di nav de gelê Xirîstiyan her wiha Kurd û hemû pêkhateyên ku li ser axa Mezopotamyayê dijîn hene. Aşûrî Suryan, Ermenî û Keldanî hê li bîra wan e ku çawa û bi çi awayî hatine qirkirin. Neviyên wan kesên ku hatin qirkirin, îro çeka rûmetê rakirine û parastina qiraxa çemê Xabûrê dikin her wiha xwe birêxistin dikin. Êrîşên ku îro li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, bêguman hemû neteweyan dikin hedef ji lewre îro hemû netew bi hev re ax û rûmeta xwe diparêzin. Têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên dagirkirinê li ser navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şervanên Meclisa Parastina Xabûrê ya Aşûrî nêrîn û helwestên xwe yên li dijî polîtîka û planên dagirkirinê anîn ziman.
"Bi her derbeyê em ji berê bi hêztir dibin"
Ornîna Xabûr got ku ew tu carî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser gund, dêr û gelê xwe qebûl nakin û wiha domand: "Sivîlên bêguneh, zarok û jin, gund û dêr û her dever bûne hedefa top û balafirên dewleta tirk a dagirker, em vê yekê qebûl nakin. Heman êrîşên DAIŞ’ê yên 2015'an niha dubare dibin lê vê carê dewleta tirk e. Dema ku îro gund û dêrên me topbaran dike, ne ku me zeîf dike lê belê hêza me û girêdana me ya bi axê re xurtir dike her wiha îsrara me li ser parastina gundên me jî zêde dibe. Bi her derbeyeke ku dagirker li me dixin, em ji berê bi hêztir dibin. Ev Xabûrê ku diherike, hemû bîranînên me jî pê re diherikin. Ji lewre divê ku em wê biparêzin. Ev Xabûr ji her kesê re çemekî normal tê lê ji me re xwedî wateyeke pir manewî û dîrokî ye. Em ê bi zarok, jin, kal û pîr û heya mêrên oldar vê axê biparêzin."
"Ji ber ku em bi hev re li ser vê axê dijîn, em bihev re wê diparêzin"
Ornîna Xabûr da payîn ku ji ber ew bi hev re li ser vê axê dijîn, bi hev re wê diparêzin jî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Pêwendiya me bi hemû hêzan re ji Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Tabûra Ş.Nûbar Ozaniyan a Ermenî her wiha Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî heye. Em hemû jî amade ne li hemberî hemû cureyên êrîşan li ber xwe bidin, destên hev bernedin û herêmên xwe biparêzin. Jixwe kîna Erdogan jî ji vê yekê tê ku dibîne hemû netew li vir bi hev re li ser bingeha xwişk û biratiya gelan dijîn. Dewleta tirk dixwaze şerekî navxweyî û netewperestî derbixe lê gelê me baldar in ji van fen û fûtên wan ji lewre nakevin xefika wan. Êdî kes nikare zirarê bide vê hevgirtina me, ji ber ku li çeperên şer xwîna şervanên Kurd, Ereb, Aşûr û Suryanî bûye yek."
"Divê yên dijîn hestiyên dapîr û bapîrên xwe yên di bin axê de biparêzin"
Ornîna Xabûr bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Miriyên me ango dapîr û bapîrên me li vir in, hestiyên wan di bin axê de ne, rast e ew di bin axê de ne lê em jî li ser axê ne divê ku wan biparêzin. Nabe ku em wan tenê bihêlin, nabe ku em dest ji çanda xwe ya Aşûrî berdin û dêrên xwe terk bikin. Me tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye, ji dema ku DAIŞ’ê jinên me revandin ve heya niha jî ji ber wê biryara me berxwedan e. Divê ku hemû dewlet jî li pêşberî Erdogan bisekinin, ji ber ku êdî Xabûrê me ne bi avê dê bi xwînê biherike."
"Bi hedefgirtina dêran şerekî giyanî li dijî gelê Xirîstiyan didin destpêkirin"
Şamîram Sîmon da zanîn ku hedefa dewleta tirk a nû jî dîsa qirkirina gel e û wiha pêl da gotinên xwe: "Em ji êrîşên dagirkeran ne dûr in, hedefa wan a vê carê jî qirkirina gelê me yê Xirîstiyan e, ji ber ku ew ji kevntirîn gel e li qiraxa çemê Xabûrê. Gelê me koçber nabe, heya ku yek ji me bimîne em ê vê axê biparêzin, em li vir in û em ê li vir bin. DAIŞ’ê dema ku êrîşî gundê me kir 8 dêr bombe kirin û teqandin. Heman tiştê ku DAIŞ’ê kir, îro dewleta tirk dike lê bi awayekî din, tevî topbaran dêra gundê Til Tewîl, dêrên ku hatine topbarankirin û teqandin dibin. Dewleta tirk bi riya hedefgirtina dêran şerekî giyanî li dijî gelê xirîstiyan dide destpêkirin. Lê ruxmî vê yekê jî em hene, di hundirê dêrên hilweşiyayî de zingilê dêrê lê didin.
"Berê bi şûran îro jî bi çekên giran û balafiran dixwazin me qir bikin lê em hene qir nabin"
Şamîram Sîmon got ku ew û gel hev temam dikin û wiha pêde çû: "Em moralê xwe ji gelê xwe digrin, her duayê wan ji me re bi serkeftinê dest pê dike. Em ê li gorî erkên xwe tevbigerin û gelê xwe biparêzin. Em bang li NY û civaka navdewletî dikin ku binpêkirinên dewleta tirk ên li ser gel û axa me pêk tîne, rawestînin. Di heman wextê de jî em dixwazin dewleta tirk li ser sûcên ku li dijî gel û dêrên me kirine, were cezakirin. Em ê rê nedin komkujiyeke nû pêk were û Sêfo, Sîmêl û Xabûr ji nû ve zindî bibin. Çiqasî çek û teknîka pêşketî û qada hewayî bi kar bînin jî em ê bi ser bikevin û êrîşên wan têk bibin. Berê bi şûran îro jî bi çekên giran û balafiran dixwazin me tune bikin lê em hene û em ê her hebin, qir nabin."