Çalakiya ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê destpê dike
Halîde Turkoglu, balkişand li ser girîngiya meşa jinan ku ji bo pêvajoyê di 1’ê Cotmehê de ji Amedê dê ber bi Enqerê ve dest pê bike û got ku piştî meşa heft rojan, wê daxwazên jinan li Meclîsê bînin ziman û ji Meclîsê re erkên wê bi bîr bixin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi hevî em ber bi azadiyê ve diçin” dê 1’ê Cotmehê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek li dar bixe. Di çarçoveya meşa dê heta 7’ê Cotmehê bidome de, jin armanc dikin ku ji bajarên Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê derbas bibin û bigihîjîn Enqereyê.
Daxwazên sereke
Di nava daxwazên sereke yên meşê de, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîsogerkirina mafên ziman û çandî yên gelê Kurd a bi makezagonî, naskirina îradeya hatiye hilbijartin û bi awayekî fermî pejirandina pergala hevserokatiyê ku nûnertiya jinan bi hêz dike, cih digre.
Di destpêkê de TJA’yê ev meş organîzê kir û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li gelek bajaran di vê çarçoveyê de xebatên xwe bidomînin.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, der barê girîngiya meşê û civînên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê hate avakirin de axivî.
‘Naskirina mafê hêviyê erka destpêkê ye’
Halîde Turkoulu, diyar kir di çarçoveya pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir de hinek gav hatin avêtin û yek ji van gavan jî komîsyona ku li meclîsê hate avakirin e û wiha axivî: "Helbet em ê bi têgihîştina ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tenê bi rêya vê komîsyonê mîsoger bibe, pêşve neçin. Lê belê tiştên ku divê destpê bên kirin hene. Yek ji van jî bi tevahî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye. Divê şert û mercên xebatê yên azad û wekhev bên mîsogerkirin. Ango “mafê hêviyê” mijarek sereke ye ku divê komîsyon jî mîna rojevek girîng bike rojeva xwe û gavên şênber bavêje.”
‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’
Halîde Turkoglu, destnîşan kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "aktorê sereke" yê pêvajoyê ye û navekî xwedî tecrûbeyên salane yên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û got: “Divê komîsyon tavilê here Îmraliyê. Ya ku jidilbûna pêvajoyê nîşan bide, hevdîtina bi Birêz Ocalan re ya li Îmraliyê ye.”
Komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin, civîna xwe ya ewilî di 5’ê Tebaxê de li dar xist. Di civîna ewil de, usûl û esasên xebatê yên 12 madeyî, bi yekdengî hat qebûlkirin. Komîsyonê, civîna xwe ya duyem di 8’ê Tebaxê de li dar xist. Di civîna xwe ya 12’an ku di 24’ê Îlonê de pêkanî de jî saziyên fikrî guhdarkirî kir. Komîsyon dê di civîna xwe ya 13’an de jî wê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
Rexneya ‘Komîsyon bi guhdarkirinan bipêş ve diçe’
Halîde Turkoglu, domandina komîsyonê ya guhdarîkirina sazî û rêxistinên cûrbecûr ên heta 1’ê Cotmehê rexne kir û wiha got: "Di civakê de gelek beş, li wir der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de axaftinan dikin. Hinek axaftinan li ser tecrûbeyên berê û yên niha û pirsgirêka Kurd ji nêrînek berfirehtir dibînin. Lê belê, hinek axaftin û nîqaş vê pirsgirêkê tenê mîna pirsgirêkek 'ewlehiyê' digrin dest û naverokên ku bawer dikin bi fehskirina PKK’ê re wê pirsgirêk çareser bibe, hildigrin. Bêguman, ev nîşan dide ku wê komîsyon rêyek çawa bişopîne. Lewma girîng e ku komîsyonê piştî 1’ê Cotmehê pêşniyarên yasayê avabike an jî der barê çareseriyê de nêrînek pêşkêş bike. Ev rêbaza guhdarkirinê veguherî rewşek ku pêvajoyê dirêj dike.”
Halîde Turkoglu, got ji bo çareseriyek rasteqîn pêdivî gavên şênber heye û hişyariyek wiha da: "Helbet guhdarîkirin girîng e, lê ger bifikirin ku ev pêvajo dikare bêyî guhdarkirina muxataba serekê bidome, ev komîsyon di çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd de ji bilî dubarebûnê nikare rêyek din bigre.”
‘Wê jin erka Meclîsê bînin bîra wê’
Halîde Turkoglu, destnîşan kir meşa jinan ku dê di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqerê dest pê bike, di aliyê pêvajoyê de jî anî ziman ku girîng e û axaftina xwe wiha domand: "Ev meşek him di aliyê rojevkirina ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan de û him jî bûyîna dengê îradeya ku azadiya Birêz Ocalan mîna azadiya xwe dibîne de, meşek hêja ye. Dema ku em behsa demokratîkbûna welat dikin, em jin dixwazin bi daxwazên mîna dawîbûna siyaseta qeyûmê, vegerandina erk a kesên hatine hilbijartin û naskirina mafê zimanê dayikê, rolên xwe bicîh bînin.”
Halîde Turkoglu, diyar kir piştî meşa 7 rojan, wê di 7’ê Cotmehê de jin van daxwazên xwe li Meclîsê bînin ziman û da zanîn ku meş li Enqereyê armanca bibîrxistina erka Meclîsê jî berpirsyariyek hildigre.
‘Em jin pir ji dil li aştiyê temaşe dikin’
Halîde Turkoglu, axaftina xwe wiha domand: "Divê em aliyê hiqûqî ya pêvajoyê biaxivîn. Divê mafê hêviyê bê axaftin û komîsyon bi Îmraliyê re têkilî deyne. Ev yek ji bo pêvajoyek demokratîktir pir girîng in. Em jin pir samîmî li aştiyê temaşe dikin. Em vê pêvajoyê bi baweriyek rast dimeşînin. Em bêyî hişmendiya dewletê û çareseriyên hêzên emperyalîst li gorî reçeteyên xwe pêşkêş dikin, li vê pirsgirêkê dinhêrin. Em him jinên Kurd û him jî jinên ku li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê dimeşînin, ji hemû kesan re erkên wan bibîr dixin. Em dibêjin ku ji ku dest pê bikin û rêyekî çawa bişopînin. Ji ber ku ev komîsyon, nebû komîsyonek ku jinan pir tevlî bike. Nebû komîsyonek ku li tevgerên jinan û rêxistinên jinan guhdarî bike. Emê bi meş û çalakiyên bi vî awayî re, daxwazên jinan, çareseriya demokratîk û divê jinan aştiyê çawa bigrin dest, bikin rojeva hemû raya giştî.”
‘Divê pêvajo ji yekdestiya partiyên siyasî û hikûmetê bê derxistin’
Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê de ji her beşên civakê xwedî berpirsyariyên girîng in û got: "Ev ne tenê berpirsyariyên jinan an jî xeyalên pêşerojê ku jin baweriya xwepê tînin e. Divê êdî dawî li vî şerî bê anîn. Nêzîkatiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di heman demê de nêzîkatiya ji bo jinan, xweza, ciwan û gel û baweriyan e. Pêwîst e em ji bo komarek demokratîk têbikoşin. Ji bo meşandina vê têkoşînê jî, divê hemû kesên li vir rola xwe bilîzin. Divê pêvajo ji yekdestiya partiyên siyasî û hikûmetê bê biserxistin.”