Şehîdên komkujiya Kobanê hatin bibîranîn
Bi sedan ji şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê li ser gorên wan bi bîr anîn.
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de êrîşî bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Di komkujiyê de 233 zarok, ciwan, jin û extiyar bi rê û rêbazên herî hov hatin qetilkirin.
Di 7`emîn salvegera komkujiya Kobanê de, îro bi sedan şênî, malbatan qurbaniyan, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hwd. berê xwe dan goristana komkujiya Kobanê û ya gundê Berxbotanê.
Bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hevserokê Desteya Ekolojî ya herêma Firatê Arif Balî axivî. Piştî axaftinê find li ser goran hatin pêxistin û bîranîna bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
"Komkujî asta hovîtiyê derbas kir"
Edle Bozan bi hêrs û xemgînî behsa komkujiyê kir û got: "Dewleta tirk û çeteyên wî êrîşeke hovane anîn ser Kobanê, çeteyan êrîşî me kir û Tirkiyeyê jî deriyên koçberiyê ji me re vekir. Piştî ku Kobanê rizgar bû em yekser vegeriyan warê xwe, em mirovên sivîl in di malên xwe de bûn. Li aliyekî em koçber kirin û li aliyê din jî komkujî li ser me çêkirin. Zarokên di dergûşa xwe de û yên di zikê dayika xwe de, zarokên nû bi ser lingan ketine, ciwan, jin û extiyar hemû serjê kirin û qetil kirin. Şêwazê vê komkujiyê bi hovîtiyê nikare were ziman. Em ê vê komkujiyê heta hetayê ji bîr nekin, me tola şehîdên xwe hilanî û em ê hê jî hilînin."
"Divê her dewletek çeteyên xwe bigre bibe"
Edle Bozan bang li civaka navneteweyî kir ku her aliyek çeteyên xwe bibe û got: "Xeteriya DAIŞ’ê heta niha heye, bûyerên ku li girtîgeha Xiwêran çêbûn jî teqeziya vê xeterê bû. Ji ber vê em îro malbatên ku me bedel di komkujiya Kobanê de, banga me ji hemû dewletan re heye ku werin çeteyên xwe bibin. Heta ku ev çete di nava me de bin, em ê ewlehî û armaiyê nejîn. Heta niha jî metirsiyên me hene ku komkujiya Kobanê dubare bibe. Ew dibêjin em Îslam in lê ew bi qurbana navê Îslametiyê bin. Wan ev nav reş kirin û rastiya vê olê berovajî kirin."