Kabîra Shater a Mexribî: Dem hatiye ku êdî kurtaj sûc neyê dîtin

Parêzvana mafên jinan Kabîra Shater diyar kir ku bi salan e ji bo mafê kurtajê li Mexribê têdikoşin û got: “Dem hatiye ku kurtaj sûc neyê dîtin. Divê zagonsaz mafê kurtajê ji nû ve bînin rojevê.”

HANAN HARITE

Mexrib– Kurtaj li gelek welatan, tevî ku qedexe ye jî bi hinek awayan destûr tê dayîn. Li mexribê jî di zagona ceza de ger ji bo tendirustiya dayikê be, bi destûra hevjîn ji bo kurtajê destûr ji bijîjk re tê dayîn. Rêxistinên jinan ên li Mexribê û aktivîst, ji bo zagon biguhere û kurtaj ji çarçoveya sûc were derxistin têkoşîna xwe didomînin. Pêşnûmeya zagonê ya ku hikumeta Mexribê di sala 2016’an de amade kir, di bûyerên tecawiz û ensestê de destûr ji kurtajê re hat dayîn lê ev yek tenê weke “pêşnûme” ma.

Li welat, di rewşên tecawiz, ensest, ducanîbûna ne asayî yan jî nexweşiyên cidî hebin de, destûr ji kurtajê re tê dayîn. Gelek jin jî neçar dimînin rêbazên ku jiyana wan dixin xeterê bi kar bînin. Aktivîsta mafên jinan Kabîra Shater, li ser mafê kurtajê bal kişand ku li Maxribê bi salan e têkoşîn ji bo vê yekê didome û got ku dem hatiye kurtaj êdî sûc neyê dîtin.

‘Divê mafê kurtajê ji nû ve were destgirtin’

Kabîra Shater got ku ji bo ku kurtaj di mercên bi ewle de çêbibe divê sûc neyê dîtin û wiha domand: “Zagonsaz divê ji nû ve li ser mafê kurtajê bisekinin. Bi sereratkirineke nû divê ji bo hemû jinan serbest be.” Kabîra Shater diyar kir ku ji ber qedexekirina kurtajê gelek jin neçar dimînin serî li rêbazên ku jiyana wan dixe xeterê bidin û got: "Di warê xeterên kurtajê de divê zagon were berfirehkirin. Divê destûra kurtajê tenê bi sê rewşan bi sînor nemîne.”

Kabîra Shater bal kişand ku di benda 449’emîn a Zagona Ceza ya Mexribê de bi daxwaza jinê be jî dema ku ji ber hincetek kurtaj tê kirin cezayê wê heye û wiha domand:

"Der barê kesên kurtajê dikin de ji salek heta 5 salan cezayê girtîgehê û pere tê dayîn. Di dema kurtajê de ger jin jiyana xwe ji dest bide der barê kesê/a kurtajê dike de ji 10 heta 20 salan ceza tê dayîn. Di benda 450 ya Zagona Ceza ya Mexribê de jî ger kiryarên kesê ku vî karî dike îsbat bibin cezayê girtîgehê du qat zêde dibe. Di fikraya duyem a benda 449’an de jî ji ber rewşa navborî ji 20 heta 30 salan cezayê girtîgehê tê birîn.”