Krîza aborî li Lubnanê debara jiyanê zehmet dike

Lubnan şahidê rastiyek aborî ya xirab e ku bandorek mezin li malbatên Lubnanî kiriye, ji ber ku zêdetirî nîvê xelkên Lubnanê di bin sînorê hejariyê de dijîn.

CAROLİNE BAZZİ

Beyrûd -Zêdebûn û daketina nirxê dolar jiyana Lubnaniyan zehmet kiriye û ji tirsa bilindbûna nirxan di rewşeke ne aram de dijîn. Têkildarî mijarê rojnamevana ku di karûbarên aborî de dixebite Selwa Beelbekî û Edîtora malpera Îko Weten ku pêşkêşkar û edîtora Bernameya Diyaloga Aborî ya Beyrûdê ye Xedac Hemada li ser rastiya qeyrana aborî û sedemên bilindbûn û daketina nirxê dolar û plana başkirina aborî ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye pejirandin ji me re axivîn.

"Xirabtirîn encamên krîzê têkçûna lîreya Lubnanî ya li hember dolar e"

Rojnamevana ku di karûbarên aborî de dixebite Selwa Beelbekî diyar kir ku ji destpêka şoreşa 17'ê Cotmeha 2019'an ve Lubnan bûye şahidê rastiyek aborî ya dijwar û wiha got: "Dibe ku xirabtirîn encamên krîzê têkçûna berdewam a lîreya Lubnanî li hember dolarê Amerîkî be, ku bi giranî di mûçeyên karmendan de xuya bûye, nemaze yên ku mûçeyên xwe bi diravê neteweyî werdigirin. Piştî ku dolar bû 1500 lîre, niha bûye 30 hezar lîre. Di navbera bilindbûn û daketinê de, demek berî hilbijartinan, nirxa dolar di 22 hezar lîreyan de stabîl bû. Hikûmeta Lubnanê pilanek başkirina aborî pejirand piştî du sal û zêdetir ji xirabûna krîzê. Ev plan wekî dermankirinek ji bo "amputasyonê" hat, ku ji bo hemwelatiyên herî xizan û çîna navîn pir dijwar e. Hin kes difikirin ku pêkanîna vê planê ji bo bidestxistina milyaran ji İMF neçar in, hin kesên din jî dibînin ku heger îradeyek hebe ku reformên pêwîst bi bawerî, cidiyet û pabendî bipejirîne û bi cih bîne, wê demê Lubnan ji nû ve avakirina deynê giştî pê ve ne hewceyî tiştekî din be."

"Ji sedî 30 ji zarokên Lubnanê birçî radizên"

Selwa Beelbekî anî ziman ku kirîza aborî bandoreke mezin li malbatên Lubnanî kir û wiha axivî: "Zêdetirî nîvê xelkên Lubnanê di bin sînorê hejariyê de dijîn û vê yekê ew neçar kirin ku cil û bergên xwe li ser medyaya civakî bi kartonên şîrê zarokên xwe biguherînin. Di rapora UNICEF'ê de hat diyarkirin ku vê krîzê bandoreke gelek mezin li ser zarokên li Lubnanê kiriye û ji sedî 30 ji zarokên Lubnanê bi zikê vala radizên ji ber ku dê û bavên wan nikarin xwarina pêwîstiya zarokên xwe peyda bikin."

"Em ber bi teqîneke mezin a civakî ve diçin"

Edîtora malpera Îko Weten Xedac Hemada jî da zanîn ku li Lubnanê dolarê siyasî heye ku di bin kontrola desthilata siyasî de ye û wiha anî ziman: "Berî hilbijartinan me aramî di nirxa dolar de dît û yekser piştî hilbijartinan nirxa dolar bilind bû. Ji bilî dolarê siyasî, dolarê ku ji hêla bazara reş an jî dolarê spekulatîf ve tê kontrolkirin heye, ku ev yek belgeya mezintirîn manîpulasyona rastîn a dolar e. Dolarê aborî jî heye, ku ji hêla bazirganên ku bi nirxa dolarê bilind difiroşin, tê kontrol kirin, her çend nirxa dolar dakeve jî. Ev her sê dolarên ku di encama dornameyên Banque Luban ên jimare 161 û 157 de derketine, bandor li ser rewşa civakî dike. Em ber bi teqîneke mezin a civakî ve diçin."

"Jina Lubnanî dikare xwe li gorî hemû ast û qeyranan biguncîne"

Xedac Hemada bi lêv kir ku jina Lubnanî rêveberek e ji ber ku ew bûdceya malbatê diyar dike û dikare karûbarên xwe birêve bibe û bi kêmtirîn mûça debara malbata xwe bike û pêdiviyên wan pêk bîne û wiha got: "Jina Lubnanî di her warî de berhemdariya xwe zêde dike û dikare xwe li gorî hemû ast û qeyranan biguncîne. Plana hikumetê xizmeta hemwelatiyê Lubnanî nake, ev plan tolhildan e ji Libnanî re, ji ber ku ew li ser hesabê depodaran hat."