Şenyaşarên ku 6 sal berê li Rihayê hatin qetilkirin îro hatin bîranîn

Şenyaşarên ku 6 sal berê îro li Rihayê hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari axivî û got: "Bila hemû Tirkiye qêrîna dayika Emîne bibihîze. Bila daxwaza wê ya mafdar pêk were."

Riha-Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Pirsûsê. Lê êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP’î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar bûbûn qetil kirin. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.

Di 6'emîn salvegera qetilkirinê de ferdên Malbata Ṣenyaṣar li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindır, Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û 2 kurên xwe di komkujiyê de winda kiribûn û gelek kes beşdarî bîranîna Goristana Asrî ya li navenda Pirsûsê bûn.  

' Delîl yek bi yek hatin tarîkirin’

 Emîne Şenyaşar li ser gorên xizmên xwe demeke dirêj giriya. Piştî bîranînê Tulay Hatîmogûllari li ber goristanê axivî û diyar kir ku tişta hatiye kirin komkujî ye. Tulay Hatîmogûllari, têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a bi salan e berdewam dike nirxand û bal kişand ser pêvajoya dozê ya der barê komkujiyê de jî. Tulay Hatîmogûllari got: "Di dema hilbijartinê de namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê bi malbata xwe re ji bo propagandaya hilbijartinê, gef û heqaret li malbata Şenyaşar kir piştre  dest bi pêvajoya qetlîamê kir. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, qeydên kamerayan ên li kargehan hatin rakirin. Pişt re qeydên nexweşxaneya ku cînayet lê hatibû kirin, hilweşandin. Du zarokên Emîneyê di gorê de ne, hevserê wê di gorê de ye, lê ji kurekî wê re hema hema cezayê giran ê heta hetayê hatiye birîn."

TûlayHatîmogûllar, bal kişand ku Fadil Şenyaşar ê ku ji komkujiyê birîndar bû hat cezakirin û destnîşan kir ku ew li kêleka têkoşîna Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar li Enqereyê dimeşîne ne. Tulay Hatîmogûllari got, "Divê Wezîrê Edaletê jî ji vir bibihîze. Weke rayedarên weke wezaretê ji wan re radigihînin, di vê qetlîamê de jî weke temaşevan man. Ji ber ku delîl yek bi yek hatin tarîkirin, dizîn û veşartin." 

  Tulay Hatîmogûllari got, "Gelê Kurd çok danenî, îro jî çok daneniye. Dayikên Aştiyê, Nobedarên Edaletê û dayikên mîna dayika me Emîne bi gel re vê têkoşînê didomine . Em ê bi hev re li ber xwe bidin."

' Kesê ku komkujî pêk anî xwe li pişt Erdogan veşart’  

Piştre Parlamenterê Partiya DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû axivî û got, “Ev komkujî li dijî hemû gelê Kurd, tevî malbata me hatiye kirin. Bi sedan polîs li vê qetlîamê temaşe kirin. Parlamenterê berê yê AKP'ê yê ku ev komkujî kiriye qatil e. Ev qatil û teşwîqkar her çiqas ji aliyê darazê ve nehatibe cezakirin jî, di dilê gel de hat cezakirin û li cihekî derveyî Pirsûsê xwe vedişêre. Li pişt vê komkujiyê Erdoganê zalim jî heye. Kesê ku komkujî pêk anî xwe li pişt Erdogan veşart. Ji ber vê jî daraz tevnagere. Dema ku îktîdara Erdogan têk biçe, kesê qetlîam kiriye û her kesê ku çavê xwe girtiye dê bên darizandin. Ew ê cezayê ku heq dikin bibihîzin. Em hêza xwe ji gelê xwe û edaleta xwe digirin. Heger tu hêz nikaribe Erdogan bi ser bixîne jî dê axînên dayikan biqede. Têkoşîna me wê heta wê rojê bidome."