Şêniyên Kobanê: Em bi şervanên xwe re ne

Şêniyên Bajarê Kobanê diyar kirin ku ew bi şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê re ne û diyar kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî şervan berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê - Di 8 meha Kanûnê de bi destpêkirina erîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser bajarê Minbice heta roja îro şer di navbera çeteyan û hêzên QSD’ê de berdewam dike. Piştî erîşên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ya ku dikeve başûrê bajarê Kobanê, gefên dewleta Tirk li ser bajarê Kobanê jî zêde bûn. Şêniyên bajarê Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê nêrînên xwe anîn ziman û berxwedana wan silav kirin.

‘Şervanên me berxwedaneke dîrokî dimeşînin’

Ji şêniyên bajarê Kobanê Semîra Mistefa diyar kir ku heta dawiyê li pişt şervanên xwe ne û wiha berdewam kir: "Êrîş û gefên dewleta Tirk li ser Kobanê berdewam dikin. Bi riya hevalbendên wî yên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin gef û êrîşên xwe roj bi roj zêde dike. DAIŞ di Kobanê de têk çû û şikest bi destên şervanên me lê dewleta Tirk gef û êrîşên xwe nasekinîne. Şervanên YPJ, YPG û QSD’ê, niha berxwedaneke dîrokî didin meşandin li her cihê ku şer lê heye şervanên me jî amade ne. Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê li Kobanê bistîne ji bo vê jî her car gef û êrîşên xwe li ser me didomîne, bi riya hevalbendên dewleta Tirk ên ku piştgiriya wan dikin jî êrîş pêk tên."

Semîra Mistefa wiha domand: "Dewleta Tirk dibêje em ê faşîzmê tune bikin lê faşîzm ew û hevalbendên wî bi xwe ne . Yên ku sînorê xwe derbas dikin û êrîşê me dikin ew bi xwe ne. Jixwe YPG, YPJ û QSD zarokên me ne zarokên vê axê ne, ji bo axa xwe şer dikin û jiyana xwe ji dest didin. Yên ku parastina ax, namûs û welatê xwe dikin zarokên vî gelî ne. Em tu carî êrîşê kesek nakin, ax û welatê xwe diparêzin axa pîr û kalên me ye em nahêlin tu kes welatê me ji me bistîne. Heger ne şervanên me bûna dê weke fermana Şengalê bihata serê me."

‘Em hemû axa xwe diparêzin’

Wehîde Silêman ji Bajarê Kobanê ye diyar kir ku wê her dem axa xwe biparêzin û wiha berdewam kir: "Di rastiyê de dema ku piştgiriya QSD`ê tê kirin em hemû jin, zarok, kal û pîr bi giştî piştgiriya wan dikin. Jixwe kesên ku di nava şerê berxwedanê de ne zarokên axa me ne, zarokên vî gelî ne ax û welatê xwe diparêzin ji dijmin û ev êrîşên ku tên kirin li ser vî gelî ne. Ji bo ku qirkirin û kuştin li welatê me çênebe QSD axa me diparêze. Ji kal, pîr û zarokan bigre heta her kesê, dest bi parastina axa xwe kirine ji kesên temenê wan biçûk, heta yên temenê wan mezin parastina axa xwe dikin. Bi her awayî piştgiriya QSD`ê dikine bi riya seferberiya ku hat îlankirin parastina kolanên xwe dikin."

‘Dewleta Tirk jin û zarokan qetil dike’

Wehîde Mistefa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev bersiva êrîşên ku li ser me tên kirin didin hem gel hem jî şervanên me yên di çeperên şer de li ber xwe didin. Bi êrîşên bi riya balafirên bê mirov sivîlan dike hedef, jin û zarok tên qetilkirin. Piraniya kesan bi riya balafiran tên qetilkirin. Bi saya QSD`ê em îro li vir in li ser axa xwe ne, em ê her dem li pişta şervanên xwe bin heta dawiyê. Di dawiyê de em dibêjin bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê em ê her dem li pişt şervanên xwe bin. Em dev ji axa xwe bernadin."