Bi xebatên kolektîf ji bo aboriya xwe ya serbixwe gav davêjin

Jinên ku berê xwe dane xebatên kolektîf, dizanin ku jiyan bi wî rengî çêtir û pêşketîtir dibe. Jinên di xebatên kolektîf de cih digrin û ji bo aboriya xwe ya serbixwe gav davêjin dibêjin: “Hevgirtin jinan xurtir dike.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di van salên dawî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatên kolektîf û nûjen kirine ku bi armanca pevguhertina ezmûnan û xurtkirina girêdanên jinan, ji temen, nasname û ezmûnên cuda dest bi çêkirina projeyên biçûk kirine, ji malên xwe kar dikin. Vê gavê alîkariyek mezin li kêmkirina barê peydakirina sermaye û yekdestdariyê kir, ji ber ku ew bi destên xwe dixebitin û bi riya rûpelên xwe li ser platformên medyaya dîjîtal berhemên xwe difiroşin.

‘Projeyên biçûk jêhatîbûna 160 jinan bi hêz dike’

Semîra Şawîş ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, mamosteya zarokan bû di dibistanê de, piştî ku dev ji karê xwe berda, xwest li ser jêhatîbûna xwe ya ku ji zarokatiyê ve pê re hebû bi pêş bixe. Ew bi seramîk û hevîrê xemlê berhemên cuda mîna tablo û tiştên xemlê çêdike.

Semîra Şawîş gavek mezintir avêt û tevli koma “Projeyên Biçûk” a ku ji 160 jinên xwedî jêhatî û şarezayinan pêk tê bû. Samîra Şawîş li ser wê yekê dibêje: “Koma me ji bo projeyên biçûk e, her yek ji me karekî cuda dike. Em beşdarî gelek festîval û çalakiyan bûne û ev gav dibe alîkar di dahata aborî ya jinan de. Di heman demê de em kêfxweş dibin dema em vî karî dikin. Yek ji armancên sereke ew e ku jêhatîbûnên jinan werin bihêzkirin.”

‘Pêwîst e jin bên teşwîqkirin û tevli xebatên kolektîf bibin’

Semîre Şawîş da zanîn ku ew li dijî nêrîna hiştina jinan di mal de bêyî ku karekî bike, dibêje xebatên kolektîf gaveke girîng bû ji bo jinan û wiha bi dawî kir: “Avakirina komên taybet bi hunerên jinan gelek girîng bû, ji ber ku ev gav dihêle jin hemî werin gel hev û xwe bi pêş bixin. Salên berê ev tişt tunebûn êdî jin di roja îro de dikarin debara jiyana xwe bikin. Divê ku jin bên teşwîqkirin ji bo beşdarî xebatên kolektîf bibin. Rast e em hinek zehmetiyan jî dikşînin ji ber buhabûna nirxên materyalan lê dîsa em berdewam dikin bi riyên alternatîf.”

‘Karê ku bi hezkirin tê kirin, serkeftî ye’

Sara Xelef jî jineke ciwan e ji bajarê Qamişlo ye, ew xwediya projeya “Demoiselle” e ku bi destên xwe dermanên xwezayî bi giya û zeytê çêdikei hem ji bo bedenê hem jî ji por. Sara Xelef bal kişand ser projeya xwe û wiha dest bi axaftinê kir: “Ji demeke dirêj ve bû ev proje di bala min de bû, 3 salan li ser xebitîm. Karê ku bi hezkirin tê kirin, serkeftî derbas dibe. Xebat ne tenê ji bo bidestxistina pere ye, di heman demê de dibe avakirina kesayeteke bi hêz û jêhatî ya herî girîng jî jixwe ev e. Rast e dibe ku gelek kes hene heman karî dikin û heman berhem çêdikin, ya girîng ne ew e ku mirov gelek berheman di demeke kurt de bifiroşê. Ya herî girîng ew e ku tu berhemek baş pêşkêş bikî ku her mirov jê sûd bigre.”

‘Jin jêhatî ne û hevgirtin wan xurtir dike

Sara Xelef destnîşan kir ku jin bi kar û jêhatiya xwe tên naskirin û gere jiyana xwe bi rê ve bibin û wiha bi dawî kir: “Jin jêhatî ne û medyaya dîjîtal di warê reklema kar de baş e. Gelek jin hene ku dixwazin projeyan ava bikin lê ji nêrînên neyînî bi bandor dibin. Divê ku em piştgiriyê bidin hev. Xebata kolektîf dihêle ku gelek berhem di demeke kurt de derkevin. Bi qasî ku ji mêran re kar girîng e, di heman demê de ji jinan re jî pêwîstiyeke sereke ye. Gere jin bikaribin debara jiyana xwe bikin. Gere jin dûrî vê nêrîna ku ‘em xwe li derdora mêran kom bikin ji bo debara jiyanê’, dûr bigrin. Divê em bizanibin ku em jî dikarin kesayeteke serbixwe ava bikin.”