Çalakvan Nergis Mihemedî û Alya Zade ji bo çalakvanên Îranê daxwaza piştgiriyê kirin

Di nameya ku ji aliyê çalakvan Nercis Mihemedî û Alîa zade ve hatiye belavkirin de, daxwaz ji civaka navdewletî hatiye kirin ku piştevaniya hewlên civaka sivîl Îranê bike.

Navenda Nûçeyan – Hevdem li gel berdewamiya zextên li ser çalakvanên sendîkal û sivîl ên Îranê, girtiyên siyasî Nergis Mihemedî û Alya Mutleb Zade ji bo civîna ji bo girtiyên siyasî yên Îranê re nameyek şandin û banga piştevaniya hewlên civaka sivîl û çalakvanên Îranê kirin. Nergis Mihemedî û Alya Mutleb Zade di nameya xwe de rewşa civakî, siyasî û aborî ya gelê Îranê bi xemginî binav kirin û tekez kirin ku rejîma Îranê rejîmeke olî û dijî jinan e û welat û gelê Îranê xistiye ber çendîn qeyranan.