Îranê çalakvanek din girt

Nivîskar û çalakvana mafê jinan Etîfe Rengrêz ku li Dadgeha Şoreş ya bajarê Damxan hate dadgehkirin, piştî dadgehkirinê şandin girtîgeha Şahrud.

Navenda Nûçeyan – Nivîskar û çalakvana mafê jinan Etîfe Rengrêz ya nişteciha bajarê Damxan ya ser bi parêzgeha Simnan ku cara duyem hate binçavkirin, duh li şaxa yek ya Dadgeha Şoreş ya li bajarê Damxan hate dadgehkirin. Piştî dadgehkirinê Etîfe Rengrêz şandin girtîgeha Şahrud.

Di danişînê de dadgehê Etîfe Rengrêz bi sûcê ‘Ji bo ewlekariya welat pêkanîna koman, propagandaya dijî desthilat û belavkirina derewan’ sûcdar kir.

Etîfe Rengrêz di 10’ê Îlona 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Damxan hatibû binçavkirin. Jiwir şandibûn Îtalata Simnan, piştî lêpirsînan şandibûn girtîgeha Şahurd û di 12’ê Cotmeha 2023’yan de bi kefalet hatibû berdan.